Nihêrîna rêberê inqilabê: Ezmûna baş a hevkariya Îran û Rûsiyê li Sûriyê
Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî berêvariya çarşemiyê li hevdîtina tev Viladimîr Putîn, serokkomarê Rûsiyê teqez kir: Ezmûna baş a hevkariya li Sûriyê nîşan da ku armancên hevpar dikarin pêk bên.
Hezretê ayetullah Xamineyî li vê hevdîtinê destnîşan kir: Işkesta hevalbendiya emerîkî ya alîgirê terorîstan li Sûriyê rasitiyek e ku nayê haşakirin lê ew tim mijûlî dîzayn û komployê ne, loma çareseriya mesela Sûriyê hewcedarê dewama hevkariyên qahîm û xurt e. Rêberê giranqedir ê Inqilaba Îslamî, rawestana hevpar a Îran û Rûsiyê li hember terorîstên tekfîrî yên ku çend welatên biyanî piştgirîyê didin wan hilgirê encamên giring da zanîn û got: Nijyar û pêkhateya gelik baş û rawestana hevpar a Têhran û Moskowayê li hember fitne û fesadiya terorîstan li Sûriyê pir wateya xwe heye û rola Rûsiyê li meselên navça rojavaya Asiyayê bibandor kiriye.
Hevkariya Îran û Rûsiyê li Sûriyê jî li warê meydanî û him jî li warê siyasî, hevkariyekek biwate bûye û dûhatên erênî hebûne.
Bi derbasbûna eskerên Rûsiyê nav Sûriyê ji sala 2015`an û hevgav rola bibandor a Komara Îslamî ya Îranê,muadilên siyasî û meydanî yên Sûriyê hatin guhertin. Ezmûna baş û kêrhatî ya hevkariya hevpar a Têhran û Moskowayê îro Sûriye daniye cih û şûneke bilind û liv û tevgerên terorîstên DAIŞ`ê tenê li beşek ji Dêrazorê, rojhilata Sûriyê maye.
Bereya Îran û Rûsiyê bi hevkariya dewleta Sûriyê û hêzên berxwedanê, bereya rastîn a rawestana li ber terorîzmê pêk tînin û ev bereya di partîkê de komploya Emerîka, Îsraîl û hevpeyanên wê li Sûriyê bêencam kiriye.
Liv û tevegrên Îsrîlê li Sûriyê bi êrişên berdewam ên hewayî û mûşekî ser Sûriyê, hewldana jibo xwenîşandayînê li alugurên vî welatî ye lê rasitiya niha li encama hevkariya kêrhatî ya Îran û Rûsiyê, tecrîda Îsraîl, Emerîka û hevpeymanên navçeyê yên wan ji muadilên Sûriyê ye. Ezmûna hevkariya Îran û Rûsiyê li Sûriy ji wê, hêza kêrhatî û bibandor li rawestana li ber terorîzmê hatiye çêkirin û hevgav, hevalbendiya emerîkî ya piştgirê terorîstan tim liv û tevgerên kavilkir di bernama xwe de heye.
Hewldana jibo parvekirina Sûriyê, veguhestina serkirdeyên DAIŞ`ê û îstifada siyasî ya bikaranîna madên kîmyawî li Sûriyê bi armanca zexta dewleta qanûnî ay Beşar Esed ji wan planên hevalbendiya işkstxwarî ya emerîkî ya alîgirên terorîstan li Sûriyê ye.
Şueyb Behmen, karzanê meselên Sûriyê, çarşemiyê şevê li gotûbêja bi kanala televîzyoan Îranê, bal kişand ser vê yekê ku Sûriye li rojên hestyar û biçarenivîs nêzîk dibe û got: Sefera Viladîmîr Putîn bo Têhranê vê peyamnê dighîne ku hevkariyên di navbera Îran û Rûsiyê tim li Sûriyê û di asta navneteweyî dê bidome û ev hevkarî xêncî rawestana li ber terorzîmê, çareseriya mijar û pirsgirêkên Sûriyê jî digre ber xwe.
Hevkariya Îran û Rûsiyê jibo çareserkirina qeyrana siyasî ya Sûriyê him hevalbndiya emerîkî da qeraxê û pêvajoya Astanê, dervey viyan û îradeya Emerîkayê bi însiyatîva Rûsiyê û Îranê, rewşa siyasî ya Sûriyê bi serûber kiriye.
Xala bingehîn li pêvajoya Astanê, teqeziya ser rola xelkê Sûriyê li dayîna biryara dawiyê ya siyasî bo welatê wan e.
Di vê çarçveyê de, Viladîmîr Putîn li hevdîtina rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, parastina yekperçetiya erdê Sûriyê û piştgriya ji dewleta Beşar Esed ji prensîpên siyaseta derve ya Rûsiyê da zanîn û got: Her cure guhertin û hewldan li Sûriyê divê ji hundir ve serê xwe bigre.