Kanûn 06, 2017 17:49 Asia/Tehran
  • Şirove - Dewama serokwezîrtiya Herîrî, têkçûna rola Alê Siûd li Libnanê

Seid Herîriyê serokwezîrê Libnanê roja bihurî anku 5`ê Kanûna 2017an bi awayê fermî destkişandina xwe ya ji posta serokwezîrtiya Libnanê paşve kişand û beşdarî civîna kabîneya dewleta Libnanê bû.

Seid Herîrî roja 4`ê Mijdara 2017an li Erebistanê destkişandina xwe ya ji posta serokwezîrtiya Libnanê ragihand. Destkişandina ji kar a Herîrî li ser meyl û dilxwaziya wî bi xwe pêk nehat; Belkî serokwezîrê Libnanê piştî gihîştina Riyazê tûşî deqa ji pêşva nivîsî bû û tenê daxûyaniya destkişandina ji kar xwend. Armanca sereke ya dewleta siûdî hebûna rola li Libnanê bi merema anîna zextê li ser Hizbullahê bû.

Paşvekişandina îstîfayê ji aliyê Herîrî va peyamekê digihîne: Projeya siûdî ji bo hebûna rolê li Libnanê serê xwe negirt. Lê pirsa girîng ev e ku çawa ev proje ser neket? Li bersiva bo cê pirsê divê em bala xwe bikişînin ser helwêstên seyd Hesen Nesrullah û helwêsta vebirr û ciddî ya Mîşil Ewnê serokomarê Libnanê.

Sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê, seyd Hesen Nesrullah li yekem helwêsta xwe ya piştî îstîfakirina Herîrî, ew biryara siûdiyan da zanîn ne ya Herîrî. Sikritirê giştî yê Hizbullah Libnanê di helwêsta xwe ya herî dawî jî ragiahn dku Hizbullah dê hevkariya Herîrî ji bo xurtkirina aramî û tenahiya Libnanê û parastina dewletê û parastina canê Herîrî û pêşîlêgirtina ji komployan bike. Ev helwêst ku piştevaniya fermî ya Hizbullahê ji Herîrî selimand, bi wateya aqilmendiya siyasî û morala nermbûna siyasî ya Hizbullah û seyd Hesen Nesrullah û bi taybet têkçûna nkomploya siûdî ji bo pêkanîna nakokî û qelaşê navbera Hizbullah û Herîrî û tawanbarkirina Hizbullah bi sûcê pêkanîna dudestetiyê li Libnanê bû.

Serokomarê Libnanê jî ji yekem roja destjkarkişandina neçarî û di bin zextê ya Herîrî li Riyaza paytexta Erebistanê, tevî xwedûrkirina ji her cûre anîna zextê li ser Herîrî, anîna zexta li ser Erebistanê kir helwêst û siyaseta Libnanê û ``Dîlgirtin`` û ``Girtina`` Herîrî li Riyazê hilêxist ku karekî dûrî prensîbên dîplomatîk li dinyaya siyasetê tê hesêb.

Mîşil Ewnê serokoamrê Libnanê derheq bertekên ku piştî vegeriyana Herîrî bo Bêyrûtê pêk anîn jî tevî piştevaniya ji dewama serokwezîrtiya Herîrî li Libnanê, daxwaza dewama serokatiya Herîrî li Kabîneya dewleta vî welatî kir. Mîşil Ewn jî wekî seyd Hesen Nesrullah aqilmendî û dûrfikirîn û kûrfikirîna xwe ya siyasî îsbat kir.

Seid Herîrî jî eger çi ku hema wisa di bin zexta Alê Siûd da ye; Lê bi paşvekişandina îstîfaya xwe nîşan da ku ev destkişandina ji kar di bin zext û guvaşên siûdiyan pêk hat.

Paşvekişandina îstîfayê ji aliyê Seid Herîrî va tevî vêya ku vîn û îrada kom û kesayetiyên siyasî yên libnanî bona parastina aramî û tenahiya siyasî li vî welatî nîşan da, bona libnaniyan pêngaveka ber bi pêş va di riya serxwebûnê li warê siyaseta navxweyî û derveyî tê hesêb.