Kanûn 17, 2017 15:35 Asia/Tehran

Siyasetên Amerîka li rojhilata Navîn hertim bûye sebeba çêbûna alozî û gêre û kêşeyan li vê navçê.

Siyasetên Amerîka li rojhilata Navîn hertim bûye sebeba çêbûna alozî û gêre û kêşeyan li vê navçê û her serokomarên Amerîkayê li her dewreke ku deshilat girtine destê xwe diroşma damezirandina demokrasiyê li rojhilata navîn dane, lê rastî eva ye ku siyasetên Waşîngtonê xêncî kêşeçêkirina li vê navçê tu desthateke xwe tunebûye.

Mesela ku roja îro pirtir ji her dewranekê eşkera bûye, îterafa serokomarê nû yê Amerîka li bara siyasetên Waşîngtonê li Rojhilata Navîn e ku ji vê yekê çavkanî digre ku yan ev siyasetên Amerîka li rojhilata navîn ji berê va hatine berçavgirtin û yan jî Amerîka hema ji ber bê tecrubebûna xwe li vê navçê, xebata xwe didomîne ku helbet pêwîst e li her du babetan jî axivtin li ser bê kirin, bo nimûne siyaseta Amerîka li bara Erebistanê wisa bûye ku , heta wê çaxê ku Amerîka karî, Erebistan wekî mangeyeke bi şîr dot yanî Amerîka heta ku dikarî çek û sîlahên xwe firotin Erebistanê û paşê jî Riyaz kire qurbanî û ji goştê Erebistanê xwar û eva siyaseta vê dawiyê ya Amerîkayê li navça Rojhilata Navîn e.

Mesela berbiçav li vê navberê eva ye ku van rojana medyayên Amerîka bi xwe jî îterafê dikin ku ne dewleta Amerîka û ne Donald Trump serokomarê Amerîka tevî ew hemû îdiayên ku dikin, tu steratejiyeke wan yê rastîn li Rojhilata navîn tune û tenê dixebitin ku xêr û qazanca Amerîka li vê navçê biparêzin.

Waşîngton Postê li gotareke xwe destnîşan kiriye ku Trump tu steratejiyek li rojhilata Navîn tune.

Eva 11 mehin ku ji dewrana serokomariya Trump li Amerîkayê derbas dibin û li vê mudehê li ser riya dewleta Amerîkayê hin berbend hene, babetên wekî, Destdirêjiya yekalî yê Amerîkayê ser axa Sûriyê, mesela rêketina navokî û ev mesela ku Amerîka pêbendiya Îranê bi vê rêketinê bawer nake, mesela bi fermî naskirina Quds`ê wekî paytexta Rejîma Siyonîstî ku sercem ev cure siyasetên Waşîngtonê bûne sebeb bereyên nû dijî Amerîka li Rojhilata Navîn û cîhanê çê bibin û wisa ku tê gotin êdî baweriya welatên cîhanê bi Amerîka gelekê kêm bûye û heta hevalbendên vî welatî jî bawerî bi siyasetên Waşîngtonê tune.

Eva ku Amerîka bi mihana istifada dewleta Sûriyê ji çek û sîlahên kîmyayî dijî neyarên xwe istifade kiriye, êrişî ser Sûriyê kir yan xebitî wisa nîşan bide ku Îran pêbendî rêketina navokî nîne û li vê kutahiyê jî Trump Quds wekî paytexta Rejîma Siyonîstî daye nasandin, nîşan dide ku Amerîka hertim dixebite Rojhilata Navîn aloz bike û bona pêşbirina van cure siyasetan her pîlanek ku pêwîst be îcra dike ku helbet welatên navçê û xelkê Rojhilata Navîn êdî bi van pîlanên Amerîka hesiyane û van siyasetan bi şîdet mehkûm dikin.

Ser bawera Waşîngton Post`ê, Ev cure siyasetên derveyî yên şaş ên dewleta Trump serê axirê dibe sebeba aloziya navçê û peydabûna hevalbendiyeke rûsî, îranî û welatên din ên navçê dijî Amerîka û Rejîma Siyonîstî li navçê.

Erîk Edilmen baylozê berê yê Amerîka li Tirkiyê li komîta hêzên çekdar ên Senaya Amerîka li bara van cure siyasetên Trump got: Siyasetên Donald Trump serokkomarê Amerîka li Rojhilata Navîn her çend heta niha hela helayên cur bi cur têda hebûne lê rastî evaye ku hema dewama siyasetên serokkomarê berê yên Amerîka ye.

Gelek ji karzanên siyasî bawerin ku niha li Rojhilata Navîn Amerîka rastî du xeteran e, Yek Qudret peydakirina Îranê li navçê û babeta dudyan jî rewaca kiryarên fanatîk li navçê ku ji ber alîkariyên rasterast û nerasterast ên Amerîkayê bo grûpên tundrê ev wezyeta çê bûye û li vê wezyetê da tuyê bêjî ku Trump nikare rastiya van babetan tê bigehêje.