Nîsan 18, 2017 19:05 Asia/Tehran
  • Giştpirsîya li Tirkîyê û  bêmiraziya welatên rojavayê

Rojnameyeke Almanyayê behsa xatirxwestina Tirkîyê ji Ewropayê piştî giştpirsya guhertina destûra bingehîn a vî welatî kirîye û stratejîya welatên rojavayî li babeta nêzîkbûna li cînarên wan ên misilman di rewşeke wiha da têkçûyî nirxand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnimê, Rojnama Tags Spigualê li nivîsarekê dûhatên encamên giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a Tirkîyê jibo Ewropayê nirxandin û nivîsî: Welatên rojavayî demekê xewn û xeyalin hebûn. Bi nêrînekê li ser raubhoriyê mirov dikare xeyalên hanê xeyala xwemezindîtinê binirxîne. Wê xeyalê ev yeka digîhand ku modêla rojavayî nikare li ber xwe bide û lawaz e.

Ev xewn û xeyala welatên rojavayî dawîya hefteya buhurî ya mîladî û bereberê Eyda Pak li Tirkîyê têk çûn. Sîyasetvanekî bijartîyê gel, rakirina dêmokirasîyê, serwerîya qanûnê û cihêkriina dezgehên birêvebir xist ber hilbijartinê û li gorî encamên fermî pirranîya welatîyan dengê Erê danê.

Di pêşerojê da idî dezgeha dadwerîyê û meclis çavdêrî û kontroleke cidî ser serokomar nakin, ji ber ku ji vir şûn da ev her du dezgeh li Tirkîyê yê bikevin bin sîya serokomarîyê. Eva dawîya dêmokirasîyê li Tirkîyê û vegera ser dewrana dîktatorîyê û dewleta tekserî ye.

Tirkîye niha li halê derbasbûna nav dewraneke din wek Almanyayê di sala 1933`ê da. Helbet eva nayê vê meinayê ku salên pêşerojê jibo Tirkîyê yê dewraneke bişîdet û xwînavîn wek tişta ku li Almanyayê qewimî bûn lê kontrol û hevsengîya ku divê li dêmokirasî û dewleteke rewa bê parastinê, lawaz dibe.

Bi van alûgurên kifş, hela jî hin kes hene ku wisa serederîyê dikin ku tu dibê qey tiştek neqewimîye û qet dûhatan jibo vê yekê texmîn nakin. Tirkîyê pêvajoya amadekarîyên şert û mercên endametîya li YE`yê bidawî anîye û eva idî dêmokirasîyek nine.

Li beşeke din a vê nivîsarê hatîye: Erdogîn dêmokirasî darve kirîye. Tirkîyê xatir ji YE`yê xwestîye. Eva bi vê wateyê nîne ku Ewropa û Almanya divê niha peywendîyên xwe ligel Tirkîyê rawestînin belkî bileks em niha hewcedarê peywendîyên zêdetir in.

Lê heke Ewropa nirxên xwe cidî bizane idî pêvajoya helwestên berê li hemberî Erdogîn û partîya wî nadomîne. Bêyî dêmokirasî, serwerîya destûrê û parvekirina dezgeh û desthilatê idî nabe muzakireyên endametîya li YE`yê bidomin.

Niha istiratêjîya welatên rojavayî ya zêde ji 50 salî li hemberî cînarên islamî yên welatên hanê giheştîye dawîyê û tûşî işkestê bûye. Welatên rojavayî hêvîyên xwe yên herîmezin bi Tirkîyê va girêdabûn û heke di warê peyakirin û cihanîna modêleke rojavayî li welatî serkevtî bibana Tirkîyê dikarî jibo welatên din ên misilman bibe mînak lê vê yekê serêxwe negirt.