Cihê jiyana rêberê şîeyên Behreynê weke navça qedexe hat raghandin
Rejîma Behreynê li kirayreke kêmmînak navça Dorazê li rojava Menameyê paytexta Behreynê cihê jiyana Şêx Îsa Qasim rêberê şîeyên Behreynê weke navça qedexe raghand.
Navça Dorazê ji 408 rojan berî niha ve berdewam ji aliyê eskerên Rejîma Alê Xelîfe ve hatiye dorpêçkirin.Çavkaniyên agehdar û inqilabî yên Behreynê raghandin: Piştî derbasbûna 73 rojan ji êrişa eskerên Alê Xelîfe ser mala şêx Îsa Qasim rêberê şîeyên Behreynê, hîn tu agahiyek li bara wî tine. Rejîma Alê Xelîfe bi şêwzaên curbicur û bi girankirina serkutkeriyên xwe li dijî gelê Behreynê bitaybet alimên olî ku rêberiya srhildana gelanî ya vî welatî dikin lê digerin ku vê serhildanê vemirînin. Di vê çarçoveyê de, şêx Îsa Qasim rêberê şîeyên Behreynê zêdetir ketiey ebr armanca siaysetên serkutkeriyê yên REjîam Alê Xelîfe.. Rejîam serdestê Behreynê baş dizane ku rêberiya alimên behreynî û peywendiya wan a xurt bi xelkê re , di pêşdebirina serhildana gelanî roleke kêrhatî heye. Loma dixweze ku di anvbera rêberên serhiladan gelê Behreynê bi xelkê re qelişt û valahiyê pêk bîne. . Hewskirina alimên olî an qedekirian navçên jiyan awan ji wna kiryarên REjîam Alê Xelîfe ye jibo ku pêşiay peywendiya navbera xelkê û rêberên serhildana li Behreynê bigre. Eva di halekê de ye ku dexesî û çavnebariyên Alê Xelîfe li zêdekirina zexta ser alimên behreynê û gurkirina xelkê bûye sedema gurrbûna nerazîbûnên gelanî li Behreynê.
Gelê Behreynê ji ber rewşa şêx Îsa Qasim dilgiran in ku piştî hewwskirina wî di male de tiştek li bara rewşa wî nehatiye raghandin.
Alê Xelîfe bi dirêjkirina pêvajoay dûrxweyîkirina şêx Îsa Qasim ji civaka Behreynê dixweze ku rewşê jibo pîlan û komployên xwe yên kirêt li dijî wî xweş bike.
Di rewşeke wiha de gelê Behreynê bi xwenîşandan û meşên xwe kiryarên Alê Xelîfe protesto kirine û tekez kirine ku dê dûhata her cure kiryarên nemaqûl û cinayetên wan dê hema pêîsra vê rejîmê bixwe bigre. Hestyarî û dilgiraniya berfireh a gelê Beheynê li bara çarenivîsa şêx Îsa Qasim hişyariyeke bo Alê Xelîfe ku her cure kiryara nemaqûl li hember wî, dê rewşa vî welatî aloztir bike.