Çile 10, 2018 20:25 Asia/Tehran
  • Serokomarê Amerîkayê û pêşeroja rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di rojên bê de yê kifş bike ka rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê çi çarenûsek hebe.

Delweta Trump divê heta 17`ê Çile 5 biryaran li bara Îranê bide ku pişka zêde ya wan têkildarî rawestandina boykotên navokî yên dijî Îranê ne. Heke Trump rawestandina wan boykotana dirêj neke, boykotên ku Kongira Amerîkayê ser Îranê de sepandine yê careka din bi awayekî yekalî bên cihanînê.

Li gorî bawerîya çavdêran, ev biryara Trump berovajî xala 37 a rêektinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ye. Li dawîya vê xalê hatîye: Îranê ragihandîye ku heke boykot bi awayekî kêm an tam careka din bên sepandin, Têhran yê vê meseleyê wek zemîneyekê ji bo rawestandina giştî an pişkeke sozên xwe yên têkildarî rêketinama navokî bizane.

Li gorî vê rewşê, çend sênaryo li pêşberî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê hene. SÊnaryoya yekem ew e ku Trump tevî haykûfan, rawestandinan bidomîne lê, wek çawan ku di Cotmeha sala 2017`ê de pêbendîya Îranê li rêektinama navokî erê nekir, vê carê jî neke ku encama wê dê dewama rewşa niha û rizgarkirina rêketinama navokî ji jinavbirinê be.

Sênaryoya duyem ew e ku Trump rawestandinên boykotan nedomîne û xala 37 a rêketinama navokî were binpêkirin. Eva rêyeke e ku heta pirranîya endamên Kongirê jî li dijî wê ne. Bab Kirokêr sênatorê Komarxwaz ji wan kesan e ku dixwaze rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê were parastin.

Êrnêst Monîz wezîrê ênêrjîyê yê dewleta Obama ser vê bawerê ye ku rêketinama navokî tu alternatîveke çêtir tineye û heke Amerîka ji wê vekişe, lîstika birina her du alîyan yê ji bo vî welatî bibe derdan.

Heke Amerîka rêketinama navokî binpê bike mirov dikare du sênaryoyan li ber çav bigire. Sênaryoya yekem ew e ku Îran tam ji rêketinama navokî derkeve û çalakîyên xwe yên navokî destpê bike. Di vê rewşê de li gorî mêkanîsma Maşê (Tetik), boykotên Konseya Ewlehîyê ya NY li dijî Îranê jî dê cardin destpê bibin.

Sênaryoya duyem jî ew e ku Îran û welatên din ên wajokirê rêketinama navokî bêyî Amerîkayê cihanîna vê rêketinamê bidomînin ku li gorî gotina Monîz ev rewşa yê Amerîkayê li cîhanê zêdetir tenê bihêle.

Di vê rewşê de, rêketinama navokî yê bi awayekî nivîşkan berdewam be, herçend di vê rewşê de, boykotên Konseya Ewlehîyê yê nezvirin û boykotên yekalî yên Amerîkayê jî dê bi awayekî yekalî bên sepandin. Li gorî tirsa şîrket û navendên neamerîkî ji cezaya malî ya ji hêla dewleta Amerîkayê ve, di vê rewşê de sûdwergirtina Îranê ji rêketinaman avokî dê dakeve asta herî kêm.

Lê bi awayekî giştî sênaryoya yekem yanî dirêjkirina dema rawestandina boykotan ihtimala wê zêdetir e lê, Trump yê ji bo nuxumandina bêsozîyên xwe di warê ibtalkirina rêketinama navokî de hewil bide boykotên ne ji ber bernama navokî dijî Îranê bi hecetên wek çalakîyên mûşekî, kiryarên alozkir ên Îranê li navçê û piştgirîya ji têrorîsmê an babeta mafên mirovan dijwar bike. Li gorî vê yekê, ihtimal heye piştî dirêjkirina rawestandinên boykotên navokî, demlidest boykotên li dijî Sazîya Radyo û Televîzyonên Îranê bi haykûfan bên ragihandin.