Çile 16, 2018 20:13 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê inqilabê: Zêdegavî û şaşitîya giran a Amerîkayê li bara Qudsê  nagihêje encamê

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî kiryara vê dawîyê ya Amerîkayê têkildarî Qudsê `` zêdegavî û şaşitîya mezin`` bi nav kir û got: Amerîkî nikarin vî karî bikin û hewildanên wan nagihêjin encamê.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê giranqedir ê inqilabê, hezretê ayetulah Xaminêyî îro danê êvarê li hevdîtina digel mêvanên pişkdarê sêzdehemîn konfiransa Meclisên Welatên Islamî, mijara Filistînê di serê meseleyên cîhana islamê de zanî û got: Di mijara Filistînê de, sê bûyerên ``dagirkirina axê``, ``dûrxistina komkî û bi milyonan kesî`` û `` kuştin û cinayeta mezin li dijî mirovantîyê`` qewimîne ku li dîrokê sitemeke wiha nehatîye kirin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, berevanîya ji Filistînê erka her kesî zanî û pêgirî kir: Nabe wiha bê xeyalkirin ku sekinîna li hemberî Rêjîma Sîyonîst bêfeyde ye belkî bi destûr û kerema Xwedê, têkoşîna li hemberî Rêjîma Sîyonîst dê bigihêje encamê, çawan ku Bereya Berxwedanê anegorî salên buhurî li pêş ketîye.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwisa got: Dewletên ku li navçê alîkarîyê didin amerîkîyan û bi Rêjîma Sîyonîst re hevkarîyê dikin ta ku li hemberî birayên wan ên misilman bisekinin, xîyanetê dikin, wek karê ku siûdî dikin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bi gotina vîya ku sîyonîstan rojekê durişma ``ji Nîlê heta Firatê`` dikirin hawar lê niha ji bo parastina xwe neçar in dîwaran li dora xwe lêbikin, pêgirî kir: Bê guman Filistîn pêkhate û dîroka ``ji deryayê heta çêm`` e û Quds jî paytexta wê ye û tu imkana reşkirin û sistkirina vê rastîyê tineye.

Rêberê giranqedir ê inqilabê bal kişand ser hilêxistina meseleya Miyanmar û Kişmîrê li civîna Meclisên Islamî û di eynî demê de xafilbûna ji hilêxistina meseleyên gellek girîng ên Yemen û Behrêynê li vê civînê û got: Nabe rê bidin impiratorîya bitehlûke ya propagandê ya welatên rojavayî ku pirranî bi destê sîyonîstan tê birêvebirin, meseleyên girîng ên cîhana islamê berçav negire û bi komploya bêdengîyê, meseleyên sereke yên ometa islamê ji holê rake.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bi pêgirîya li ser pêwîstîya sûdwergirtina welatên isalmî ji tecrube û zanyarîyên hev got: Nabe rê were dayîn nakokî, şer û kuştin li cîhana islamê ku sebebkarên sereke yên wan jî amerîkî û sîyonîst in, rewşek wisa pêk bînin ku Rêjîma Sîyonîst di nava ewlehîyê de be.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bal kişand ser idiaya Amerîkayê di warê piştgirîya ji ``mafên mirovan`` de û got: Kesê ku roja îro li Amerîkayê desthilatdar e, helwestên vî welatî gellekî aşkira û zelal radigihîne, helbet ên berî wî jî ev kara dikirin lê bi vî awayî zelal îlan nedikirin û mînaka berbiçav a vê helwestnîşandanê jî gotinên vê dawîyê yên wî li bara Afrîqayê û Amerîkaya Latîn û nijadên din in ku mînaka dijberîya li hemberî mafên mirovan in, lewma divê ev idiayên pûç û derew bên aşkirakirin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî meseleya têkoşîna li hemberî `` têrorîsmê`` yek ji idiayên din ên pûç ên dewleta Amerîkayê zanî û got: Divê bi gotina rastîyan û aşkirakirina derewbûna van dew û dozana, hewil bê dayîn bandor li raya giştî û bijareyan bê kirin.