Piştgiriya rayedarên pilebilind ên Îranê ji gelê mezlûm ê Filitsînê
Berpirs û rayedarên pilebilind ên Îranê, tevî beşdariya li meş û rêpîvana roja cîhanî ay Qudsê piştgiriya xwe ji gelê mezlûm ê Filitsînê ragihand û cinayteên Rejîam Siyonîstî şermezar kirin.
Hesen Rûhanî serokê KOmara Îslamî ay Îarnê li kêleka mersima roja cîhanî ya Qudsê li Têhranê, li nava koma nûçegihanan got: Peyama roja Qudsê, peyama kîn û nifreta gelê Îarnê ji rejîma dagirker û piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê ye.
Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê jî li kêleka vê mersimê got: Nizama serdetîxwaz bitaybet Emerîka û hevpeymanên wê li navçê hewl didin ku mijara sereke ay Filitsînê bi meselên nesereke yên mîna tirsandina ji Îranê bigherin ku dê bi ser nekevin.
Ayetullah Ehmed Cenetî serokê meclisa xiberyên rêberiyê jî li gotûbêja bi nûçegihanan re got: Gelê Îrana Îslamî jibo berevaniyê ji armancên Filistînê û inqilabê li meydanê hazir bûn û komploya dijmian bêencam kirin.
Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê jî Rejîma Siyonîstî dijminê sereke yê welatên Îslamî da zanîn û got : Divê welatên Îslamî li fikra yekitî û rawestana li ber Rejîma Siyonîstî wek dijminê sereke yê welatên Îslamî bin.
Serleşkir psdar Muhemed Baqirî serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îarnê li bara giringiya roja cîhanî ay Qudsê got: Li mekteba Îslamê qebûlkirina zilm û zordarê tu cih û şûneke xwe tine û misilmanên rastîn tim li riya rawestana li ber zilmê tev digerin.
Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî ewlehiyê, cixîza sor a Komara Îslamî da zanîn ku nayê guhertin û destnîşan kir: Her kom an welatê ku bixweze bi her şêweyê derbê li vê mesela giring bide, dê rastî bertekeka giran were.
Serdar Srtîp pasdar Huseyn Dihqan wezîrê berevaniyê yê Îarnê jî rejîam qelpa siyonîst hegera bêewlhî û nearamiya navçê da aznîn û tekez kir: Roja Qudsê, roja vejiyandia Îslamê û yekitiya hemî gelên navçê ye.
Musin Rizayî sekreterê Civata Kişvkirina berjewendiyên Nizama Îranê, roja Qudsê sembola dijberiya heq û batilê da aznîn û got : Peyama giring a meşa roja cîhanî ya Qudsê eva ye ku umeta Îslamî naçe bin barê zilma ku îstikbara cîhanê piştgiriyê dide wê.
Serleşkir seyd Hesen Fîrûzabadî şêwirmendê pilebilind ê eskerî yê fermandê gişt hêzan jî ji nûçegihanan li mersima roja cîhanî ya Qudsê got: Roja Qudsê tê wateya berevaniya ji mafên gelê Filitsînê wek mesela ewil acîhana Îslamê ye.
Meşa roja cîhanî ya Qudsê îro îniyê 23 Hezîrana 2017an wek dawîn îna meha pîroza meha pîroz a Remezanê li seranserê Îranê hat lidar xistin.