Kanûn 08, 2017 17:05 Asia/Tehran
  • Li Civîna Yekbûna Îslamî ji Întifazeya nû ya Filistînê piştgirî bû

Civîna Yekbûna îslamî li Têhranê bi weşandina daxuyaniyeka 26 xalî û pêgiya dubare ya ser xurtkirina yekbûna îslamî ya jibo sekinîna li hember pîlanên dijminan û ji wan pîlana nû ya dijî Qudsê, karê xwe bi dawî anî.

Konfiransa Navneteweyî ya Yekbûna Îslamî ku sêşemiya buhurî karê xwe destpê kir, pêncşemê bi şev karê xwe bi dawî anî. Li daxuyaniya dawîn a vê civînê amajeyî du xalên girîng hatiye kirin. Ya yekê eva ye ku tevî şiyana Cîhana Îslamê, vejiyandina şaristaniyeta Îslamî bi armanca rizgarkirina mirovantiyê ji êş û elemê, pêwîst e.

Ya dudiyan, amajeyî karê Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê yê dijî Qudsê hatiye kirin. Pişikdarên li Civîna Yekbûna Îslamî, li ser pêwîstiya sekinîna li hember siyaseta nû ya Amerîkayê ya jibo cihûkirina Qudsa Şerîf û serdestiya misilmanan pêgîrî kirin, li ser vê bingehê cîhana îslamê hewcedara întîfazeya filistînî ya li hember pîlana nû ya dijî Qudsê ye.

Hevgavê ji navçûna pîlana terorîsma tekfîrî ya DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê, dijminên cîhana îslamê, pîlaneka din a nû girtine ber xwe. Armanca vê pîlanê jî garantîkirina ewlehiya Rejîma Siyonîst li bin sîvana xeyaneta hin welatên erebî yên sazişkar e.S

 Seokomarê Amerîkayê di dawiyê de çarşemiya buhurî, Qudsa dagîrbûyî, wekî paytexta Rejîma Siyonîst da nasandin û hevgavê vê yekê ferman da ku karên destpêkê yên guhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Têlavîvê bo Qudsê werin şopandin.

Biryara Trump a li bara Qudsê, eger çi wê rastiya dîrokî û nasnameya bajarê Qudsê neguherîne lê karê serokomarê Amerîkayê yê di vî warî de, bi siyaseta hin welatên erebên piştgirê Îsraîlê re yek e. Yanê siyaseta hin welatên ereb ji wan Erebistana Siûdî ya asayîkirina danîna peywendiyan bi Îsraîlê re, dewleta Trump han da ku Qudsê wekî paytexta Rejîma sexte ya Îsraîlê bide nasandin.

Her di vî warî de Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Hevrêtiya welatên ereb ên dorhêla Kendava farsê ya li rêya pîlana dijî Filistînê, sedema sereke ya handana dewleta Trump bona guhestina sefareta Amerîkayê bo Qudsê li dahatiyê ye.

Kiryara vê dawiyê ya dewleta Amerîkayê dijî Qudsê, zêde ji berê hewcedarê hişmendî û baldariya cîhana îslamê ye. Yekbûna umet û dewletên îslamî, zirûfek mezin e ku eger serê xwe bigire, tu pîlanek li welatên îslamî, wê negihîje encamê. Piştgîriya pişikdarên li Civîna Yekbûna Îslamî ya li Têhranê ji întîfazeya nû ya Filistînê ya li hember destdirêjiya li Qudsa Şerîf, yekbûna misilmanan ya li hember berçavgirtina armanca filistîniyan nîşan dide û her wiha nîşana vê yekê ye ku li cîhana îslamê pîlaneka nû pêk tê. Piştî bidawîhatina fitneya DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê, niha mesela Quds û Filistînê di serê meselên cîhana îslamê da ye.

Welatên îslamî bi şopandina berdewam a alûgorên Filistînê û bikaranîna  zirûfên pirrcûr ên li welatên îslamî, wê pîlan nû ya dijî Qudsê hema li destpêkê ji nav bibin. Tu welat yan serokomarek nikare çarenivîs û dahatiya bajarê Qudsê kivş bike belkî dîrok û vîna piştgirên armanca Filistînê, wê çarenivîsa vî bajarî kivş bikin. Piştgîrên armanca Filistînê çavlirê ne ku pişta întîfazeya nû ya filistîniyan bona parastina bajarê dîrokî yê Qudsê, were girtin. Di vê navberê de filistîniyan amadetiya xwe ya jibo destpêkirina întîfazeya nû ya bi armanca azadiya Qudsê ragihandin.

Tecrûbe nîşan daye ku berxwedan tenê riya rizgariya Filistînê û bêbandorkirina pîlanan e. Her di vê çarçoveyê de îsmaîl heniye, serokê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera HAMAS`ê, destnîşan kir: Tenê bi întifazeya nû meriv dikare li hember siyaseta îsraîlî ya ku Amerîka pişta wê digire bisekine û filistînî wê di çarçoveya întîfazeyeka nû bixebitin.