May 10, 2017 19:58 Asia/Tehran
  • Nihêrîna  rêberî: Pîvanên deshilatdarî û qaweta Îranê, berbendeke qahîm e li hember dijminan

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, roja çarşemê bi hizûra li mersima xilasiya dersa xwendekarên efseriyê û perwerdekirina zanîngeha Îmam Huseyn (s), cardinê ser giringiya hilbijartinên pêşber tekez kir û faktorên deshilatdarî û qaweta Komara Îslamî ya îranê hilêxistin.

Hezretê ayetullah Xamineyî li vê merasimê bal kişand ser parametr û faktorên deshilatdariya welêt û gelê Îranê û destnîşan kir: Ewlehî û aramiya Îranê li navça aloz  yek ji şanaziyên  Komara îslamî ya Îranê ye  ku ketiye ber hedefa qawetên îstikbarî.

Mijara  ewlehiyê roja îro êdî bi tenê aliyeke xwe tine û xurtkirina hêza eskerî bi tenê nagire ber xwe belkî mijareke çend alî ye.

 Îranê bi palpiştiya hêza xwe ya navxweyî, pîvan û faktorên xwecî û bibandor ên qawetê pêk aniye ku îro rojê li hawîdora xwe ya bêewleh, xwediyê ewlehiyeke mayînde ye.Wî zanist û pêşketinên zanistî aboriya bihêz û serbixwe, qaweta eskerî û hêzên çekdar ji sedemên deshilatdariya Îranê dan zanîn.

Helwesta  dewleta berxwedanê ,qaweta berevaniyê û îqtidara  berevaniyê ye û îro komara îslamî ya îranê wek dewleta berxwedanê, xwediyê siyaset, aborî û hêzên çekdar, liv û tevgera  navneteweyî û navça  nifûza berfireh e.

 Her ewqas ku qaweta eskerî ji wan amûrên cengê yên mîna  çêkirina  mûşekan  ji welêt re qawet û otorîteyê çê dike, her wisa hebûna  aboriya xurt û serketî li warê ilm û teknolojiyê jî  jibo xurtkirina  qaweta  pêşlêgirtin û berevaniyê pêwîst e.

 Dewleta berxwedanê yanê eva ku li hember dijminan paşde nekişin.

 Li gorî gotina rêberê giranqedr, dewleta berxwedanê naxwaze ku  destdirêjiyê ser welatan bike û bibe serdetxwaz û ne jî  helwesta berevanî û pasîvbûnê heye. Li gorî gotian rêberê giranqedr , dewleta berxwedanê hin pîvanên  xwe hene ku  siayset, aborî, hêzên çekdar, liv û tevgera navneteweyî û navça nifûza berfireh dikemilîne. Ev pîvan qaweta berevaniyê xurt dikin û KOmara Îslamî ya Îranê dikine  welatekî bihêz, serbixwe û xwediyê nifûz û stayla siaysî li alugurên  navçeyî û navneteweyî.  Rêberê giranqedr her wiha  tekez kir:Bila dijmin bizanin ku ger li fikra destdirêjiya ser Îranê bibn wê rastî bertekên giran werin. Diqewme ew desdirêjiyê destpê bikin lê dawiya kar ne di destê wan de ye. 

 Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Armanca demnavîn a dijmin jî mesela aborî û meaşa gel e da ku bêkarî weke belayekê li Îranê berfireh bibe da ku gel ji Komara Îslamî ya Îranê ji ber pirsgirêkên jiyan û meaşê dilsar bibin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha bal kişand ser hilbijartinên  pêşber û tekez kir: Beşdariya  rêk û pêk û bi exlaqê ya gel li hilbijartinê sedema şeref û rometa Komara Îslamî ya Îranê ye û bê qanûnî û bedexlaqî û hêvîdarkirina dijmin li hilbijartinê dê ser zirara Îranê bibe.