Tebax 18, 2017 19:03 Asia/Tehran

Rûdawa terorîstî ya li bajarê Barselonayê tirs û nîgeraniyek xiste nav xelkê vî bajarî û seranserî Spaniyayê.

Polîsê Kataloniyayê û wezîrê karên hundir yê vê navça xweîdareker kuştina 13 kesan û birîndarbûna 100 kesên din li rûdawa terorîstî ya bajarê torîstiye Barselonayê piştrast kir.

Herwisa hatiye ragihandin ku halê 15 kesan ji birîndarên vê rûdawê xirabtire û hêtimala zêdebûna hejmara qurbaniyan heye.

Êvara pêncşemê 17 Tebaxê şofirê erebeyekî ji modêla Ven li navça Las Ramblasa bajarê Barselonaya Spaniyayê êrişî ser xelkê navçê kir .

Karbidestên ewlehiya Ispaniyayê ragihandin, ev kiryara rûdawekî terorîstî bûye.

Li gorrapora medyayên Ispaniyayê, grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê berpirsyariya vê kiryara terorîstî avêtiye sikora xwe.

Terorîstên DAIŞ`ê pêştir jî li welatên Firansayê û Ingilîzê hema bi vê cureyê yanî pê ajotina tirombîlan ser xelkê nav kolanan bi dehan kes kuştibûn yan jî birîndar kiribûn.

Terorîstên DAIŞ`ê li pilanên xwe yên nû bi curekê êrişî ser xelkê dikin ku nayê pêşbînîkirin.

Rûdawa terorîstî ya li Barselonayê carek din nîşan da ku teybîrên zave ewlehiyê nikare pîşiya kiryarên terorîstî bigire.

Li rewşekî wiha da pêwîste bê gotin dewletên rojavayî û ewrûpî dest ji reftarên xwe yên du cure li proja sekinîna li hemberî terorîstan berden.

Îdî ewna nikarin ji aliyekê tev hakimên Alê Seûd ku piştevanê herî girînge terorîstan e û reftarên fanatîk li cîhanê rewac dide peywendiyên berfireh û steratijîk birê xînin û ji aliyê dinve dorşma sekinîna li hemberî terorîstan bidin û paşê dilê wan xweş be ku ewna ji ber gefên terorîstan têne parastin.

Rojê pênchezar ji xelkê sivîle yemenî û zarokên vî welatî rastî nexweşiya Vebayê tên lê welatên rojavayî li hemberî destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê bê dengin .

Hevçaxî rûdawa terorîstî li Barsilonaya Ispaniyayê rûdawên terorîstî li Nîciriye, Efxanistan, Sûriyê û Iraqê qewimîn lê karbidestên welatên rojavayî li hemberî van kiryarên terorîstî bêdeng man.

Piştî rûdawa terorîstî li Barselonayê îdî pêlek ji hevderdiya tev xelkê Ispaniyayê ji aliyê karbidestên rojavayî birê ket, her çend ev kara babetekî baş û mirovî ye û her mirovekî azadîxwaz van kiryarên terorîstî li her derekî cîhanê mehkûm dike û li heq û mafê navnetewî û daxûyaniya heq û mafê mirov û menşûra civakî ya ewrûpayê jî hatiye ku tu ferq û tefûtek di nav mirovan li ser koreya erdê tune, lê ev cure nêhrîna li nav karbidestên rojavayî kêmtir e û pêwîste gor qayde û qirarên navnetewî erzişa canê welatiyekî yemenî, sûrî, iraqî û efxaniyek û nîciriyekê tev welatiyekî rojavayî wek hev be.

Eger rojava ferq û tefût li vê barê qayîl nedibûn û li hemberî kuştina jin û zarokên yemenî ji aliyê Erebistanê bêdeng nediman û siyasetên xwe li hemberî Erebistanê diguherandin bê şik roja îro terorîst ber bi Ewrûpa birê nediketin.