Mijdar 28, 2017 18:49 Asia/Tehran
  • Nêrîna rêberê Inqilabê têkildarî rola stratejîk a hêza deryayî li warê parastina Îranê

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, fermandeyê gişt hêzên çekdar ê Îranê roja 7`ê meha Azerê (28 Mijdarê) wek Roja Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, roja serfirazî û şanazîya vê hêzê û roja sembolîk ji bo rêzgirtina li fidakarîyên vê hêzê zanî.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî bal kişand ser girîngîya hêza deryayî û got: Hêza deryayî li rêza pêşîn a parastina Îranê ye û deverên girîng ên wek Mekran, deryaya Umanê û avên azad li ber vê hêzê ne û bicihbûna li avên azad wek berê divê bidome.

Roja 7`ê meha Azerê (28`ê Mijdarê) salvegera hemaseafirînerîya pêrsonêlên mûşekavêja Pêykanê, Roja Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê hatîye binavkirin.

Di rojeke wek îro de, pêrsonêlên mûşekavêja Pêykanê di encama opêrasyona Mirwarîdê de bi hemaseyeke mayinde de bi êrişa ser meydanên niftê yên El Bekir û El Emîyê yên Iraqê zêde ji du sêyê (2/3) meydanên hanê têk birin û alaya Îranê li qûçê doşika herî bilind a niftê li wir daliqandin.

Roja îro jî hêza deryayî di cîgeheke bilind ye û di çarçova pêwîstîyên berevanîyê de li deryayan pêngavên bilind rakirine.

Li gorî girîngîya rêyên deryayî di warê aborîya bi rêka deryayan ş berfirebûna hatin û çûyîna gemîyên ticarî û nifthilgiran li deryayan de, dabînkirina ewlehîya li deryayan pêwîstîyek e. Lê ji bilî vê pêwîstîya cîhanî, Îran li derdora xwe bi gefên berfire ra rûbirû ye.

Ezmûna nêzîkî 100 salî nîşan dide ku bîyanî hertim bi heceta ewlehkirina Kendava Farsê sedema bêewlehîtî û qeyransazîyê li deverê bûne. Armancên wan rewanîşandayîna bicihbûna dayimî  li deverên deverên girîng ên jêopoltîk û muhtackirina welatên herêmê di warê ewlehîyê de bo bîyanîyan û firotina bayê milyardan dolarî çek û rextan û parastina pêgeha xwe li navçê ye. Roja îro hêza deryayî ya Îranê cîgeha xwe ya bihêz li warê parastina deryayên Îranê misoger kirîye û di warê cihanîna erkdarîyên deryayî li avên navnetewî de bi awayekî xurt pişkdarîyê dike û amadebûna xurt a hêza deryayî ya Artêşa Îranê wek palpişteke bawerpêkirî li mijara têkoşîna li hemberî têrorîsmê li deryayan tê naskirin.

Hêza deryayî ya Artêşa Îranê di salên dawîyê de zêde ji 50 kompapor şandine deryayên azad ji wan Bab ul Mendeb, Rêya Deryayî ya Soêzê, Deryaya Mêdîteranê û perravên Pakistan, Hindûstan, Serîlanka, Endonêzî, bendereke Çînê û herwiha hin cihên li başûra Afrîqayê.

Hêza deryayî ya Artêşa Îranê ev şîyana heye ku bi amadebûna xurt li parastina ewlehîya perravên Kendava Farsê û deryaya Umanê heta oqyanûsa Hindê û li her cihekî deryayên azad ewlehkirin pêwîst be, amade û bi cih bibe.

Hêza deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê bi vê armancê cîgeh û rola xwe heta asta hêzeke istiratêjîk jorde birîye. Çawan ku rêberê giranqedir ê inqilabê li hevdîtina digel fermande û berpirsên hêza deryayî ya Artêşê got: Geşatî û pêşdaçûneke baş li hêza deryayî destpê bûye û roja îro hêza deryayî ya Îranê gellekî pêşketîtir û karatir ji 20 salan berî niha ye lê ev asta pêşketinê qanihkir nîne û li hemî pişkan divê bi vîn û moraleke bilind, dahênan û pêngavkirinê, hereketa lezgîn bê şopandin.