May 26, 2017 17:38 Asia/Tehran
  • Pêşveçûna berfire ya Heşdi Şeibî li rojavayê Mûsilê

Hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê li dewama operasyona xwe ya dijî koma terorîst a DAIŞ`ê, li şevûroja buhurî karîn pênc gundên din ên li rojavayê Mûsilê ji bin lepên terorîstan azad bikin.

Hêzên Heşdi Şebî, di encama operasyona xwe ya duh ya bi qumandetiya Heyder El Amirî, dijî terorîstên DAIŞ`ê de, karîn pênc gundên Kebîseya Bakûr, Kebîseya Başûr, Qabûsiye, Hatemiye û gundeka din a li rojavayê parêzgeha Neynewayê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Li dewama vê operasyonê hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê dil hene bajarokê Beacê bi tamî ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Li gorî nûçeyeka din, cadeya stratijîk a Şingal- El Beacê kete destê Heşdi Şebî. Hêzn Heşdi Şebî, roja îniyê karîn, jibilî azadkirina çar gundên din li rojavayê Mûsilê, kontrola ser cadeya stratêjîk a Şingal El Beacê, piştî derbasbûna 36 mehan vigirin destê xwe.

Hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê, duh li daxuyaniyekê ragihandin ku qonaxa duyemîn a azadkirina gundên rojavayê navçeya El Qeyrewanê li parêzgeha Neynewayê dest pê bûye.

Di eynî demê de artêşa Iraqê ji xelkê navçeya kevnar a Mûsilê ku hîn di destê DAIŞ`ê da ye xwestiye ku demlidest taxên xwe biterikînin û herine derbasgehên ewleh. Hişyariyek ku tê wateya destpêbûna operasyona dawîn.

Li gorî nivîsara malpera nûçeyan a kanala Sûmeriyeyê, li gorî daxuyaniya ku navenda ragihandinê ya Heşdi Şebî weşandiye, hêzên Rêxistina Bedrê ligel Leşgera Îmam Elî (s) karîn gundên Bîskî, El Hatemiye, Qabûsiye û Rembûs El Xerbiye ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin. Herwiha ew bajaroka girîng ê Kocoyê ku pêgeha herî girîng a DAIŞ`ê li rojavayê navçeya El Qeyrewanê tê hesêb, azad kirin. Terorîstên DAIŞ`ê ev midehek bû ku ev bajaroka dorpêç kiribûn.

Çavkaniyên iraqî ragihandin: Helîkopterên iraqî, 5 trombîlên DAIŞ`ê yên bombekirî li bakûrê rojhilatê El Beacê li parêzgreha Neynewayê dan ber bombeyan. Ew trombîl bi armanca pêşîgirtina ji pêşveçûan hêzan li gundê El Bûxeşebê li bakûrê rojhilatê El Beacê amade bibûn ku ew trombîl hemî hatin rûxandin.

Ji aliyê din ve çavkaniyeka ewlehiyê li perrava rast a Mûsilê ragihand: DAIŞ pêşiya belavkirina madeyên xwerinê bo xelkê li perrava rastê digire. Ev çavkaniya got: Endamên DAIŞ`ê jin û zarokan li navçeya Bab El Cedîdeya li rojavayê Mûsilê xwedî kirine û nahêlin ku xwerek bigihîje destê xelkê ku fermanên wan cih nayînin.

Eva li halekê ye ku hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê, gundên Qube El Wehbî, Erfî, Erfî El Ewel û Emlîhatê li rojavayê  Mûsilê azad kirin  û li ser rêya El Ednaniye- El Beacê serdest bûn û navçeya El Qeyrewanê bi tamî ji El Beacê cida kirin.

Ji aliyê din ve Necmedîn Kerîm, parêzgarê Kerkûkê, ragihand ku DAIŞ`ê, xelafeta xwe ya xwe binavkirî, ji Mûsilê veguhestiye El HEwîceya li başûrê rojavayê Kerkûkê. Fermandeyekî hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê jî ragihand ku berpirsê pereyî yê terorîstên DAIŞ`ê li navçeyekî li bakûrê rojavayê vî wwelatî bi bi mîlyonan dolaran reviye.

Cebar El Memûrî, fermandeyekî hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê, berî nîvroja îro îniyê, ragihadn ku berpirsê qaşo Beytulmala koma terorîst a DAIŞ`ê li bajarokê sînorî yê El Beacê li başûrê rojavayê parêzgeha Neynewayê li bakûrê rojavayê vî welatî, piştî ku du cîgirên wî hatin kuştinê, reviya.