Cotmeh 23, 2017 12:47 Asia/Tehran
  • Cîgeha Iraqê li istiratêjîya dewleta Trump a têkildarî Rojhilata Navîn

Li istiratêjîya delweta niha ya Amerîkayê ya têkildarî rojavaya Asyayê, Iraqê cîgeheke taybet heye.

Lewma jî Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Amerîkayê li Rîyazê, civînek li dar xist ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û Melik Selman paşayê Erebistanê jî têde pişkdarî kirin. Ev civîna destpêka helwesta nû ya dewleta Amerîkayê li bara Iraqê ye.

Helbet Iraqê ji zêde ji 20 salan berî niha ve li dilê sîyaseta Amerîkayê ya têkildarî Rojhilata Navînê cî girtîye. Di vê midehê de, Iraq du caran ketîye ber êrişa leşkerî ya Amerîkayê û carekê jî ji hêla vî welatî ve hat dagirkirinê. Amerîkayê herwiha ji bo domandina mayîna leşkerên xwe li Iraqê û alozkirina navçeyê, komên tundrê li vî welatî bihêz kirin ku di encamê de koma hov û dilreq a DAIŞ`ê derket holê.

Hevgavê van yekana birêxistina nakokîyên navxweyî û meşandina Herêma Kurdistana Iraqê ber bi xwerêvebirîyê û dawîyê jî ragihandina serxwebûnê ji istiratêjîyên din ên Amerîkayê li hemberî Iraqê di 15 salên vê dawîyê de bûne.

çNiha bi destpêbûna karê dewleta nû li Amerîkayê, amerîkî lê digerin bi tifaqa di navbera Iraq û Erebistanê de, hevalbendîya nû ya dijî Îranê li navçê saz bikin. Li gorî nêrîna rayedarên dewleta Trump serokomarê Amerîkayê, Îrana bihêz xetera herî mezin ji bo pergala amerîkî li rojavaya Asyayê ye û divê hemî potansîyelên sîyasî û aborî û heta heke pêwîst be, yên leşkerî û elwehîyê jî dijî Îranê bi kar bînin. Di vê navberê de, amerîkî hewl didin berpirsîya kiryarên xwe li navçê bidin ser milê Erebistanê û welatên ereb ên navçê li dora Rîyazê kom bikin.

Li halekî ku tecrubeya 20 salên vê dawîyê nîşan dide ku pêvajoya alûgurên sîyasî-ewlehîyê yên devera rojavaya Asyayê pirranî derveyî meyl û vîyana amerîkîyan pêk hatîye. Gelê Iraqê hela destwerdanên Erebistanê li Iraqê û alîkarîya Rîyazê bo koma têrorîst a DAIŞ`ê ji bîr nekirine, çawan ku meseleya rola Îranê li têkoşîna dijî DAIŞ`ê û azadkirina bajarên Iraqê ji lepên vê komê di bîra iraqîyan de maye.

Ji hêla din ve, dîrok nîşan dide ku nakokîyên sîyasî, aborî, ewlehî û bawerîyê di navbera welatên ereb de ewqasî kûr in ku pêşî li pêkhatina hevalbendîya mayinde, ew jî li dijî welatekî misilman û bibandor mîna Îranê digire. Mînaka herî dawîyê ya nakokîyên hanê niha di navbera Erebistanê û Qeterê de didome. Herwiha berjewendîyên mezin ên Amerîkayê li Rojhilata Navînê ser bingeha birêxistina nakokîyên navxweyî û derveyî di navbera welatên navçê de ne û moraleke demkî, rê ji bo pêkhatina tifaqê li navçê xweş nake.

Gotina dawîyê eva ye ku aramî û ewlehî li navça rojavaya Asyayê bi rêka pişkdarîya hemî aktorên navçeyî pêk tê ne bi sîyasetên aktorên derveyî navçê yên birêxistina nakokîyan.