Îlon 13, 2017 19:04 Asia/Tehran
  • Neyarîya Civata Bilind a Islamî, parlimana Iraqê û Yêketîya Ereban li hemberî giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê

Civata Bilind a Islamî ya Iraqê li daxûyanîyekê li dijî biryara hin berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê jibo lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li vê herêmê derket û ji rayedarên iraqî xwe jibo girtina pêşîya vê planê hewl bidin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê, Civata Bilind a Islamî ya Iraqê îro li dawîya civîna xwe têkildarî hilkolandina alûgurên Herêma Kurdistana vî welatî li daxûyanîyekê ragihand: Lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kuridstanê yê derbeyek giran li gelê yekperçe yê Iraqê bide û ser vî esasî, Civata Bilind a Islamî ya Iraqê neyarîya xwe bi awayekî vebirr li hemberî giştpirsîya hanê ku berovajî destûra bingehîn e, radigihîne.

Li vê daxûyanîyê hatîye tekezkirin ku desteya serokatîya Civata Bilind a Islamî, meseleya lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana vî welatî û nemaze liv û tevgerên leşkerî li parêzgeha Kerkûkê bi awayekî deqîq dişopîne.

Civata Bilind a Islamî ya Iraqê li vê daxûyanîyê gelê Iraqê û nemaze niştecihên Herêma Kurdistana vî welatî li bara dûhatên tel û bitalûke yên sîyaseta cihanîna giştpirsîyê haydar kirîye.

Berî vîya, endamên parlimana Iraqê duh tevî nerazîbûna endamên kurd ên meclisê, li dij plana lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji vî welatî derketin.

Di vî halî de, Ehmed Cemal berdevkê fermî yê wezareta karên derve ya Iraqê jî ragihand ku konseya wezaretî ya Yekitîya Ereban li dijî lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê ye.

Ehmed Cemal herwiha got: Li civîna îro ya konseya wezaretî ya Yêketîya Ereban li Qahirê, vê yêketîyê li gorî daxwaza Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê, biryarnameyek li bara dijberîya li hemberî lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana vî welatî bi hegera neqanûnîbûn û berovajîbûna li himber destûra bingehîn a Iraqê da.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li seredana xwe ya parêzgeha Zîqarê li civînekê digel parêzgar û endamên konseya parêzgarîyê li ser yekperçetîya Iraqê sekinî û lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana vî welatî berovajî qanûna bingehîn zanî.

Heyder Ebadî got: Gelê Iraqê li welatekî yekgirtî dijîn û nabe li vî welatî planên yekalî cih bên.