Kanûn 18, 2017 13:29 Asia/Tehran
  • Dilê dîplomsîya Berxwedanê li Têhranê lêdide

Welatên islamî rawêjkarîyên ji bo xilaskirina Qudsê ji komploya nû ya amerîkî-israîlî didomînin û di vê çarçovê de Têhran wek mêhwera sereke ya Bereya Berxwedana Islamî, îro mazûvana civîna awarte ya Komîteya Filistînê ya Yekitya Meclisên Islamî ye.

Lidarxistina vê civînê nîşan dide ku bilî dewletên misilman ku berî vîya li civîna awarte ya Sazîya Hevkarîya Islamî li Istenbolê helwesta xwe têkildarî veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Qudsê ragihandibûn, meclisên islamî jî pêgirîyê li ser pêwîstîya vegerandina mijara Filistînê ser meseleya yekem a cîhana isalmê dikin.

Meclisên islamî ku li gellek welatên navçê sembola daxwaza giştî ya gelên misilman in, ev serpişkîya wan heye ku bi rêya dîplomasîya parlimanî dikarin çêtir ji dewletan daxwaza rastî ya gelan ragihînin.

Niha gellek dewletên islamî tûşî têbînî û şermkirinên sîyasî bûne û hazir nînin ku helwesteke qahîm li hemberî Waşîngtonê û rêjîma dagirkirê Qudsê nîşan bidin lê, digel vê yekê jî meclisên islamî derveyî muhafizekarîyan yê bikaribin pêgirîyê ser girîngîya rizgarkirina Filistînê bikin.

Yek ji dewletên paşvero yên ereb ku wer xûya dike rola sereke li mijara veguhestina balyozxana Amerîkayê lîstîye, rêjîma Siûdî ye. Dewleta ku Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê wê bi fermî ragihandîye ku plana asayîkirina peywendîyan digel Israîlê heye û bi birêxistina sênaryoyên propagandeyî li dijî Îranê hewl dide mijara Fiilstînê û veguhestina balyozxana Amerîkayê bo Qudsê negirîng nîşan bide.

Piştî ku Tirkîyê mazûvanîya civîna awarte ya welatên endamê Sazîya Hevkarîya Islamî li Istenbolê kir, û Têhran jî ku îro mazûvanîya welatên endamê Yekitîya Meclisên Islamî dike, Rîyazê heta niha rol û helwestek di warê şermezarkirina meselea veguhestina balyozxana Amerîkayê bo Qudsê nîşan nedaye û wer xûya dike tevî şermezarkirina rûvekî, li piratîkê tu vîyanek ji bo sekinîna li hemberî Waşîngtonê û Rêjîma Sîyonîst tineye.

Çav li rê ye ku îro li civîna Yekitîya Meclisên Islamî mijara xîyaneta hin dewletên ereb li hemberî armanca azadkirina Qudsê bê şermezarkirin û hevdestên sîyonîstan ji bo cihanîna proja jinavbirina warên pîroz ên ilamî ji bo raya giştî bên nasandin.

Waşîngton ku van rojana li her dera cîhanê xwenîşandan û kombûnên nerazîbûna li hemberî xwe dibîne, hewl dide ku bi birêxistina nimayişên sîyasî yên pêkenî li dijî Îranê, bala raya giştî ji mijara Fiilstînê bixalifîne ser şîyana berevanîyê ya Îranê. Lê raya giştî ya navçê ku berî vîya bi başî dît ku Amerîka çawan bi sênaryoyên xalifî navçê aloz dike, idî nakevin defika propagande û sênaryoyên Waşîngtonê û bêyî ku guh bidin helwestên Qesra Sipî hewl didin piştgirîya ji gelê Filistînê bidomînin.

Işkesta her cure muzakireya bi armanca sazişê, riswatîya Amerîkayê wek navbeynkarekî xayîn û bêabûrbûna welatên ku bi idiaya piştgirîya ji Ehli Sune, civaka filistînî tenê hîştin, wek sê dûhatên aqilsivikîya Donald Trump a wajokirina fermana veguhestina balyozxana Amerîkayê bo Qudsê ne.

Yêketîya Meclisên Islamî baş dizane ku bi berbiçavkirina van encam û dûhatana û pêgirîya ser berevanîya giştalî ji serhildana gelê Filistînê, pêşîya xîyanetên hin dewletên ereb bo wêdedayîna mesela Filistînê bigire û nehêle ku sîyonîst û piştgirên wan zordarîya li hemberî warên pîroz ên misilmanan bidomînin.