May 12, 2017 19:14 Asia/Tehran
  • Mirin; tenê bijarte ji bo zarokên iraqî yên li destê DAIŞ`ê

Ji çaxê êrişa grûpa terorîstî ya DAIŞ`êser Iraqê, zarokên vî welatî qurbaniyên herî girînge destê vê grûpa terorîstî ne.

Rojnama ingilîzî Îndependent`ê li li raporekî xwe nivîsî; Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê piştî dagîrkirina hinek ji navçên Iraqê, zarokên ku hêsîr dikirine ewqas birçî radigirtine ku rastî lawaziyê dihatine paşê kêmek xwarek didane wan û ewna dişandine meydanên şêr.

Li vê raporê hatiye bê şik zarok grûpa herî mezlûm, bê guneh li Iraqê ne ku gelek derbe li wan ketine.

Hema niha jî zarokên iraqî yên destê terorîstên DAIŞ`ê rastî pirsgirêkên zav têne û terorîstên DAIŞ`ê ji van zarokan bi rewşên curbicur istifade dikin.

Xîncî viya ku zarokên iraqî bi destê terorîstên DAIŞ`ê bi rewşên nemirovane qurbanî dibin têne kuştin yan jî birîndar dibin, bi rewşên din jî qurbanî dibin, yek ji van cinayetan karê bi zorêye zarokane ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bi darê zorê wan neçar dikin ku kar bikin.

Ji sala 2014 ku pişkin ji axa Iraqê kete destê terorîstên DAIŞ`ê nîzikî 1496 zarokên iraqî ji kolanan yan jî ji malên xwe hatine rehîngirtin ku terorîstên DAIŞ`ê ji van zarokan bona hedef û armancên xwe istifade kirine.

Her li vê barê Komîsariya bilind a heq û mafê mirovane Rêxistina Netewên Yekgirtî li Cotmeha sala 2015 li raporekî xwe ragihand; Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê herî kêm 4 pêgehên eskerî bona perwerdehiya eskerî ya zarokan li Mûsilê çêkiriye.

Li vê raporê hatiye ku terorîstên DAIŞ`ê 1200 zarokên iraqî ji serqanserî vî welatî dizîne û li van pêgehan bona hedef û armancên eskerî û terorîstî perwerde dikin.

Ya rast zarokên hanê li dewsa ku dersê bixînin bûne eskerên terorîstên DAIŞ`ê û neçarin ku şer bikin ji ber ku ev zarokane hatine tirsandin merca zindîmayîna wan îcrakirina xwestekên terorîstane.

Mesela din ku li bara xelkê Iraqê pêwîste îşare bê kirin, malbatên iraqî ji tirsa ku neke terorîstên DAIŞ`ê zarokên wan ji wan bi darê zorê bistînin ji malên xwe direvin û pîşiya xebatên zarokan û ken û giriyê zarokan digirin ku ji nezera pîskolojîk zarok rastî pirsgirêkan tên.

Ker li vê barê da Hela Cabir endameke Rêxistina navnetewî ya Muhaciretê li Adara sala 2017 ragihandiye malbatên iraqî li henek caran devê zarokên xwe girêdidin yan hebên curbicur didin wan ku ewna tenah û aram bibin û wan vedişêrin ku terorîstên DAIŞ`ê wan nebînin.

Êmî Kirîstiyen berdevka saziya xêyriye ya navnetewî ya Aksfamê ku meqera vê saziyê li Ingilîzêye jî got: Hinek ji dê-bavên iraqî çaxê revîna ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji tirsa ku terorîst zarokên wan ji wan bistînin hebên curbicur yan dewa-dermanên curbicur didin zarokên xwe ku ewna aram bin.