Îlon 29, 2017 13:22 Asia/Tehran
  • Pêkutîya wezîrê berevanîya Tirkîyê li ser pêngavên pêşîlêgirtinê

Piştî ku serokwezîrê Tirkîyê wek helwesta herî dawîyê tekez kir ku Enqere heke pêwîst be yê bertekeke tund a leşkerî li hemberî giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê nîşan bide, vê carê jî dor hate wezîrê berevanîya Tirkîyê ta ku helwesta xwe di vî warî de bêje.

Gotinên Nûredîn Canikli wezîrê berevanîyê yê Tirkîyê têkildarî pêngavên pêşîlêgirtinê yên Enqerê li hemberî gefên bakûra Iraqê dewama gotinên Binelî Yildirim serokwezîrê Tirkîyê ne ku tevî bêhitbarzanîna giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê gotibû, Enqere di warê bersivdayîna li hemberî her gefa li dijî ewlehîya netewî ya Tirkîyê çi ji nav sînoran û çi ji derveyî welêt ve de yê qet şika nede xwe.

Lê vê carê zêdebûna hemara têrorîstan li bakûra Iraqê bû bingeha axavtinên wezîrê berevanîya Tirkîyê. Caniklî tekezî li ser vê xalê kir ku Tirkîye li hemberî gefên ji bakûra Iraqê ve yê pêngavên pêşîlêgirtinê rake.

Wî herwiha bal kişand ser vê yekê ku lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê destpêka qonaxeke bêdawî jibo wan şeran e ku bandoreke nerênî ser cîhanê hene.

Gotinên berdewam û digel gefkirinê yên rayedarên Tirkîyê li dijî Herêma Kurdistana Iraqê li halekî ne ku balafirên cengê yên Tirkîyê êrişî çeperên PKK`ê li herêmên Ava Şîn, Basîyan û Gareyê li bakûra Iraqê kirin ku di encamê de 13 endamên pKK`ê hatin kuştinê.

Ev êrişa piştî manvora hevpar a leşkerî ya artêşên Tirkîye û Iraqê li deverên sînorî yên her du welatan nemaze li Şirnexê pêk hat ku renge yekem berteka piratîkî ya Tirkîyê li hemberî alûgurên bakûra Iraqê be ku di kirasê êrişa ser PKK`ê de cih hat.

Lê çavdêrên sîyasî helwestên digel dilgiranî û gefkirinê yên rayedarên Tirkîyê dijî kurdên vî welatî û Herêma Kurdistana Iraqê revîna ber bi pêş û nuxumandina hemî şaşitîyên li kiryar û sîyasetên Enqerê nemaze sîyaseta nezelal a Tirkîyê li hemberî welatên cînar dizanin.

Gefkirinên ku li gorî rûbirûbûna rêvebirên tirk digel rexneya giran a rêvebirên partîyan, kesayetî û xwedanfikrên qada sîyasî û hikûmeta Tirkîyê, li piratîkê xwe wek sebebkarê bingehsazîyê ji bo alûgurên bakûra Iraqê dizanin. Li gorî bawerîya hin rexnekirên dewleta Tirkîyê heke rêvebirên AKP`ê nifta erzan a bi lawazîya dewleta Iraqê re neguhertana û dewsa bihêzkirina Bexdayê, Hewlêr xurt nekirina, niha giçtpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê nedibû kabûsek ji bo rêvebirên Tirkîyê. Bi gotineke din derdorên sîyasî û rexnekir û partîyên opozosyona Tirkîyê berçavnegirtina Bexdayê li muadileyên navçeyî yên Tirkîyê bi armanca çêtirkirina zû a rewşa aborîyê hegera gefbûna kurdên navçê li hemberî Tirkîyê û yekperçetîya axa vî welatî dizanin, şêwaza ku li gorî rexnekirên Enqerê, sîyaseta derve ya Tirkîyê li hemberî Sûrîyê û dewleta qanûnî ya Bişar Esed jî digire ber xwe.

Li gorî bawerîya neyarên hikûmeta Tirkîyê, helwest û sîyaseta derve ya pirsdar a Enqerê li hemberî alûgurên Sûrîyê, hegera hemî alozîyên vê dawîyê li sîyaseta derve ya Tirkîyê nemaze peywendîyên digel hevgirtiyên rojavayî û pirsgirêkên zef ên ewlehî, aborî û civakî li Tirkîyê ye.

Rexnekirên dewleta Tirkîyê ser vê bawerê ne ku niha rêvebirên AKP`ê dewsa her cure neyarîya piratîkî di qonaxên pêş û piştî giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, dest bi axavtinê kirine û dewsa ku xwe şirîkê bûyerên vê dawîyê li navçê bizanibin, bi dû sebebkarên navçeyî û derveyî navçê digerin ta ku belkî bi saya bidestxistina derfetê bikaribin şaşitîya sîayseta xwe ya derve li navçê bicebirînin, bi vî şertî ku wek berê hewl nedin şaşitîyên xwe bi şaşitîyên din binuxumînin.