Cotmeh 12, 2017 17:13 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Navokî ezmûnek jibo Trump û hitbara cîhanî ya Amerîkayê

Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, bal kişande ser vê yekê ku Lihevkirina Navokî, ezmûneka cidî jibo hemî dewletên beşdar li gotûbêjên navokî û dewletên din ên cîhanê ye û got: Sozdarî û girêdayîbûna ser peymanê, bingeha baweriya cîhanê li dewletekê ye.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, roja çarşemiyê bereberê biryara dawîn a dewleta Donald Trump, li ser Lihevkirina Navokî, destnîşan kir: Eger hemî aliyên muzakirê sozdarê vê hevhatinê bin, tê wateya wê yekê ku rûmeta xwe parastine û eger kesek sozdarî vê lihevkirinê nebe, di rastiyê de derbe li rûmeta xwe xistiye.

Dema ku Îranê û şeşe hêzxurtên cîhanê, sala 2015`an piştî du salan muzakireyên dijwar û giwaştî, Lihevkirina Navokî wajo kirin, ev yeka li ser bingeha baweriya li hevdu nebû. Ya ku bû sedema serêxwegirtina Lihevkirina Navokî, gihîştina bi hevhatinekê bû ku ji aliyê hemî aliyên gotûbêjê ve di açrçoveya sozên navneteweyî piştrast bibe û heta bi biryarnameya 2231`an a konseya Ewlehiyê re, berûlayeka navneteweyî jî peyda kir. Her ji roja cihhatina Lihevkirina Navokî li Çileya 2016`an ve, ya ku garantiya cihhatina Lihevkirina Navokî piştrast dikir, hevhatina li ser kaxezê nebû û bawerî û nêta pak a welatên aliyên gotûbêjê û berpirsyarbûna li hember wê, şertê sereke yê Lihevkirina Navokî bû.Jiber ku bingeha pêbaweriya li dewletekê, sozdarî û pêbendiya li hevhatinên navneteweyî ye, berçavnegirtina vê esl û nirxê, wê welatê sexteker li cem xelkê cîhanê, wekî welatekî neberpirs bide nasandin.

Îro rojê bi derbasbûna nêzî du salan ji cihhatina rêketinama navokî, Lihevkirina Navokî ketiye ser durêya hitbar û bêhitbariya dewleta Amerîkayê. Hemî nîşaneyên dewleta Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê, nîşan didin Lihevkirina Navokî ber bi rêya bêhitbariyê va dimeşe û her ev mijara careka din jibo gelê Îranê û xelkê cîhanê îsbat dike, dewleta Amerîkayê qet bawerpêkirî nîne.

Her di vî warî de, Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE), roja çarşemiyê got: Eger ku Amerîka ji Lihevkirina Navokî derkeve, vê peyamê dide welatên din ên cîhanê ku Amerîka bawerpêkirî nîne.

Bêrnî Sendêrz, sênatorê amerîkî jî roja çarşemiyê, bi piştgîriya dubare ya ji Lihevkirina Navokî, destnîşan kir: Piştrastnekirina Lihevkirina Navokî ji aliyê Donald Trump ve, tenê wê bibe sedema tecrîda Amerîkayê.

Cida ji vê yekê ku dewleta Trump, li gorî qanûna navxweyî ya Amerîkayê, wê çi biryarekê li ser sozdariya Îranê li hembner Lihevkirina navokî bide û çi çarenivîsek li benda Lihevkirina Navokî ye, Komara Îslamiya Îranê, xwe jibo hemî bijareyan amade kiriye. Berpirsên Komara Îslamiya Îranê, bi awayekî aşkira ragihandine ku careka din li ser Lihevkirina Navokî gotûbêjê nakin û li hember her biryara dewleta Trump, bernameya xwe hene.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, bi awayekî dirust pêgîrî kir: Xelkê Îranê qet baweriya xwe bi Amerîkayê re tunebûne û dizanin Amerîkayê dijî berjewendiyên neteweyî yên Îranê çi kirine û çi dike jî, lê îro rojê bi awayekî aşkiratir li kêleka hevdu ne û rêyên wan ên zav û curbicur hene û bi têkçûna muhteel a Lihevkirina Navokî, wê tu pirsgirêkek li ser rêya pêşdabirina armanc û berjewendiyên Îranê pêk neyê.