Hezîran 19, 2017 14:31 Asia/Tehran
  • Şirove - Trump û gefên wî li dijî Îranê ji hêla Rêberê Giranqedr ê Înqilabê

Rêberê Giranqedr ê Înqilabê, hezretê ayetullah Xamineyî berêvariya yekşemê li hevdîtina komeke malbatên şehîdên Berevanê Heremê û şehîdên sînorvan, got: `Xeberdanên beredayî û pûç ên serokomarê Amerîkayê tiştekî teze nîne; Ji ber ku Komara Îslamî ji destpêkê va tûşî komployên cûrbicûr bûye; lê xêrnexwazên gelê Îranê nikarîne ti xeletiyekê bikin``.

Rêberê Giranqedr ê Înqilabê, hezretê ayetullah Xamineyî berêvariya yekşemiyê li hevdîtina komeke malbatên şehîdên berevanê Heremê û şehîdên sînorvan, tevî pêgiriya li ser viya ku mafê jiyanê yê şehîdan li ser vî welatî heye, amaje bi gotinên bi gef û dijminatî yên vê dawiyê yên rayedarên amerîkî kir û tevî pûç û beredayîzanîna wan, got: Xeberdanên beredayî yên serokomarê Amerîkayê tiştekî teze nîne; Ji ber ku Komara Îslamî ji destpêkê va tûşî komployên cûrbicûr bûye; lê xêrnexwazên gelê Îranê nekarîne ti xeletiyekê bikin.

Wî bal kişande ser gotinên vê dawiyê yên rayedarên amerîkî li warê hewildanên ji bo guhertina pergala îslamî û ji wan ra got:``Di heyama sîh û heşt salên bihurî da kengê bûye ku we nedixwest pergala îslamî biguherînin, lê hertim serê we li kêvir ket, niha jî dê wisa bibe``.

Eger em carê li berbihuriya liv û tevegrên Amerîkayê li dijî Îranê di heyamam nîvsedsala buhurî binêrin, em ê bibînin ku Amerîka hertim gefeke ciddî li dijî Îranê bûye. Gef û sondxwarina li Îranê bi çarçov û teşeyên şerê nerm hema wisa didomin û eva nîşan dide ku Amerîka hemî riyan bi kar tîne ta ku ziyanê bigihîne Înqilabê û Komara Îslamî ya Îranê. Lê roja îro Komara Îslamî ya Îranê  wekî weklatek tê naskirin ku li hemberî Amerîkayê û pergala ser5destîxwaz rawestiyaye û ev berxwedan nîşana naskirin û têgihîştina rastbînane ya gel û pergala Komara Îslamî ya Îranê ji pênaseya dijminan e. Dijminên ku rojekê li kincên piştgirên Sedam, Rojhilata Navînê tûşî şer û nearamiyê anîn û roja îro têkoşîna li hemberî têrorîsmê kirine mehne ta ku projeya guhertina xerîteya siyasî ya Rojhilata Navînê cih bînin.

Ji dema ku Înqilaba îslamî ya Îranê bi ser ket û pergala Komara Îslamî destê Amerîkayê ji Îranê qut kir, rayedarên Amerîkayê çi yên komarxwaz û çi yên demokrat bi caran ev cûre helwêst û gotinên bigef bi kar anîn. Li dû serketina Donald Trump li hilbijartina sala 2016`an li Amerîkayê, gellek pirs li vî warî da hatin hilêxistin ku gelo bi desthilatdarbûna Trump wê çi guhertin li rewşa liv û tevgerên Amerîkayê li dijî Îranê pêk werin û gelo ti cihêtiya Trump digel Rîgan, Bûş an Obama heye û gelo ev guhertin pêvajoya dijminatiyên Amerîkayê digel Îranê wê têxe riyeke nû?

Marî Sisîl Naw civaknas û şirovekara miajrên Amerîkayê visa liv û tevger û kesayetiya Trump şirove dike; Ew bawer e:

" Donald Trump ji riya rûbirûbûna digel Îranê dixwaze ku hevsengiya li Rojhilata Navînê 9rojavaya Asyayê) ne bi armanca guhertinên jeopolîtîk belkê bi armanca serêxwegirtina xwestekên aborî, biguherîne ku li gorî zihniyet û morala  wî ye."

Rastî ev e ku rewşa niha ya navçeyê û diyarbûna diyardeyek mîna Trump mîrateya siyasetmedarên Amerîkayê ye. Em ji bîr nekin ku cihêtiyeke wisa ji hêla liv û tevger û reftarê va di navebra Trumpû û siyasetvanên berê yên Amerîkayê tune. Ji bilî viya ku Trump gellek bêtecrubetir û xavtir ji wan e û di esasa da dimejiyê wî da tiştek bi navê siyaset û aqilmendiya siyasî tune. Lê heta wê demê ku Trump û derdorên wî têbigihêjin ku bi rastî li Amerîka û cehanê çi diqewime, renge gellek bûyerên neçaverêkirî biqewimin ku hem ji bo Amerîka û hem ji bo welatên din ziyanbar bin.

Rayedarên Amerîkayê çi pêştir û çi niha ji bo derbelêdana li Îranê her karekî ku dikarîn, kirin; Lê divê bizanin ku her kesê ku destdirêjiya ser Îranê bike, wê bi xwe ziyanê bibîne.

Wisa ku Rêberê Giranqedr ê Înqilabê destnîşan kir:

"...Bila hemû, çi dijmin, çi dostên dilsoj û çi dostên ku carna dilê wan diheje, bizanin; Komara Îslamî qahîm û bi hêz û iqtidara tam rawestiyaye û dijmin nikarin sîliyê li gelê Îranê xînin; belkê wê gel sîliyê li wan xîne..."