Dijberiyên navneteweyî li hember lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê
Konseya ewlehiyê ya Rêxistina NY roja pênşemiyê bi daxûyaniyekê li hember lidarxistina giştpirsiya cidabûna herêma Kurdistana Iraqê dijberî kir.
Herêma Kurdistana Iraqê biryar e 25 Îlonê giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistanê li dar bixe kiryara ku rastî berteka cidî ya dewleta Iraqê û komên curbicure iraqî û welatên navçê hatiye.
Ji ber dijberiyên navxweyî, navçeyî û navneteweyî li hember lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tê texmînkirin ku hefteya tê alugurên Iraqê buyerên giring bigre ber xwe.
Pêgiriya Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ser lidarxistina giştpirsiya cidabûnê ne tenê eşkere binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê tê hesabê, belkî li dijî bîr û ra û dengê xelkê Herêma Kurdistana Iraqê ye ku li qonaxên curbicur ser hebûna Iraqekeke yekperçe tekez kirine. Kurdên Iraqê du caran li salên 1917 û 2005`an mayîna li Iraqa yekperçe bijartine û dengê xwe dane sekinîna ser qanûna bingehîn a vî welatî.
Li vê çarçoveyê Herêma Kurdistana Iraqê beşek ji yekperçetiya erdê Iraqê ye ku li gor qanûna bingehîn bi awayê federal tê îdarekirin.
Ji babet navneteweyî jî lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iarqê ku pêngaveke yekalî û nehewdeng tê hesabê , ne li gor qayîde û qirarên navneteweyî û mafên navneteweyî ye û loma tu bingeheke qanûnî û rewa jibo lidarxistina wê tine.
Yek ji pîvanên giring ên nijyara dewletên cîhanê hebûan tevna çend etnîkî an hebûna kêmîna qewmî-mezhebî ye.
Hilkolandinên ku li bara nasyonalîzma qewmî û nijyara cîhanê û welatan cih hatiye, nîşan dide ku tenê li 14 welatên cîhanê tevn û nijyara çend etnîkiyê tine an kêmîna tetnîkî ya berbiçav tine û li vê navberê tenê sedî 4 ê gelheya cîhanê li van welatan dijîn ku tenê xwediyê qewmekê ne . Di rewşeke wiha de Nasyoalzîma etnîkî ku Mesûd Barzanî mîna dînan ser disekine ne tenê dermankeke baş jibo êş û pirsgirêkên civaka mirovahiyê ya îro nîne belkî demargirjiya neteweyî, qewmî û mezhebî jî gurtir dike. MIjareke wisa tam li dijî xala ewil a îlannama mafên mirovan û manîfesta NY ye û tu xelatek xêncî şerên bixwîn, bişûndemayîna aborî û civakî û pêşilbûna zêdetir a mafên bingehîn ên însanî tinebe.
Konseya Ewlehiyê ya NY bi daxûyaniyekê eşkere dijberiya xwe li hember lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iarqê raghandiye lê Mesûd Barzanî bi pêgiriya ser kirarên xwe yên nemaqûl û şopandina berjewendiyên hizba xwe û bi sersariya li hember berjewendiyên kurdan û mesilheta welatê Iraqê, di pratîkê de Herêma Kurdistana Iraqê xistiye ber xeterê ku heta Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina NY jî li bara vê meselê hişyarî daye wî.