Tîrmeh 04, 2017 15:46 Asia/Tehran
  • Iraq piştî DAIŞ`ê û pîlanên nû yên Amerîkayê

Li halê ku van rojana hemû behsa jinavçûna grûpa terorîstî li nav axa Iraqê piştî kutabûna operasiyona Mûsilê dikin, bingehên siyasî yên vî welatî ji pîlanên nû yên Amerîkayê dijî Iraqê dikin.

Van rojana ku behsa şikesta grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nav Iraqê tê kirin, karbidestên amerîkî van rojana behsa mayîna hêzên xwe li nav Iraqê dikin û ragehandine ku ev hêzên amerîkî bona sekinîna li hemberî terorîstên DAIŞ`ê dê li nav Iraqê bimînin.

Karbidest û aliyên siyasî yên Amerîkayê li halekê behsa mayîna leşkerên xwe li nav axa Iraqê dikin ku Emar Hekîm serokê Civaka Bilind a Îslamî ya Iraqê ragihand ku piştî şikesta tam a terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê êdî tu eskerekî biyanî yan pêgeheke wan li nav vî welatî namîne.

Artêş û hêzên gelanî yên Iraqê 29 Hezîrana 2017 mizgefta Nûrî li Mûsilê ku ciyê ragihandina xelafeta Ebûbekr Bexdadî bû, girtin û bi vê qirarê tiştek nemaye ku ev grûpa terorîstî li nav axa Iraqê jinav here van rojana hêzên iraqî mijûlî paqijkirina tam a pişka kevne vî welatî ji destê terorîstanin .

Babeta herî eşkera li ser işkesta terorîstên DAIŞ`ê li nav Iraqê evaye ku artêş û hêzên gelanî yên vî welatî nexş û rolekî girîng li van işkestên terorîstan hebûne û ya rast Iraqê pê behregirtina ji petansiyilên xwe yên hundirî serketinekî mezin bîne dest.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li halekê li nav Iraqê rastî işkestê hat ku karbidestên amerîkî hertim li gotinên xwe radigehandin ku bona işkesta terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê pêwîstî bi dem û gavekî dirêj heye û niha ku ev teblîqata amerîkiyan rastî işkestan hatiye kifşe ku Waşîngtonê dixwest grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nav axa Iraqê bimîne ta ku karbidestên Koşka sipî bikaribin hedef û armancên xwe li nav Iraqê ber bi pêş biben.

Niha ku piştî işkesta grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, nexşe û pîlanên Amerîka li nav vî welatî îbtal bûne, niha Waşîngton bona pêşbirina pîlanên xwe li nav Iraqê bi rê-çareyên din digere ta ku bikaribe hêzên eskeriye xwe li nav Iraqê ragire ta ku bikaribe her cure bûye xwetêkeliya nav karûbarên hundiriye Iraqê bike.

Amerîka li halekê hewl dide hêzên xwe yên eskerî li nav axa Iraqê ragire ku hemû dizanin siyasetên dagîrkerî û û xwetêkeliyên Amerîka li nav Iraqê xîncî kavilkirina vî welatî û kuştina xelkê bê guneh û fitnegêriyê û zêdebûna terorîzmê di nav Iraqê da tu desthatekî din ji bo gelê Iraqê tunebûye.

Siyasetên Amerîka li nav Iraqê nîşan dide ku pîlanên Waşîngtonê bona desthilata ser binekanên niftiye Iraqê hîn jî didome.