Çile 05, 2018 18:25 Asia/Tehran
  • Nîyetpakîya Bexdayê ji bo kêmkirina gêreya digel Hewlêrê

Dewleta Iraqê ragihand ku amade ye miaşa karmendên wezaretxanên Herêma Kurdistana vî welatî bide.

Desteya Hevalbendîya Dêmokirasî û Dadperwerî, Tevgera Gorran û Komela Islamî ya Kurdistana Iraqê duh êvarê li şarê Bexdayê digel Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê civîya.Ehmedê Hecîreşîd serokê Fraksyona Komela Islamî li parlimana Iraqê ku endamekî vê desteyê bû, piştî vê hevdîtinê got: Ebadî amadebûna xwe ji bo dayîna miaşa karmendên wezaretxanên Herêma Kurdistana vî welatî ragihand.

Herêma Kurdistana Iraqê tenha herêma fêdêral a Iraqê ye. Li gorî destûra bingehîn a Iraqê divê Herêma Kurdistanê di çarçova destûra bingehîna vî welatî de kar bike lê, Herêma Kurdistanê nemaze ji sala 2011`ê vir de bêyî Bexdayê hin pêngav rakirin û ber bi zêdekirina gêreya digel Bexdayê ve çû. Gêreya di navbera Hewlêr û bexdayê de bi pêgirîya îdara xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo lidarxistina giştpirsîya cidabûna ji Iraqê di 25`ê Îlona sala 2017`ê de û berteka Iraqê li hemberî vê kiryarê nemaze dorpêçkirina giştalî ya Herêma Kurdistanê gellekî gurr bû. Herwiha ji Kanûna buhurî ve li Herêma Kurdistana Iraqê hin xwenîşandanên gelanî yên nerazîbûna li hemberî rewşa dijwar a debara jîyanê û nekarabûna Herêma Kurdistanê di warê dayîna miaşa karmendên sazî û dezgehên îdarî vê deverê hatin lidarxistin.

Şervan Fazil şirovekirê meseleyên Rojhilata Navînê bi gotina vê yekê ku rewşa aborîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê mideha 3 û 4 salên buhurî de girantir bûye, têkildarî hegerên nerazîbûnên gelanî û hêrsa wan li hemberî hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê got: Kurd ji ber qeyrana aborîyê tûşî gellek dijwarîyan bûne û karmendên hikûmetê bi mehan e ku miaş wernegirtine. Hinek ji wan neçar mane kel û pelên mala xwe ji bo dabînkirina hewcedarîyên seretayî bifiroşin.

Di rewşeke bi vî rengî de Desteya Hevalbendîya Dêmokirasî û Dadperwerî, Tevgera Gorran û Komela Islamî ya Kurdistana Iraqê duh giheşte Bexdayê û xwest ku dewleta Iraqê alîkarîyê bide çareserkirina pirsgirêkên aborîyê yên Herêma Kurdistana vî welatî. Dewleta Iraqê nîyetpakbûna xwe ji bo kêmkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê nîşan daye. Dewleta Iraqê ku berî vîya bûca wezaretxanên Perwerde û Tenduristîyê yên Herêma Kurdistanê daye, amadebûna xwe ji bo dayînas miaşên karmendên sazî û dezgehên îdarî yên vê deverê jî ragihand.

Lê çend pirsgirêkên girîng têkildarî dayîna miaşên karmendên Herêma Kurdistanê ji hêla dewleta navendî va hene. Yekem eva ku dewleta Iraqê li bara lîsteya karmendan a ku Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê şandîye şikber e û ser vê bawerê ye ku hejmara navên hatine ragihandine zêdetir ji hejmara karmendên vê deverê ye. Duyem eva ku dewleta Bexdayê hela jî pêbawerîya xwe li Hewlêrê nayne. Desteya ku duh seredana Bexdayê kir, nunera fermî ya îdara xwecî ya Herêma Kurdistanê nîne belkî desteyeke opozosyonê ye ku rexnekirê hikûmeta xwecî ya Herêma Kurdistanê ye. Bi gotineke din, dewleta Iraqê hela dilnîya nîne ku di berdêla alîkarîya aborî bo Hewlêrê de yê çi serpişkîyekê ji îdara xwecî ya Herêma Kurdistanê wergire û an ev îdara yê encama giştpirsîyê ibtal bike yan na?

Wer xûya dike niha eva îdsara xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê ye ku divê nêta xwe ya pak ji bo parastina tifaqa netewî ya Iraqê û kêmkirina gêreya digel Bexdayê ku li dawîyê ser xêra Hewlêrê jî ye, isbat bike.