Civîna awarte ya rayedarên Rêxistina Hevkariya Îslamî, mecalek jibo vegeryana bo himêza cîhana Îslamê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî îro li halekê ji Têhranê berê xwe da Tirkiyê ku civîna awarte ya rayedarên Rêxistina Hevkariya Îslamî biryar e roja çarşemiyê li vî welatî were lidarxistinê.
Giringiya vê civînê eva ye ku eva yekim berteka komî ya welatên Îslamî li hember biryara dewleta Donald Trump jibo guhestina balyozxana xwe ji Telavîvê bo Beytulmuqedesê tê hesabê.
Li rojên derbasbûyî, pareka mezin ji cîhana Îslamê bi lidarxistina kombûnên berfireh, nerazîbûna xwe li hember guhestina balyozxana Emerîkayê û qebûlkirina îdiaya guhestina paytexta Rejîma dagirkirê Qudsê bo Beyt Ul-Muqedesê nîşan dan. Her wiha piraniya dewletên hevgirtî yên Emerîkayê çi li navçê û çi jî li Ewrûpayê bi biryara Koşka Sipî dijberî kirin û tenêtiya dîplomatîk a Waşengtonê nîşan dan.
Lê dîsa jî kêm ninin, ew analîzorên ku ser vê bawerê ne ku hegera wêrektiya Emerîkayê li bara Qudsê û devberdana ji hemî destkewtên muzakireyên aşitiya Rojhilata Navînê, hema hewrêtiya hin welatên navçê tev Rejîma Siyonîstî ye.
Nîşana vê hevrêtiyê, sefera vê dawiyê ya taximek ji Behreynê bo erdên dagirbûyî bû. sefera ku nîşan da Alê Xelîfe çawa ji pişt va derbeyê li tevgera Întifaza gelê Filistînê dixe.
Ji dewletên din ku heta hazir nîne peywendiyên xwe tev rejîaa dagirkirê Qudsê veşêre, Erebistana siûdî ye. Seferên curbicur ên rayedarên pilebilind ên her du aliyan bi başî nîşan dide ku kiryara Emerîkayê derheq guhestina balyozxana wî bo bajarê pîroz ê misilmanan, bêyî îşareya hin dewletên xayîn li navçeyê bûye.
Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê beriya ku ji Têhranê derkeve li civîna eşkere ya duh ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê eşkere ji ERebistanê xwest ku peywendiyên xwe tev Rejîam Siyonîstî qut bike. Eva helwêstek e ku dubarekirina wê li civîna rayeadrên Îslamî dikare parek ji rayeadrên cîhana Îslamê ji xewê hişyar bike.
Rejîmên navçê ku bi xeyaneta li armancên azadiya Qudsê dixwezin bi peywendiya etv Îsarîlê, rejîmên xwe yên navrewa mayînde bikin divê ji çarenivîsa wan ku pişta xwe bi piştgiriyên Emerîka û Îsraîlê girêdan, dersê wergirin.
Husnî Mubarek serokkomarê wêdebirî yê Misrê an Muhemeriza Pehlewî paşayê herî dawiyê yê Îranê ji wan rayedarên dewletên heyî li cîhana Îslamê bûn k tevî xeyaneta li azadiya Filistînê nekarîn hikûmeta wxe rizgar bikin û li hember tevegrên gelanî ber xwe bidin.
WEr tê xûyanê ji ber guhestina balyozxana Emerîkayê bo Qudsê, pîalana emerîkî-îşsraîlî jibo jinavbirina mizgevta Eqsayê tam eşkere bûye û dewletên ku bixwezin bi rejîmê wiha re hevkariyê bikin, , mehkûmê inqilaba derûnî ye .
Rejîmên mîna Alê Xelîfe û Alê Siûd wek yekim dewletên ku peywendiyên germ û gurr bi Telavîvê re hene divê çavlirê bin ku zû an dereng agirê xezeba erebên bixîret zextê bîne ser dewleta wan û kivş nîne ku çi çarenivîsek li benda van xayînan be.
Civîna roja çarşemiyê ya rayedarên Rêxistian Hevkariay Îslamî derfetk e ku hemî dewletên Îslamî herîkêm di rpûvek de helwesteka hevgirtî li hember azadiya qudsê hbin û nîşan bidin ku zêde ji berjewedniyên Emerîka û REjîam siyonîstî, dilgiranê mesela Filistînê ne.
Renge jî ger rejîma Siûdî dewsa bombebarana emenê bi welatên din ên Îslamî re li dijî siyonîstan hevkariyê bike, bikaribe xwe ji qopiya ku ji xwe re çê kiriye, bifilite.