Cotmeh 27, 2017 11:49 Asia/Tehran
  • Nêrîna rêberê inqilabê: Dewleta Iraqê divê têkildarî fêl û fendên amerîkîyan baldar be

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê li hevdîtina digel serokwezîrê Iraqê ku li Têhranê pêk hat, piştgirî da hewldanên delweta vî welatî ji bo berfirekirina peywendîyên digel welatên cînar û navçê û pêgirî kir: Di eynî demî de divê li bara fêlbazîya amerîkîyan baldar bin û tu wexta bawerîya xwe li wan neynin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilabê duh ji Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê re got ku amerîkîyan xwe DAIŞ pêk anîn lê niha ku têrorîst li hemberî dewlet û gelê Iraqê tûşî işkestê bûne, ew xwe hevrê û hevdengê vê alûgura mezin û girîng nîşan didin lê, bê guman her dema ku derfetê bi dest bixin yê dîsan derbê li Iraqê bidin.

Heke mirov bala xwe bide ser alûgurên Iraqê ji dema sernixûnbûna rêjîma Beis a Sedam di sala 2003`yê de û nemaze piştî êrişa koma têrorîst a DAIŞ`ê ser Iraqê di Hezîrana sala 2014`an de û dagirbûna bajarê Mûsilê, sîyaseta amerîkîyan li Iraqê dikare bê nirxandin. Herçend ku amerîkîyan dema bicihkirina eskerên xwe li Iraqê, xwe navbeynkarê gelê vî welatî didan nasandin lê, piştî demeke kurt karên şîrketa Black Waterê li Iraqê, esasa sîyaseta Amerîkayê ji bo her kesî zelal kirin.

Cinayeta kompanîya Black Waterê di sala 2007`ê de li meydana Nesûr a Bexdayê ku di encamê de 17 sivîl hatin kuştinê û bi dehan kes jî birîndar bûn, rûyê rastî yê amerîkîyan aşkira kir. Vî karî nîşan da ku canê gelê Iraqê ji bo wan ne girîng e û garantîkirina berjewendîyên Amerîkayê seratir ji her mijarekê ye. 

Bilî vîya, azadkirina kesekî ji zîndanê li Iraqê di serdema dagirkerîya amerîkîyan de ku paşê koma têrorîst a DAIŞ`ê ava kir, mijareke din e ku isbat dike amerîkî di fikra istiqrar û geşatîya Iraqê di serdema nû de nînin.

Kesê ku roja îro ser navê Ebûbekir bexdadî serkirdetîya DAIŞ`ê dike, di bin sîya piştgirîya amerîkîyan de gir bû û li dawîyê ev koma têrorîst di sala 2014`an de bû belaya canê gelê Iraqê. Niha ku bi derbasbûna 3 salan ji dagirkerîya DAIŞ`ê li Iraqê, ev welata niha di qonaxa dawîn a têkbirina DAIŞ`ê de ye, amerîkî hevdengê iraqîyan berjewendîyên xwe dişopînin. Kiryara Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Amerîkayê di warê reşkirina hêza gelanî ya Heşdi Şeibîyê ya Iraqê di vê çaçrovê de ye.

Helwesta amerîkîyan li hemberî giştpirsîya cidabûna Kurdistana Iraqê jî nîşaneyek din a nebûna pêbawerîyê li himber Amerîkayê ye. Amerîkîyan di mijara giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê de herçend ku piştgirî dane yekperçetîya axa Iraqê lê dilgiranîya wan ji pêngavên vebirr ên dewleta Heyder Ebadî ji bo parastin û garnatîkirina tifaq û yekperçetîya Iraqê fêlbazîya amerîkîyan nîşan dide.

Di vî warî de FIrdews Ewadî endama parlimana Iraqê duh ragihand: Amerîka ne ya pêbawerîyê ye û bi her wesîleyekê ji bo alozkirina rewşa navxweyî ya Iraqê hewl dide. Vê parlimantera iraqî herwiha pêgirî kir: Dewleta Iraqê nabe ku pêbawerîya xwe li idiayên Amerîkayê têkildarî neyarîya li hemberî cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê bîne ji ber ku Amerîka bêhedar çaverêyê vê yekê ye.

Bilî van babetana, hewldana Amerîkayê ji bo handana Iraqê ji bo ku meyla xwe bide ser Erebistanê bi rêka dîyarkirina dilgiranîya Waşîngtonê ji ber rola Îranê li Iraqê, sêkanseke nû ya sênaryoya alozkirina rewşa Iraqê piştî DAIŞ`ê ye. Ev helwesta rola dolarên niftê yên Erebistanê li kivşkirina sîyaseta derve ya amerîkîyan nîşan dide. Di rewşeke wiha da, li gorî berbuhorîya sîyaseta amrîkîyan li hemberî Iraqê nû, hişyarbûn û baldarîya li hemberî sîyaseta amerîkîyan pêwîst e.