Hezîran 30, 2017 19:24 Asia/Tehran
  • Xelafeta DAIŞ`ê li Mûsilê têk çû

Televîzyona dewletî ya Iraqê ji bidawîhatina DAIŞ`ê li Mûsilê agahî da, Ev nûçeya kêfxweşker, dawiyê li xelafeta xwebinavkirî ya DAIŞ`ê li Mûsilê anî, pîlana ku Hezîrana 2014`an bi hevkariya partya têkçûyî ya Beisê û dijminên Iraqa serbixwe, hate plandarêştin.

Bi dû kontrolkirina mizgevta camê ya Nûrî ya li rojavaya Mûsilê ji aliyê hêzên iraqî ve, wezareta berevaniya Iraqê ragihand: Tu navçeyek li Mûsilê jibo DAIŞ`ê nemaye.

Serleşker Ebdul Emîr Reşîd Yarelah, fermandeyê operasyona azadkirina Mûsilê got, hêzên rêxistina şerrê dijî terorîsmê ya Iraqê, roja pêncşemiyê li ser mizgevta kavilbûyî ya Nûriyê, serdest bûn. Ev mizgevta hefteyeka beriya niha hevgavê pêşveçûna hêzên iraqî li nîveka rojavaya Mûsilê, ji aliyê DAIŞ`ê ve hate teqandin û kavil bû. Şikesta DAIŞ`ê li mizgevta Nûrî ku 850 sal ji emrê wê dibuhure, serketineka dîrokî û destkevteka mezin jibo hêzên iraqê tê hesêb.

General Yehya Resûl, berdevkê artêşa Iraqê, got: Bi kontrolkirina mizgevta camê ya Nûrî ji aliyê hêzên iraqî ve, dewleta xeyalî ya DAIŞ`ê têk çûye.

Ebûbekr El Bexdadî, serkirdeyê koma terorîst a DAIŞ`ê, piştî dagîrkirina Mûsilê li Hezîrana 2014`an, bi amadebûna li mizgevta Nûriyê, xelafeta xwe ya xwebinavkirî ragihand û li vê mizgevtê xutbe dixwendin. Mizgevta Nûrî jibo DAIŞ`ê, sembola hêzê û deshilatê bû. Eger çi bi dawîhatina DAIŞ`ê li Mûsilê, nayê wateya azadkirina hemî taxan li Mûsila Kevn, lê DAIŞ`ê êdî yekgirtîbûn û serûberiya xwe ya şêrr tuneye û kêmtir ji 200 endamên DAIŞ`ê li çend taxên Mûsila kevn asê mane û ketina dorpêçiya hêzên iraqî de.

Serketina şervanên iraqî li Mûsilê, koka xwe li vîna wan heye ku li kêmtir ji 9 mehan, bi yekbûn, yekgirtîbûna siyasî û xurtkirina serûberiya şêrr a artêşa Iraqê, hebûna sêsalî ya DAIŞ`ê li welatê xwe, bi dawî anîn. Di vê navberê de rola merceîyeta olî ya Iraqê, li têkçûna dewleta xeyalî ya DAIŞ`ê, bandora xwe hebû. Fetwaya ayetulah Sîstanî, merceê qedirgiran ê şîeyên Iraqê, hêz û şiyana leşkerî ya artêşa vî welatî li şerrê dijî DAIŞ`ê, duqatî kir. Kombûn û yekbûna xelkê Iraqê jibo şerrê dijî DAIŞ`ê, tecrûbeyeka serketî û dîrokî jibo iraqiyan bû û bi hêz û şiyanên Heşda ŞEbî, jibo hemiyan aşkera bû ku DAIŞ`ê tu cihek li dahatiya Iraqê tuneye.

Heşda Şebî wekî hêzeka stratêjîk tevgeriya. Bandordayîna vê teşkîlata gelanî ew qasî aşkera bû ku pîlanên curbicur, bi dû ji navbirina vê hêza stratêjîk ji meydana şerrê dijî DAIŞ`ê pêk hatin, lê xelkê Iraqê li ser dewama hebûna Heşda Şebî li meydana şêrr pêgîrî dikirin û dewleta bexdayê jî li hember zextan teslîm nebû. Îro, piştî têkçûna xelafeta xwebinavkirî ya DAIŞ`ê li Mûsilê, zêde ji berê heqbûna hêzên Heşda Şebî, him jibo komên curbicur ên siyasî yên Iraqê û him jî jibo dijminên vî welatî ku tenê li axiftinê, îdia dikirin ku dijî terorîsmê şerr dikin, aşkera bûye.

Bi dawîhatina xelafeta xwebinavkirî ya DAIŞ`ê li Mûsilê, nîşan da hebûna vîneka yekgirtî, alava herî baş jibo şerrê dijî terorîsmê ye. Serketina dîrokî ya iraqiyan li Mûsilê, serketineka yekbudî nîne û îro rojê ji bilî xelê Iraqê, gelên din ên li navçeyên curbicur ên cîhanê bi taybet ewên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve derbe li wan ketiye, kêfxweş in.

Iraqî jibo mideha sê salan dijî terorîsmekê şerr kirin ku gefeka cîhanî ye. Niha belayê DAIŞ`ê bi saya yekgirtîbûna siyasî ya iraqiyan, ber bi dawîbûnê diçe, lê belayê vê koma terorîst a hov û dirinde li navçeyên din hîn dikeve berçavan. Serketina iraqiyan li şerrê dijî DAIŞ`ê, mînakek jibo kesên din û bi taybet dewekarên şerrê dijî terorîsmê ye ku bi vîna rastîn li ser riya şerrê dijî terorîsmê pêngavan rakirn.