Nîsan 15, 2017 15:10 Asia/Tehran
  • Gefa nû ya Tirkiyê dijî Yeketiya Ewrûpa

Mewlûd Çawuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li gotûbêja xwe ya telefûnî got: Eger yeketiya ewrûpa vîzaya sefera welatiyên Tirkiyê bo para pirtire welatên Ewrûpî raneke Enqere hemû rêketinên li bara penaberan berçavan derbas dike an jî taloq dike.

Gotinên Çawuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li bara hêtimala îbtalkirina rêketinnama tev Yeketiya Ewrûpa li halekê belav dibin ku Omer Çelîk wezîrê karûbarên Yeketiya Ewrûpa (YE) yê Tirkiyê ragihandibû: Dema vê yekê gihêştiye ku Enqere rêketina Tirkiyê tev Yeketiya Ewropayê li bara penaberan berçavan derbas bike.

Li gor rêketina navbera Tirkiyê û Yeketiya Ewropayê li sala 2016, her du alî rêketin ku li hemberî azadbûna vîzaya çûna welatên Tirkiyê bo YE, Enqere jî pîşiya çûna aware û koçberan bo nav vê yeketiyê bigre û hegera girêdana vê rêketinê jî eva bû ku pêşiya çûna awareyan bo welatên ewropî bê girtin.

Li naveroka rêketina Tirkiyê û YE hatibû ku li hemberî vê yekê ku Tirkiye nehêlibe aware ji vî welatî herine nav Ewropayê, YE hinek poenan bide Tirkiyê, bo nimûne dayîna alîkariya 4 milyard Euroyî bo Enqerê bona çêkirina kempan ji bo awareyan, herwisa pêşdebirina gotûbêjên navbera du aliyan li ser endambûna Tirkiyê bo nav YE û herwisa gor vê rêketinê qirar bû ku vîzaya sefera welatiyên Tirkiyê bo welatên ewrûpî jî bê hilanîn.

Ji aliyê dinve piştî darbeya leşkerî ya işkestxwariye Tirkiyê li Tîrmeha sala 2016 , ji ber rexneya tund a Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ji YE ku welatên endame vê yeketiyê li vê barê vbertekek baş nîşan nedane û herwisa ji ber rexneya welatên ewrûpî ji Enqerê ji ber reftara Enqerê li hemberî sebebkarên darbeyê û neyarên dewleta AKP`ê, peywendiyên navbera vê yeketiyê û Enqerê hema ber bi sarbûnê çû.

Ji aliyê dinve piştî destpêbûna teblîqatên giştpirsiya guhartina qanûna bingehîn û guhartina nizama parlemanî bi serokatiyê li nav Tirkiyê, ku welatên ewrûpî rê nedan karbidestên Tirkiyê li van welatan û bo welatiyên xwe yên ku li ewropa dijîn civînan birê xînin , eva jî bûye sebeb ku aloziya navbera Enqerê û vê yeketiyê pirtir bibe.

Piştî şîdet peydakirina aloziya navbera YE û Tirkiyê , ji ber rexneya hinek ji karbidestên ewrûpî ji Erdogan yên wekî Wolfang Şuyîbile wezîrê daratiya Alman, wisa diyare Tirkiye jî dixwaze pê hilêxistina mesela îbtalkirina rêketina dinavbera Enqerê û Yeketiya ewrûpa zextûzorê bîne ser Brûksilê.

Wolfang Şuyîbile wezîrê daratiya Alman li gotinên xwe bilî rexneya tund ji siyasetên Erdogan serokkomarê Tirkiyê ragihandibû ku ew dixwaze aloziya nav Tirkiyê bikşîne nav Alman.

Ser bawera karbidestên derecebilinde YE Tirkiye dixwaze ji rêketina navbera Enqerê û Yeketiya Ewrûpa wekî emrazek bona zextûzor anîna ser welatên ewrûpî istifade bike.

Ji aliyê dinve Tirkiyê bicaran YE tawanbar kiriye ku vê yeketiyê sozên xwe li hemberî Tirkiyê cih neaniye û mînaka vê yekê jî evaye ku Enqere dibêje li vê rêketinê hatibû ku welatên ewrûpî vîzaya çûna welatiyên Tirkiyê bo vê yeketiyê hilînin ku YE heta niha ev soza xwe cih neanîne.

Mewlûd Çawuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li gotûbêja xwe ya telifûnî got: Ev rêketina li ser mesela azadbûna vîzaya welatiyên Tirkiyê û girtina pîşiya çûna penaberan bo welatên Yeketiya Ewrûpa ye.

Wî got: Eger YE bersivekî erênî nede me eva heqê meye ku venêhrînek bavêjin ser rêketinnamê ya jî vê rêketinnamê taloq bikin

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kir ku pêwîste YE vîzaya çûna welatiyên me bo welatên nav vê yeketiyê azad bike ku eva bo wan jî baştire ji ber ku Tirkiye dilê ewlehiya Ewrûpaye.

Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî li Adara sala 2017 ragihandibû ku pêwîste YE rêketinnama navbera xwe û Tirkiyê li bara penaberan jibîr bike , welatên endamê vê yeketiyê tawanbar kirin ku wan sozên xwe li hemberî Tirkiyê cih neaniye.

Ji aliyê dinve karbidestên derecebilinde YE van tawanên Erdogan ret dikin û neyariya xwe tev siyasetên Enqerê li bara rêîketina li bara penaberan û xebatên Enqerê bona guhartina qanûna bingehîn û guhartina nizama siyasî li Tirkiyê ji parlemanî bi serokatiyê ragihandiye .

Ya rast niha YE bilî nîgeraniyên li bara Tirkiyê hene li ser mesela çawaniya endambûna Tirkiyê bo nav vê yeketiyê nîgeraniyek din jî hene û ew jî evaye ku ewna bawerin ku eger nizama siyasî li Tirkiyê ji parlemanî bi serokatiyê bê domandinê eva dê bibe sebeb ku nizama dîplomatîk li vî welatî ciyê xwe bide nizamekî dîktatorî ku vê yekê nîgeraniya YE pirtir kiriye.