Mijdar 03, 2017 17:35 Asia/Tehran
  • Îdiaya hevkariya Îranê tev El-Qaidê li bin bandora dolarên niftê yên Siûdî

Saziya sîxoriya Amerîkayê hevçaxê belavbûna rapora `Navenda qaşo Berevaniya ji Demokrasiyê` li bara êrişa vî welatî ser veşartgeha Usame Bin Laden serkirdeyê berê yê El-Qaidê li Ebîtabada Pakistanê, îdia kiriye ku di navbera El-Qaidê û Îranê peywendî heye.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li berteka derheq belgeyên ku saziya sîxoriya Amerîka li bara peywendiya Îranê û El-Qaidê weşandiye ragihand: Dolarên niftî yên Erebistanê ku ji Amerîkayê ra pêşkêş dike bûye sebeb ku Saziya sîxoriya Amerîkayê ya CIA û Erkana parastina demokrasiyê hin raporên kêmerziş û bijare li bara peywendiya Îranê û El-Qaidê biweşînin ta ku rola yekgirtiyên sereke yên Amerîkayê li êrişa 11 Îlona 2001 were veşartinê.

Li vê çarçovê de Hemîd Beyîdînijad baylozê Îranê li Londonê jî li berteka belavbûna belgeyên peywendîdar bi serkirdeyê berê yê El-Qaidê , bi belavkirna vîdoyekê ji Hîlarî Kilînton wezîrê karên derve yê berê yê Amerîka nivîsî: Wezîrê karên derve ya berê ya Amerîka bi xwe ragihandiye ku me El-Qaide ava kir û bi sîlahên pêşketî me piştevaniya wan kir û me bêserûberiyek mezin li nav Efxanistanê û Pakistanê çê kir.

Her çend piştî mirina Usame Bin Laden li operasiyona taybet a hêzên amerîkî li sala 2011, gelek ji babetên veşartî yên çawaniya pêkhatina El-Qaidê û çawaniya behregirtina Amerîka ji vê grûpê bona pêşbirina hedef û armancên xwe li Efxanistanê hatine veşartin lê her ev belgeyên ber dest û îterafa Hîlarî Kilînton ser peywendiya rasteraste El-Qaidê û Amerîka û hevalbendên navçeyî yên vî welatî nîşan dide ku Amerîka sebebkarê sereke ya pêkhatina El-Qaidê bûye.

Alûgorên piştî 11 Îlona sala 2001 û lêkolînên ser vê bûyerê nîşan da ku kirêgirtiyên Erebistanê sebebkarê sereke yên qewimîna vê rudawê bûne.

15 kes ji 19 sebebkarên sereke yên rûdawa 11 Îlona sala 2001 erebistanî û endamên El-Qaidê bûne.

Bê şik Erebistan wekî maka terorîzmê roleke sereke li berfirehbûna terorîzmê li nav welatên cîhanê heye û li vê navberê eva ku Amerîka li bara 11 îlona sala 2001 hinek belgeyên bijare belav dike ta ku welatên din tawanbar bike , vê yekê nîşan dide ku dolarên Erebistanê li ser siyasetên Amerîka li vê barê bi tesîr e.

Erebistan li bin rêveberiya hakimên xwe yên nû dixebite bi dolarên xwe ew rûmeya xwe ya ku maka terorîzmê li cîhanê ye veşîre û dixebite vê mesela rast ya ku xelkê cîhanê Riyazê wek  çavkaniya terorîzmê dizane ji zihniyeta raya giştî ya cîhanê paqij bike, li halê ku hemû dizanin xîm û binyata selefîgerî û wehabiyetê ku desthata van nêhrînan pêkhatina grûpên terorîstî yên wekî El-Qaide, DAIŞ û Cibhetul-Nusre ye, hema Erebistan bi xwe ye û bê şik belavkirina belgeyên bijare ji aliyê Amerîka, nikare alîkariyên Erebistanê ji bo grûpên terorîstî veşêre.

Gotinên vê dûmahîkê yên Muhemed Bin Selman Welîehdê Erebistanê li civîna abûrî ya ku li Riyazê birêveçû û got ku welatê wî li halê meşyana ber bi îslama navînrê ye li çarçîva çêkirina rûveteke nû ji Erebistanê ye ku çavkaniya terorîzmê bûye.

Her li vê çarçîvê Elî Murad karzanê karûbarên Erebistanê ragihand ku piraniya sebebkarên înteharî ji Erebistanê derketine û li navçên curbicur ên cîhanê kiryarên terorîstî cih tînin û para pirtire wan jî temenê wan kêmtir ji 30 salî ye û Muhemed Bin Selman hema eşkera îteraf kiriye ku welatê wî kesên fanatîk perwerde dikirine.

Danûstandinêntecarî yên hakimên nû yên Erebistanê tev Amerîka û dayîna dolaran bo Amerîka bona nermkirina rûveta Erebistanê ye li vî halî saziyên amerîkî jî dixebitin bi belgeyên sexte û bijare welatên din tawanbar bikin û ji aliyê din ve propagandê bikin ku Erebistanê ber bi guhertinê û çûyîna ber bi Îslama nerm pêngavan radike.

Her çend xebatên wiha bona baştirnîşandana rûveta Erebistanê cih tên, lê rastî eva ye ku kes nikare rastiyên dîrokî veşêre û kes nikare veşêre ku Erebistan tawanbarê sereke yê rûdawa 11 Îlona sala 2001 li Amerîka bûye û li vê çarçîvê dadgehên Amerîka jî nexş û rola Erebistanê li rûdawa 11 Îlonê mehkûm kirin.