Tîrmeh 23, 2017 18:47 Asia/Tehran
  • Serketina berxwedana Lubnanê li şerê tev terorîstan li Ersal

Bingehên nûçan ji desthilata berxwedana Lubnanê ser para pirtire navçên Ersalê li rojhilata vî welatî û li vê operasiyonê gelek ji terorîstên Cibhetul-Nusreh hatine kuştin.

Li gor rapora telivîzyona Lubnanî ya El-Menar`ê, Xebatkarên berxwedana Lubnanê îro yekşemê li roja sisyan a operasiyona dijî terorîstan li rojhilata vî welatî karîn sedî 70 ji navçên Cerûd Ersal ji destê terorîstên Cibhetul-Nusreh azad bikin.

Telivîzyona Al-Alamê jî ragihand: Topxana artêşa Lubnanê li navça Zehrul-Sefa êrişî ser grûpek ji terorîstan kirin û pîşiya ketina van terorîstan bio nav pêgeha hêzên artêşa Lubnanê li Ersalê girtin.

Her çend artêşa Lubnanê li bereya serekeye êrişa ser van terorîstan nînin lê li paş çeperên şêr hartim hazire û hedefa wan jî êmin ragirtina navçê û girtina pîşiya revîna terorîstên tekfîrî ber bi kempên awareyên sûrî li Ersalê e.

Li vê halî telivîzyona lubnanî ya El-Meyadîn jî ragihand: Hêzên berxwedana Lubnanê karîn pêgeha qumandihiya operasiyona grûpa terorîstî ya Cibhetul-Nusreh li navça Heqab el-Xîl li rojhilata Ersalê xistine bin kuntrola xwe.

Piştî pêşketinênhêzên berxwedana Lubnanê li roja sisyane operasiyona azadkirina Ersalê, Gurdanên nasyar bi Ehlul-Şamê ji grûpên terorîstiye yên hazir li navçê ragihandiye ku şer û pevçûna li vê navçê bona gotûbêjkirinê hatiye rawestandin.

Li vî halî, Grûpa terorîstî ya Cibhetul-Nusreh bi xwe jî ragihandiye ku li şer û pevçûna wan û berxwedana Lubnanê 114 endamên vê grûpê li Ersalê hatine kuştin.

Gor raporên belavbûyî, sedî 66 ji navçên bin destê terorîstên Cibhetul-Nusreh li El-Qelmûna rojavaya Sûriyê ji destê wan azad bûye.

Herwisa bingehek ser bi Hizbullaha Lubnanê li gotûbêja tev ajansa nûçan a IRNA`yê ragihandye ku li şer û pevçûna di navbera hêzên berxwedana vî welatî û terorîstan li bilindiyên Ersala Lubnanê û El-Qelmûna Sûriyê, 18 hêzên berxwedanê şehîd bûne.

Bilindiyên El-Qelmûna rojavayî li nav axa Sûriyê û bilindiyên Ersalê li nav axa Lubnanê navçên zeliqî bi hevin ku li sê salên bihurî grûpên terorîstî bitaybet terorîstên Cibhetul-Nusreh liv û tevgerên zav li van navçan cih anîne, lê rastî berxwedana hêzên Lubnanî hatine û işkestên zav xwarine.

Operasiyona azadkirina van du navçana ji roja îniyê 21 Tîrmehê destpê bûye û hema hîn jî tê domandin.