Kanûn 27, 2017 20:40 Asia/Tehran
  • Zat û rûyê rastîn ê Amerîkayê li gorî nêrîna rêberê giranqedir ê inqilabê

Hezretê ayetulah Xamineyî rêberê giranqedir ê inqilabê, vê sibê digel berpirs û endamên Konseya Hevdengîya Teblîxata Islamî li seranserî welêt hevdtin pêk anî.

Wî li vê hevdîtinê bal kişand ser hewildana bêrawestan a Amerîkayê ji bo belavkirina şik û gumanan û dûrxistina gelê Îranê ji hêvî û xwebawerîyê û pêgirî kir: Bi kerema Xwedê û bi palpiştîya hişyarî û berxwedana gel, wek berê em ê pozê dijmin li xalîyê bidin û bi hewildana duberanberî ya berpirsan ji bo çareserkirina pirsgirêkên jîyan û aborîya gel, rêya pêşketin û serfirazîyê bi awayekî xurt bidomînin.

Zat û pênaseya zorbêjîyê ya Amerîkayê bi caran ji bo gelê Îranê îzbat bûye. Lê tu şikek tineye tişta ku li gotinên îro yên rêberê giranqedir ê inqilabê têkildarî zat û pênaseya rastî ya Amerîkayê hat gotin divê wek hişyarkirineke cidî li hemberî armancên şerxwazane yên Amerîkayê li navçê bê zanîn. Di vî warî de çend xalên kilîdî li gotinên rêberê giranqedir ê inqilabê hatin pêgirîkirin ku pêwîstîya parastina hişyarbûnê têkildarî pîlan û komployên demdirêj ên Amerîkayê li navçê bi bîr dixin.

Xala yekem, gotina vê rastîyê ye ku amerîkî berovajî idiayên di rû de, bi tu awayî bi dû kokbirrkirina têrorîsmê li navçê nînin. Amerîkayê bi piştgirîya ji DAIŞ`ê û têrorîstên tekfîrî û hevdestîya digel hikûmetên zailm û dîktator ên wek Alê Siûdî û piştgirîya ji cinayetkarên sîyonîst û cinayetkjarên ku her roj gelê Yemenê dikujin, zat û pênaseya xwe ya rezîl û fasid nîşan daye.

Xala duyem gotina vê rastîyê ye ku Amerîka hertim li dijî iqtidara welatên islamî nemaze Komara Islamî ya Îranê wek mînakek rizgarbûna ji pergala serdestîxwaz bûye.

Xala sêyem, pêgirîya ser ewlehîya digel pêşketinê ye ku netenê ji bo pergala Komara Islamî ya Îranê belkî ji bo hemî welatên serbixwe girîngîyeke istiratêjîk heye.

Armanca rastî ya Amerîkayê mijûlkirina gelên navçê bi qeyranên çêkirî bi rêka birêxistina bêtifaqî û nakokîyên navxweyî ye ku rojekê bi şiklê qewmperestîyê derdikeve holê, li cihekî jî pê pêkanîna bereyên fitne û rûxandina ji hundur va tê şopandin.

Lewma rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li pişkeke gotinên xwe bal kişand ser hewlidanên bêrawestan ên Amerîkayê ji bo hilêxistina şik û gumanan û dûrxistina gel ji hêvî û xwebawerîyê. Roja 9`ê meha Dêyê (30 Kanûnê) bi wê mezinatîya xwe, roja bersivdayîna gelê Îranê li hemberî lîstikên bi vî rengî û parastina nirxên dînî û inqilabî bû ku helbet roja îro jî basa berxwedana bo parastina nirxan heye.

Gotinên rêberê giranqedir ê inqilabê di rastrîyê de qelaştin û zelalkirina armancên Amerîkayê li asta navçê û cîhanê ye ku hegera sereke ya gellek pirsgirêkên gelên navçê û cîhanê aşkira dikin.

Noam Çamskî têorîsîyenê navdar ê amerîkî dema nirxandina gotinên rayedarên Amerîkayê dibêje: ``Amerîka, Îranê wek gefa herî mezin li hemberî aştîyê dizane li halekî ku cîhan ser vê bawerê ye ku Amerîka gefa herî mezin ji bo aştîya cîhanî ye.``

Amerîka sebebkarê gellek şer û minaqişeyên navneetwî û sedema rûxîna hikûmetan bi rêya derbeya wek ya Tebaxa sala 1953 ya li dijî dewleta qanûnî ya Îranê ye. Piştgirîya ji komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê ji kiryarên din ên alozkir ên Amerîkayê ye. Lê Amerîka ser halê xwe da, Îranê bi alozkirina navçê tawanbar dike.

Bê guman wisan ku rêberê giranqedir ê inqilabê got, xercên giran û planên lihevalîyayî yên Amerîkayê ji bo birêxistina nakokîya sîyasî, mezhebî, etnîkî û zimanî li îranê bê feyde ne û pêrgî işkestê bûne û bê guman geşatî û pêşketina Îranê yê di dewra serokomarê niha yê Amerîkayê de jî bidome.

Li gorî teybîra rêberê giranqedir ê inqilabê, dag û birîna derketina Komara Islamî ya Îranê ji meydanê û yan lawazbûna wê ser dilê wan jî yê bimîne.