Teqezkirina Tirkiyê ser pêwîstiya betalkirina encama giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iarqê
Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja pênşemiyê teqez kir, rawestandina encama giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistanê têrê nake û divê encama wê were betalkirin.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bal kişand ser giringiya pêşniyara rayeadrên Herêma Kurdistana Iarqê jibo rawestandina encama giştpirsiyê û got: Ev mesela giring têrê nake, Tirkiye bi tiştek xêncî betalkirina encama giştpirsiyê û parastina hurmeta qanûna bigehîna Iraqê qebûl nake.
Piştî lidarxistina giştpisriya 25 Îlonê jibo cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, dewleta navendî ya Bexdayê fermana dabînkirina ewlehiyê û istandina navçên stratejîk a parêzgeha Kerkûkê ji mîlîtanên kurd da. Istandina van navçana bes bû ku Herêma Kurdistana Iraqê bi daxûyaniyeke fermî siba roja çarşemiyê, 25 Cotmehê pêşniyara damezrandina agirbesê berdêla rawestandina encama giştpirsiyê û muzakireya tev Bexdayê bixe rojevê.
Encama vê giştpirsiyê ku mehek ser dibhure, lê tenê alozî û pevçûna navbera hêzên federale Iraqê û hêzên emegdarê Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê li ser kontrola parêzgeha Kerkûkê û xisara giran li çavkanî û berjewendiyên neteweyî yên xelkê Iraqê û helbet derketina nearamiyê li beşên curbicure vî welatî yên Iraqê bûye. Rayedarên Hewlêrê rojek piştî vê pêşniyarê raghandin ku li benda wergirtina bersiveke fermî ji aliyê Bexdayê li bara plana Barzanî derheq rawestandina encamên giştpirsiyê û destpêkirina gotûbêjê ne. Dewleta Bexdayê lê heya niha bersiva vê pêşniyarê nedaye .
Hin derdûdorên siaysî ser vê bawerê ne ku ku hege a bêdengiya berpirsên dewleta anvendî ya Iraqê li hember pêşniyara Hewlêrê derheq rawestandina encama giştpirsiyê vedigere nirxandina rayedarên Bexdayê ji pişt perdeya pêşniyara Hewlêrê.
Berpirsên dewleta navendî ay Iraqê pêşniyara Hewlêrê derheq rawestandia encamên giştpisriyê , hewldana jibo bifermînaskirina vê giştpirsiyê,ji aliyê Bexdayê û bikaranîna wê weke amûrekê li dijî Bexdayê dizanin.
Bersiva dewleta anvendî ya Iraqê bo pêşniyara Hewlêr her çi ku bibe, hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê nabe helwest û berteka welatên Iraqê û aktorên civaka navneteweyî li hember kiryara vê navçê jibo lidarxistina vê giştpisriyê, wek reftarekê ku civaka navneteweyî dijberê wê bû, ji bîr bike.
Helber Hewlêrê pêştir bersiva xwe ji Bexdayê wergirtibû. Cihekê ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li reşnivîsekê ku li rojnama Niyoyork Timesê ya Emerîkayê hat weşandin, raghandibû, Iraq dê yekperçe bimîne û Iraqa ewleh jibo ewlehî û aramiya navçê û cîhanê baştir e.
Ebadî li vê erşnivsê gotibû: Her wek Iraq li sê salên buhurî jibo işkestdayîna DAIŞê bûne yek niha jî divê hemen yekitiyê jibo çareserkirina pirsgirêkên pêşber bi kar bîne, pirsgirêkên ku avedankirina û çêkirina welatekî demokratîk e.
Niha jî wezîrê karên derve yê Tirkiyê pêşniyara kurdên Iraqê jibo rawestandina encamên giştpirsiya Herêma Kurdistana Iarqê giring zanî lê got ku têrê nake.
Mewlûd Çawûşoglu, wezîrê karên derve yê Tirkiyê bal kişand ser pêşniyara kurdên Iraqê jibo rawestandina encamên giştpisriyê ay Herêam Kurdistana Iraqê giring e lê got ku ev kiryara têrê nake.
Ji aliyê din, rojnama El-Şerq El-Ewset eşkere kir ku plana Hewlêrê jibo rawestandina encamên giştpirsiyê, piştî peywendiya telefonî anvbera serokkomarê Fransayê û serokê Herêma Kurdistana Iarqê hat raberkirin û Parîsê jî ji Bexdayê xwest ku piştgiriyê bide plana Hewlêrê. Piştî plana vê pêşniyarê, Parîsê destxwe ji plana Hewlêrê jibo rawestandina encamên giştpirsiya serbixwrtiya Herêam Kurdistana Iarqê, arwestandina destxwe ya gulleavêtinan û pevçûnan û destpêbûna gotûbêja li çarçoveya qanûna bingehîn pêşewazî kiriye. Kiryara ku beriya her tiştî têbîniyên dewleta anevdnî ya Iarqê jibo qebûlkirina pêşniyara Hewlêrê zêde kiriye û bûye sedem ku rayedarên Tirkiyê hegera reftara Hewlêrê û plana vê anvçê jibo agirbesê venihêrin.