Çile 13, 2018 18:30 Asia/Tehran
  • Derxistina Leyla Zanayê ji parlimana Tirkîyê

Li dewama sîyaseta dewleta Enqerê ya sekinîna li hemberî partîyên neyar, pêncemîn parlimnter ji Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) jî ji meclisa Tirkîyê hat derxistin.

Leyla Zana endama Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) û nunera bajarê Agrîyê li meclisa Tirkîyê, wek pêncemîn parlimanter ji vê partîyê ji parlimanê hat derxistin. Mafê parlimanterîya Leyla Zanayê bi hegera amadenebûna berdewam li civînên parlimanê hatîye istandin û ibtalkirin.

Bi derxistina xatûn Leyla Zanayê, hejmara kursîyên HDP`ê li meclisa Tirkîyê daket 53`yan. Heta niha 9 parlimanter û hevserokên HDP`ê hatine girtinê û di zîndanan de ne.

Dewleta Tirkîyê piştî derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an, qanûna parastîbûna parlimanterên Tirkîyê li ber dadwerîyê ibtal kir û paşê pirranîya parlimanteran ji bo dadgehan hatin bankirin û ketin ber lêpirsînê.

Di vê çarçovê de Selahedîn Demirtaş û Fîgen Yûksekdag hevserokên HDP`ê digel 9 parlimanterên vê partîyê ji Payîza sala buhurî ve di girtîgehê de ne.

Wer xûya dike, alîkarîyên leşkerî, sîyasî û aborîyê yên Amerîkayê bo kurdên navçê nemaze bo kurdên Sûrîyê, bandora xwe ser biryara dewleta Enqerê ya ji bo sekinîna li hemberî kurdên Tirkîyê hebûne. Eyan e ku dewama pevçûnên di navbera hêzên polîs û ewlehîyê yên Tirkîyê û kurdên niştecihê deverên başûra rojhilata vî welatî bi giranî zîyanê digihînin yekitîya qewman li vî welatî.

Lê tu şikek tineye ku rayedarên dewleta Tirkîyê netenê naxwazin serpişkîyan bidin kurdên Tirkîyê belkî bi merema tenggirtina zêdetir a rewşê ser kurdan de hewil didin meydanê li wan teng bikin. Rastî eva ye ku dewleta Enqerê mideha 10 salên vê dawîyê de piştgirîya herî piçûk a ji kurdan tê kirin, bêbersiv nehîştîye. Di rastîyê de her cure piştgirîya ji kurdên Tirkîyê pêrgî berteka tund û giran a rayedarên dewleta Enqerê dibe. Wek mînak, Baskin Oran di dema serokwezîrtîya Erdogîn de rawêjkarê wî bû û li muzakirên aştîya dewleta Enqerê digel PKK`ê di salên 2013 heta 2015`ê de, endamê komîteya rawêjkarîyê ya Aqilmendan bû. Wî li malpera kanala nûçan a T24`ê nivîsarek ser navê `` têkildarî hin tecrubeyên tirajêdîk-komîk ên kurdan`` nivîsî.

Wî li vê nivîsarê helwesta hikûmeta Tirkîyê rexne kir û nivîsî: Dewleta Tirkîyê di warê binpêkirina mafên sîyasî, zimanî û çandî yên kurdan de gellekî cidî ye.

Silêman Soylu wezî karên hundur ê Tirkîyê jî wek berteka li hemberî vê nivîsarê, Baskin Oran ``xwefiroş`` bi nav kir. Berteka wezîrê karên hundur ê Tirkîyê li hemberî nivîsareke piştgirîya ji kurdan, tenê mînakek ji helwestên herî piçûk ên rayedarên dewleta Enqerê li hemberî kurdan û piştgirên wan li Tirkîyê ye. Ev yeka nîşan dide ku rayedarên dewleta Tirkîyê netenê naxwazin daxwazên kurdên xwe bibhîzin belkî qet meyla wan tineye daxwazên wan dabîn bikin.

Di vê rewşê de, wer xûya dike ku derxistina pêncemîn parlimanterê HDP`ê ji meclisa Tirkîyê destpêka dewreke din a girtina rêvebirên HDP`ê li Tirkîyê be.