Du saliya rêketinnama navokî, Emerîka tim li hember hevhatian cîhanî bêsoziyê dike
Wezîrê karên derve yê Îranê hevgavê duyemîn salvegera wajokirina hevhatinama navokî navbera Îran û koma 5+1ê ser pêwîstiya sekinîna Emerîkayê ser vê hevhatinê tekez kir û got : Rêketinnama navokî hevhatineke cîhanî ye.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê vê sibê dema gihêşt Emerîkayê di nav koma nûçegihanan de li bara helwesta Emerîkayê li hember rêketinnama navokî tekez kir: Divê Waşengton helwestên xwe li hember rêketinnama navokî buigherîne û hevhatina navokî encama bi salan gotûbêjê ye.
Zerîf her wiha got: Mixabin Emerîkayê bi nihêrîn û siyasetên xwe yên şaş rewşek pêk aniye ku Îran wisa ku hêjayî wê ye ji berjewendiyên rêketinnama navokî qazancê neke.
14 Tîrmeha 2015an hevhatina navokî navbera Îran û 6 qawetên mezin ên cîhanê li encama gotûbêjên dijwar û berdewam hat wajokirin. Hevhatina navokî pişt re 20 Tîrmeha 2015an weke biryarnameya 2231ê ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY hat pejirandin d ku mahiyeteke cîhanî peyda bike. Rêketinnama navokî ji 16 Çillê ve cih hatiye. Bi pejiardnina rêketinnama navokî li Konseya Ewlehiyê, Hevhatinama navokî hevhatineke navneteweyî tê hesabê û tenê taybetî welatekî nîne. Hemî aliyên hevhatina navokî berpirsiyar bûne ku rêketinnama navokî cih bînin û tu welatek bi awayê yekalî nabe wê binpê bike an şirove bike.
Piştî bidesthilatbûna dewleta Donald TRump serokkomarê Emerîkayê, nihêrîneke nû li bara rêketinnama navokî pêk hat û dewleta Trump yekalî li hevhatina çenalî dinêre û ewê şirove dike. Ger çi helwestên Trump li hember rêketinnama navokî berî û piştî derbasbûna nav koşka sipî guheriye û gelek caran newekhev bûye lê xalek negheriye û eva ku rêketinnama navokî lawazbûye.
TRump hêzîdî hêdî ji sinaryoya dirandin, şirovekirin û dubarenivîsîna rêketinnama navokî ji ber dijberiya eşkere û micid a aliyên dine hevhatina navokî ji Îranê dûr ketiye lê bi cihanîna boykotên nû nehiştiye ku Îran bi awayekî hêja qazancê ji berjewendiyên rêketinnama navokî bike.
Di vê çarçoveyê de, Sinaya Emerîkayê Hezîrana buhurî bi pejirandina pêşnumayekê bi mehna qaşo piştgiriya Îranê ji terorîzmê, boykotên nû li dijî Îarnê cih anîn.
NIha hevgavê dusaliya wajokirina rêketinnama navokî cardinê helwestên dewleta Trump li hember hevhatina navokî ya Îarnê ketiye rojevê. Dewleta Emerîkayê heya roja duşemiya tê dê duhem rapora xwe li bara kiryar û sekinîna Îranê ser hevhatina navokî dê raghîne kongirê. Reks Tîlerson wezîrê karên dervev yê Emerîkayê divê her 90 rojan carekî sekinîna Îranê ser rêketinnama navokî raghîne kongira Emerîkayê. Pêştir Tîlerson li yekim rapora xwe bo kongirê li Awrêla buhurî, hevgav li saya piştrastkirina sekinîan Îranê ser rêketinnama navokî, Têhran bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar kir.
Lawazkirina rêketinnama navokî bi armanca cihanîna boykotên nû sinayoyek e ku dewleta Trump tevî mukihatina li sekinîna Îranê ser rêketinnama navokî xistiey rojeva xwe.