May 05, 2017 18:52 Asia/Tehran
  • Axiftina Erdogan li bara bandora pêkanîna navçeyên kêmkirina kêşeyan li Sûriyê

Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, destnîşan kir ku pêkanîna navçeyên kêmkirina kêşeyan li Idlibê û pênc navçeyên din ên Sûriyê, sedî 50`ê pevçûnên li Sûriyê kêm dike.

Erdogan dema vegeryana ji Rûsyê, ji nûçegîhanan re got: Li hevdîtina bi hevtayê xwe yê rûs, pêşniyara pêkanîna navçeyên kêmkirina kêşeyan li Idlib û pênc navçeyên din ên Sûriyê raber bû ku eger ev plana serê xwe bigire, wê sedî 50`ê mesela Sûriyê çareser bibe.

Hêjayî gotinê ye ku serokomarê Tirkiyê li sefera xwe ya roja çarşemiyê yanê 3`ê Gulanê bo Rûsyayê û li hevdîtina bi Vlademîr Pûtîn, serokomarê vî welatî li Sûçiyê, li ser peywendiyên dualî û mijarên girîng ên navneteweyî û bi taybet mijara Sûriyê gotûbêj kirin.

Berî niha Rûsyê pêşniyara pêkanîna navçeyên ewleh û yan kêmkêşe li Sûriyê raber kiribû ku Tirkiyê pêşwaziya wê pêşniyarê kiribû. Plana Rûsyê ya di vî warî de, pêkanîna navçeyên ewleh ên li parêzgeha Idlibê, bakûra bajarê Humsê, dorhêla rojhilat û başûrê Sûriyê digire ber xwe.

Mijara ku helbet yek ji mêhwerên sereke yên gotûbêjên civîna Astaneyê jibo çareseriya qeyrana Sûriyê bû û welatên Rûsye, Îran û Tirkiye wekî welatên garantîkerê van gotûbêjan bûn.

Ji xwe eva midehek e Tirkiye mijara pêkanîna navçeya ewleh a li Sûriyê dişopîne ta ku bi saya cihhatina vê bernameyê jibilî derxistina hêzên Kurd ên sûrî ji navçeyên sînorî yên Sûriye û Tirkiyê, bikaribe navçeyeka ewleh jibo gihandina alîkariyan û karên locêstîk bona piştevaniya ji hêzên Tirkiyê ên ku niha li Sûriyê ne, pêk bîne.

Bicihkirina awareyên sûrî yên li Tirkiyê û alîkariya bo kêmbûna koçberiya awareyên ji ber şêrr bo nav Tirkiye û Ewrûpayê jî, ji wan armancên Tirkiyê li plana pêkanîna navçeya ewleh bûne û hen jî. Lewra Tirkiye pêşwaziya her planekê dike ku li çarçova xwestaka vî welatî ya pêwîstiya pêkanîna navçeya ewleh li Sûriyê bibe. Çi xuliqkar û cihînerê plana navçeya ewleh a li Sûriyê, Rûsye bibe, çi jî Amerîka, ya ku jibo Enqerê girîng e pêkanîna garantiyekê jibo dewama hebûna leşkerî û siyasî ya Tirkiyê li danûstandinên Sûriyê ye.

Eva li rewşekê ye halekê ye ku  qeyrana Sûriyê wê demê bû qeyraneke giştalî û bû sedema kavilbûna navçeyên curbicur ên vî welatî ku hin aktorên wek Tirkiye û welatên derveyî navçê, derbasî nava danûstandinên meydanî yên Sûriyê bûn. Rewşa ku ne tenê qeyranê û rêbazên çareserkirina wê aloztir kir belkî kavilbûn û awarebûna xelkê Sûriyê jî zêdetir kir.

Her ji ber vê yekê aşkera ye ku pêkanîna navçeyên kêmkêşe yan navçeyên ewleh, eger ku di çarçoveya armancên aktorên derveyî yên têkildarê qeyrana Sûriyê de nebe, dikare alîkariya vê yekê bike ku pevçûnên li vî welatî heya astekê kêm bibin. Lê Sûriye dê wê demê aramiyê bibîne ku xwetêkilkirina biyaniyan wekî eslekê ku ji aliyê welatên têkildarê qeyrana Sûriyê ji wan Tirkiyê ve qebûl bibe û dawiya pevçûnan  bi riya agirbesa hertimî, serê xwe bigire. Her ji ber vê yekê gotinên Erdogan yên li ser viya ku pêkanîna navçeyên ewleh li Sûriyê dikare heya sedî 50`ê alîkariya çareseriya krîza Sûriyê bike, gotinên li ser bingeha pişkek ji rastiyên qeyrana Sûriyê ye. Ji ber viya divê em pişka din a vê rastiyê li kêmkirina xwetêkilkirina leşkerî û siyasî ya Tirkiyê û hêzxurtên derveyî navçê yên li Sûriyê, bişopînin û bibînin. Rewşa ku divê bibe sedma pêkhatina şertûmerceka ewleh bona biryardayîna xelkê Sûriyê jibo kivşkirina çarenivîsa xwe û eva wê serê xwe negire meger ku dewletên rojavayî, Amerîka, Tirkiye û piştgirên navçeyî yên komên terorîstên çalak li  Sûriyê, dûr ji berjewendiyên xwe yên kesane, bi dû pêkanîna derfet û rewşê jibo serêxwegirtina armancên xwe yên demkurt û demdirêj nebin belki bi dû vejiyandina ewlehiyê û vegerandina aştî û aramiyê bû Sûriyê bin.