Hezîran 26, 2017 19:04 Asia/Tehran
  • Nêrîna rêberê inqilabê, Têkoşîna li hemberî Rêjîma Sîyonîst ser cîhana islamê da ferz e

Hezretê ayetulah Xaminêyî, rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê îro li hevdîtina ligel berpirs, çîn û qatên curbicur ên gel û sefîrên welatên misilman li bajarê Têhranê, hewldana jibo kêmrengkirin û jibîrbûna meseleya Filistînê ``xetereek mezin`` binav kir.

Rêberê giranqedir ê inqilabê bibîr xist: Fiilstîn meseleya yekem a cîhana islamê ye lê hin welatên misilman wisa dikin ku meseleya Filistînê neyê berçavgirtinê û were jibîrkirinê.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bal kişand ser dagirkriina welatê islamî yê Filistînê û derxistina vî gelî ji ma û warê wî û got: Li gorî fiqha islamê, li hemberî hewldna dijmin jibo serdestîya li warên islamî, hemî misilman erkdar in bi her awayî dest bi têkoşîn û cihadê bikin lewma, roja îro têkoşîna li hemberî Rêjîma Sîyonîst li ser hemî cîhana islamê pêwîst û ferz e.

Di encama fitneya Ingilîsê ya sala 1948`an de rêjîma sexte ya Sîyonîst hat avakirin. Artûr Cêymz Balfor wezîrê karên derve yê demê yê Ingilîsê di çarçova hewldanên ku paşê ser navê `` daxûyanîya rezîl a Balforê`` hat binavkirin, xîmê avakirina vê rêjîma sexte danî. Bi pêkhatina fitneya ingilîsîyan, pêvajoya derxistina filistînîyan ji warê bav û kalên wan destpê bû û bilî dagirbûn û kavilbûna warê gelê Filistînê, bi milyonan kes ji vî gelî aware bûn. Li gorî ragihandina Navenda Amarê ya Filistînê, niha nêzî 6 milyon filistînî aware ne û bi hegera dagirkerîya sîyonîstan di rewşeke dijwar de dijîn.

Hevgavê dagirkirina Filistînê û awarebûna bi milyonan kesên filistînî, sîyonîst bi şêwazên curbicur hewl didin meseleya Filistînê jî nebe meseleya yekem û hestyar a gel û welatên islamî. Rêjîma Sîyonîst bi şêwazên curbicur ev komploya şopandîye. Birêxistina qeyranên wek bêtifaqqîyê û piştgirîya ji têrorîstan li welatên islamî û hewldana jibo nifûz û bandora nav hin rêjîmên ereb bi armanca guhertina bera tîrê li ser rêjîma Israîlê wek dijminê yekem ê misilmanan, fêlbazîyên vê rîjîmê li babeta hevkarîya ligel Amerîkayê jibo asayînîşandana meseleya Filistînê ne.

Helwest û pêngavên hin welatên ereb û misilman jî di çarçova kemilandina lîstika Rêjîma Sîyonîst da ne ta ku hestyarîya gelên misilman li bara meseleya Filistînê di pêngava yekem da kêmreng û li dawîyê were jibîrkirinê. Kiryara hin welatên ereb û islamî ji wan a Erebistanê ya hilêxistina hin tawanên pûç li dijî Îranê, welatê ku dost û piştgirê rastî yê gelê Fiilstînê ye, hewldanek jibo pêkanîna derfetekê bi armanca rewanîşandan û pînekirina liv û tevgerên wan l iwarê nêzîkbûna li rêjîma dagirker a Sîyonîst û li dawîyê jibîrkriina meseleya Filistînê ye.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, kêmrengkirin û hewldana jibo jibîrbirina meseleya Filistînê xetereke mezin binav kir û got: Yekitî û dûrketina ji bêtifaqîyê ser xêra hemî welatên misilman e û divê bi hevdilîya li bara meseleya Filistînê wek meseleya yekem a cîhana islamê, pêşîya kêmrengbûn an jibîrbûna wê bê girtin.

Berpirsên siûdî di van salên dawîyê da hevdîtinên berdewan bi serok û rêvebirên Rêjîma Sîyonîst ra hebûne. Mihemd Ibnê Selman ku xwe li warê rûniştina ser kursîya welîhedîya Erebistanê deyndarê hevkarîya ligel Amerîka û Israyîlê dizane, peywendîyeke berdewam û rêkûpêk bi sîyonîstan ra danîye.

Di vî warî da rojnama Haarets a sîyonîstan pêncşema hefteya buhurî piştî ku Mihemed Ibnê Selman bû welîehdê Erebistanê, nivîsî ku şahzade Mihemed Ibnê Selman di sala 2015`ê da çûye erdên dagirbûyî yên Filistînê û bi awayekî rêkûpêk bi berpirsên israyîlî re hevdîtin pêk anîye.

Sîyaseta niha ya Erebistanê wek welatekî islamî birînek ser laşê cîhana islamê ye ku bi çavgirtina ser cinayetên dagirkirin û talankirina warê Filistînê, awarebûna bi milyonan filistînîyan û kuştina rojane ya vî gelê mezlûm nemaze jin û zarokan, dayîna meşrûîyetê bo rêjîma narewa û zarokuj a Israyîlê ye.

Di rewşeke wiha da, li gorî teybîra rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, yêketî û dûrketina ji tefreqê ser xêra hemî welatên islamî ye û divê bi hevdilîya li bara meseleya Filistînê wek meseleya yekem a cîhana islamê, pêşîya kêmrengbûn an jibîrbûna wê bê girtinê.