Nîsan 15, 2017 17:28 Asia/Tehran
  • Dewama hişyariyên Tirkiyê ji bo rayedarên Yejkîtiya Ewropayê

Hişyariyên rayedarên Tirkiyê bo saziyên rojavayî teva nabin û careke din ketine rojevê.

Di rastiyê da dewleta Enqerê di heyama mehên vê dawiyê da ji bilî şerr û pevçûna digel dijberên guhertinnê qanûna bingehîn a Tirkiyê li hundir û di asta Ewropayê da, li hemberî mijarin wekî rawestandina lihevkirinameyên vî welatî ji bo tevlîbûna nav Yekîtiya Ewropayê jî bertekek nerênî nîşan daye. Vê yekê kêşeyên du aliyan zêdetir kiirye.

Di dewama kêşeyên di navbera Tirkiyê û welqatên rojavayî da, Çawûşoxlûyê wezîrê karên derve yê Tikriyê qala nirxandina dubare an rawestandina lihevkirinameya welatê xwe digel Yekîtiya Ewropayê li gorî cihnehatina betalkirina pêwîstiya vîzayê ji bo sefera welatiyên Tirkiyê bo welatên ewropî kir.Serokê saziya Dîplomasiya Tirkiyê her wiha ragihand: Rawestandina çûyîna penaberan bo welatên ewropî û betalkirna pêwîstiya vîzayê ji bo sefera welatiyên Tirkiyê bo welatên endamê Yekîtiya Ewropayê her du di nava lihevkirinameyekê da bûn ku eger yek ji wan cih neyê, ev mafê Tirkiyê heye ku li bara lihevkirina pêkhatî venihêrînekê pêk bîne an cihanîna wê rawestîne. Eva cara çendan e ku rayedarên dewleta Enqerê gefa rawestandian cihanîna lihevkirna têkildarî penaxwazan li Yekîtiya Ewropayê dixwen. Berî viya jî rayedarên Tirkiyê bi taybet serokomarê vî welatî bi caran gefên viha li dijî Yekîtiya Ewropayê hilêxistibûn; Lê tu wextî ev gef nexistine pratîkê û cih neanîne. Tevî wiya ku tenê ji sedî 3`ê erdên Tirkiyê li sînorên Yekîtiya Ewropayê da ne, lê rayedarên Tirkiyê ji dehsaliya 1960`î û bi vir da hertim ji bo tevlîbûna nav Ewropayê xwe kiirne berendam. Di rastiyê da divê em bêjin ku rayedarên tirk  di heyama zêde ji 50 salên buhurî da heilwanên berfire ji bo ewropîbûnê pêk anîne, klê ev hewildan hertim tûşî şikestê bûye. Li gorî itirafa gellek ji rayedarên Tirkiyê û heta Yekîtiya Ewropayê, ev yekîtî, clûba xirîstiyaniyan e û îmkana encamtiya welatên misilman têda tune. Tevî ku rêberên dewleta Enqerê vê rastiyê dizanin, lê berpirsên Partiya serdest a Dad û Geşepêdana Tirkiyê (AKP) jî mîna berboriyên xwe û rayedarên laîk ên desthilatdar li Enqerê li ser tevlîbpûna nav Yekîtiya Ewropayê pêgiriyê dikin. Eva li halekî ye ku dewletên ewropî û saziyên bin piştgiirya Yekîtiya Ewropayê ragihandine ku Erdoxanê serokomarê Tirkiyê tevî pawanxwaziya li desthilatdariyê dil heye ku Tirkiyê ber bi dîktatortiyê va bimeşîne.

Li gorî lihevkirina di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê da, Enqerê dê hemû koçberên ku bi awayê neqanûnî û ji riya Tirkiyê çûne Ewropayê û di destpêkê da çûne Yewnanê, vegerîne û li berdêla wê Ewropa jî bi hezaran koçberên sûrî ku ji Tirkiyê hatine, dê werbigire.

Dewleta Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê ji sala 2013`an va li warê rakirina vîzaya neçarî ji bo welatiyên Tirkiyê ji bo sefera bo welatên ewropî, heta herî pirr 90 rojan gotûbêj kirin û li çarçova lihevkirnam li ser penaberan di meha Adara sala 2016`an da her du aliyan li hev kirin ku îzna sefera bêyî pêwsîtiya vîzayê bo welatên ewropî ji bo welatiyên Tirkiyê bê dayîn; Lê ev beşa lihevkirinê hela cih nehatiye.

Xûya ye ku li gorî pêvajoya niha, wê kêşeyên Tirkiyê digel welatên rojavayî gurrtir bibn. Karzanên mijarên Tirkiyê dibêjin ku beşa zêde ya nakokiyên Tirkiyê digel Yekîtiya Ewropayê vedigere ser berjewendiyên kesane yên Erdoxên bixwe. Di rastiyê da berxwegirtina siyasetên anvxweyî û navçeyî ji aliyê Erdoxên bûye sebeb ku nakokiyên di navbera du aliyan da di hemama mehên buhurî da bi awayekî kêmdîtî zêdetir bibin. Ev nakokî pirranî têkildarî pawanxwaziya li desthilatdariyê li hundir û berçavnegirtina sozên dayî ji aliyê wealtên rojavayî va ye. Tu şik û gumanek namîne ku dewamam vê paêvajoyê tevî ziyanlêxistina li gotûbêjan dikare ji bo nifşên pêşerojê yên Tirkiyê jî hin pirsgirêkan çêbike. Di rewşeke viha da rayedarên dewleta Enqerê dewsa kêmkiirna kêşeyên xwe digel welatên rojavayî, bala xwe dane ser berjewendiyên demkurt ku ev yek îmkana jinavbiirna nakokiyên  di navera du aliyan da jî tûşî pirsgirêkên ciddîtir û kûrtir tîne.