Nîsan 13, 2017 11:52 Asia/Tehran
  • Biryarnama Konseya Ewlehîyê li bara Sûrîyê carek din pêrgî Vêtoya Rûsiyayê bû

Rûsyayê biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî Sûrîyê carek din veto kir û ev biryara çend saetan piştî hevdîtina Têylorson wezîrê karên derve yê Amerîka tev Pûtîn serokkomarê Rûsiyayê hate girtin.

Rûsyayê biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî Sûrîyê ku ev Pêşniyar ji aliyê Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ve hatibû pêşkeşkirin veto kir.

Li vê pêşniyar qanûnê ji dewleta Şamê hatibû xwestin ku li pirosa lêkolînkirina li bara rûdawa Xan Şêxûnê Sûriye alîkariya vê saziyê bike.

Herwisa li vê pêşniyar qanûnê ji dewleta Sûriyê hatiye xwestin ku hemû hûrgiliyên operasiyona artêşa vî welatî ya ser pêgehên terorîstan li Xan Şêxûnê li parêzgeha Idlibê bide ber destê Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî.

Rûsiyayê neyariya xwe li bara van babetên ku Konseya Ewlehiyê ji Sûriyê xwestiye daye diyarkirin.

Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Rûsyayê Vladimîr Safronkov eşkere kir ku Moskowa berdewamiya pêvajoya Cenevreyê bo çareseriya aştiyê ya li Sûriyê dixwaze, lê Brîtanya dixwaze pevajoya çareseriya li Sûriyê asteng bike.

Rûsyayê li kiryarekê ku ji ber dihate pêşbînîkirin,  biryarnama ku welatên rojavayî li bara êrişa kîmyewî ya li Idlibê raberî Konseya Ewlehîyê ya NY kiribûn, Vêto kir.

Xîncî Rûsiyayê, Bûlîviyê jî wekî endamê nehertimî yê Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewan neyariya xwe tev vê pêşniyar qanûna dijî Sûriyê ragihand.

Eva li halekê bû ku Çînê jî wekî endamekî Konseya Ewlehiyê dengê bêlabûnê daye vê pêşniyar qanûnê.

Bi vê qirarê carek din Konseya Ewlehiyê nekarî biryarnama xwe ya dijî Sûriyê bipejirîne.

Rûsyaya ku biryar veto kir, xwestibû li ser mijarê lêkolîn were kirin û bi bîr xistibû ku di bin çavderiya Amerîkayê da çekên kîmyewî yên li Sûriyê di sala 2014`an da hatine derxistin.

Di daxuyaniyên Rûsyayê de hatibû gotin ku Sûriyê li depoyên çekên kîmyewî yên têrorîstan xistiye ku dixwestin wan çekan bişînin Iraqê.

Cîgirê nûnerê dayimî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vladimîr Safronkov eşkere kir ku Moskowa berdewamiya pêvajoya Cenevreyê bo çareseriya aştiyê ya li Sûriyê dixwaze, lê Brîtanya dixwaze pevajoya çareseriya li Sûriyê asteng bike.

Safronkov, di civîna Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de axivî û got: "Tenê fikrê nûnerê dayimî yê Brîtanyayê li NY Matthew Rycroft zerarê dide hewldanên nûnerê taybet ê NY li karên Sûriyeê Staffan de Mistura û pêşveçûna pêvajoya siyasî asteng dike.

Niha dinavbera endamên Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî bitaybet dinavbera Rûsiyayê wekî endamekî hertmî yê vê saziyê ku heqê vetiya wî heye û sê endamên hertimî yê vî saziyê yamî Amerîka , Birîtaniya û Firansayê li ser Sûriyê neyariyekî kûr heye.

Niha welatên rojavayî bi hevrêtiya hevalbendên xwe yên li rojavaya Asiyayê yên wekî Erebistan, Tirkiyê û herwisa Rejîma Siyonîstî dixebitin, her cureyê bûye li şerê şeş salî yê nav Sûriyê, serkevin û xebata wan evaye ku dewleta Beşar Esed sernixûn bikin.Ev hevalbendiya rojavayî-erebî yê dijî Sûriyê bona gihêştina bi van hedef û armancên xwe hema rasterast yan jî nerasterast alîkariya grûpên tekfîrî-terorîstî li nav Sûriyê dikin.

Eva li halekê ye ku Rûsiya tenê hevalbendê Sûriyê li nav Konseya Ewlehiyê,li şerê dijî terorîstan hertim alîkariyê dide artêşa Sûriyê.

Li hefteya bihurî hevalbendiya Erebî-Rojavayî xebitî bi mihana rûdawa kîmyawî ya bajarê Xan Şêxûna Sûriyê duberekiyê têxe navbera Moskowayê û Şamê .

Li destpêka heftê Amerîka bi mihana pûç û bê xîm û binyat ku artêşa Sûriyê pê çekên kîmyawî êrişî ser Xan Şêxûnê kiriye,pêgeha hewayî ya El-Şeîratê xiste ber hedefa êrişa xwe ya mûşekî , paşê Riks Têylêrson wezîrê karên derve yê Amerîka bi hedefa dûrkirina Rûsiyayê ji Sûriyê , seredana Moskowayê kir.

Çaxê ku wezîrê karên derve yê Amerîka gihêşte Moskowayê ragihand ku pêwîste Rûsiya dinavbera Rojava û Sûriyê, yekê bibjêre .

Eva li halekê ye ku Rûsiyayê bicaran ragihandiye xebata rojava bona sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Sûriyê û xebata wan bona sernixûnkirina Beşar Esed dibe sebeb ku terorîstên DAIŞ`ê hêz ` qawet bigrin.

Li her hal hevdîtina Têylêrson tev karbidestên Rûsiyayê ji wan Veladimîr Pûtîn serokkomarê vî welatî jî nekarî kutahiyê bide neyariyên kûr yên navbera Amerîka û Rûsiyayê li bara Sûriyê.

Hevçaxî gotûbêjên sar yên dinavbera wezîrê karên derve yê Amerîka tev karbidestên Rûsiyayê li Moskowayê, devojeniya dinavbera nûnerên Amerîka û Rûsiyayê li Konseya Ewlehiyê li bara pêşniyar qanûna dijî Sûriyê jî gelektir bû.

Amerîka bi palpiştiya Birîtaniyayê û Firansayê li Konseya Ewlehiyê xwest bi vê mihanê ku artêşa Sûriyê pê çekên kîmyawî êrişî ser Xan Şêxûnê kiriye, pêşniyar qanûnekê dijî Şamê bipejirîne ku Rûsiyayê dîsa jî ev pêşniyar qanûna veto kir.

Niha ku gotûbêjên li bara Sûriyê yên li Konseya Ewlehiya Rêistiya Netewên Yekgirtî bê encam mane, niha pilandanerên rûdawa bi şik û gumane Xan Şêxûnê dixebitin pîlanekî din dijî Sûriyê bigêrin ta ku carek din ewna êrişên wekî ya Amerîka ser axa Sûriyê organîze bikin.

Mesela sereke li vê navberê evaye ku dewama siyasetên yekalî yên Amerîka li bara kirîza cîhanê dê cîhanê ber bi rewşekî bi xeter bibe.