Çile 17, 2018 20:00 Asia/Tehran
  • Quds û komployên Amerîkayê, berpirsîyên cîhana islamê li gorî nêrîna rêberê giranqedir ê inqilabê

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî duh danê êvarê li hevdîtina digel mîvanên pişkdarê sêzdehemîn civîna meclisên welatên islamî, mijara Fiilstînê di serê meseleyên cîhana islamê de zanî.

Wî kiryara vê dawîyê ya Amerîkayê têkildarî Qudsê ``zêdegavî`` bi nav kir û got: Amerîkî nikarin vî karî bikin û hewildanên wan nagihêjin encamê.

Hezretê ayetulah Xaminêyî berevanîya ji Fiilstînê erka her kesî zanî û pêgirî kir: nabe wiha bê fikirkirin ku sekinîna li hemberî Rêjîma Sîyonîst tu feydeya wê tineye belkî bi destûr û kerema Xwedê, têkoşîna li hemberî Rêjîma Sîyonîst dê bigihêje encamê, çawan ku Bereya Berxwedanê anegorî salên buhurî, li pêş ketîye.

Rêberê giranqedir ê inqilabê bal kişand ser hilêxistina meseleya Miyanmar û Kişmîrê li civîna meclisên islamî û di eynî demê de xafilbûna ji hilêxistina meseleyên gellekî girîng ên Behrêyn û Yemenê li vê civînê û got: Nabe rê bidin impiratorîya bitehlûke ya propaganda welatên rojavayî ku pirranî bi destê sîyonîstan tê birêvebirin meseleyên girîng ên cîhana islamê berçav negire û bi komploya bêdengîyê, meseleyên sereke yên ometa islamê ji holê rake.

Işareta rêberê giranqedir ê inqilabê li ser sê bûyerên dîrokî têkildarî meseleya Fiilstînê yanî ``dagirkirina axê``, ``dûrxistina komkî û bi milyonan kesî`` û `` kuştin û cinayeta mezin li dijî mirovantîyê`` bilî ku belgeyek teqil têkildarî zilm û sitemeke mezin a dîrokî ye, berpirsîyên jibirbûyî yên cîhana islamê û idiakirên derewîn ên berevanîya ji mafên mirovan û têkoşîna li hemberî têrorîsm û dagirkerîyê bibîr dixe.

Meseleya Filistînê projeyeke ``gav bi gav`` e ku ji dema wajokirina peymana sazişê ya Kemp Dayvîdê ve bi hewildana sazişê ya Israîlê û Misrê ve destpê bû û li konfiransa Oslowê li Norwejê bi hereketên sazişkarane yên hin alîyên sazişkar ên filistînî berdewam bû. Amerîka û Israîl di vê heyamê de bi dû dirêjkirina demajoya meseleya Filistînê û lawazkirina berxwedanê û mijûlkirina welatên islamî bi pirsgirêkên navxweyî û gêre û minaqişeyên demdirêj bûne.

Seidulah Zarêyî çavdêrê meseleyên Rojhilata Navînê têkildarî biryara vê dawîyê ya Amerîkayê ya têkildarî Qudsê dibêje: Tişta ku li asta navçê û cîhanê diqewime, lez û bezîya Amerîkayê û kirêgirtîyên wê ji bo girêdana dosîya Fiilstînê li gorî daxwaza Rêjîma Sîyonîst di rewşekê de ye ku di encama serketinên bidûhev ên Bereya Berxwedanê de gellek deverên girîng ên cîhana islamê ji bin lep û kontrola Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst û kirêgirtîyên wan ên li navçê hatin derxistin.

Intifaze ango serhildanê plana sazişkirinê ku ji sala 1978`an li Kemp Dêyvîdê ve destpê bû, têk bir. Ev amadebûn û berxwedana berdewam bû sebeb ku meseleya Fiilstînê wek meseleya yekem û sereke ya cîhana islamê bimîne û nehêla ku armanca Filistînê bi rêka planên sazişkarane ji rojevê bê derxistin.

Elî Esxer Zerger çavdêrê meseleyên navnetewî li bara plana hevpar a Israîl û Amerîkayê ya têkildarî Filistînê dibêje: Li hin belgeyên hatine weşandinê, mijara ``belavkirina gefê`` li sînorên Îranê bi destê Israîlê hatîye hilêxistin ku ew sênarîyo ji salên buhurî ve bi mêhwerîyeta Telavîvê û piştgirîya darayîyê ya siûdîyan ve pêk hatin.

Lê niha ew hemî komplo li Sûrîye û Iraqê hatin pûçkirin. Wisan ku rêberê giranqedir ê inqilabê got, sîyonîstan rojekê durişma ``ji Nîlê heta Firatê`` dikirin hawar lê niha ji bo parastina xwe neçar in dîwaran li dora xwe lêbikin, pêgirî kir: Bê guman Filistîn pêkhate û dîroka ``ji deryayê heta çêm`` e û Quds jî paytexta wê ye û tu imkana reşkirin û sistkirina vê rastîyê tineye.