Nîsan 10, 2017 18:19 Asia/Tehran
  • Şirove- Rêberê inqilabê: Êrişa ser Amerîkayê şaşitîyeke istiratêjîk û dubarekirina şaşitîya kesên berê

Gotinên rêberê giranqedir ên inqilaba islamî ya Îranê li hevdîtina duh a ligel fermandarên pilebilind ên hêzên çekdar ên Îranê têkildarî nirxandina êrişa Amerîkayê ser Sûrîyê, hilgirê xalên girîng in ku li warê nirxandina berûlayên vê bûyerê ji hêlkên curbicur va girîng in.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li vê hevdîtinê êrişa vê dawîyê ya Amerîkayê ser Sûrîyê ji çend hêlan va nirxand û got: Karê ku amerîkîyan kirin, şaşitîyeke istiratêjîk e û ew şaşitîyên xwe yên berê dubare dikin

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha got: Berpirsên berê yên Amerîkayê, DAIŞ pêk anîn yan alîkarî danê û berpirsên niha yên Amerîkayê jî DAIŞ`ê yan komeke wek wê bihêz dikin

Rêberê giranqedir ê inqilabê bi pêkutîya ser vê yekê ku xetera van komana yê di pêşerojê da pêsîra amerîkîyan bigire got: Ewropa roja îro bi hegera şaşitîya xwe ango bihêzkirina tekfîrîyan, tûşî wan bûye û gelê welatên ewropî ne li kolanan ne jî li malên xwe parastî nînin û Amerîka jî eynî wê şaşitîyê dubare dike.

Amerîka dewleta Şamê têkildarî êrişa kîmyewî ya hefteya buhurî ser devera Xanşêyxûna Idlibê berpirs dizane, lewma jibo pînekirina êriş û zordarîya xwe li hemberî Sûrîyê idia kir ev êrişa bi merema têkbirina şîyana Sûrîyê li warê bikaranîna sîlehên kîmyewî pêk anîye, idiaya ku pûç û bêbingeh e. Amerîkayê li helaekî li rêza yekem a idiakirên têkoşîna dijî bikarînerên sîlehên kîmyewî cî girtîye ku li karnameya wê ya reş, gellek cinayetên dijî mirovantîyê ji wan li warê bikaranîn û dabînkirina sîlehên kîmyewî yên cinayetkarên cehanî bikar anîne, hatine tomarkirinê.

Yek ji cinayetên hanê, êrişa kîmyewî ya Sedam ser gelên Îran û Iraqê dema şerê sepandî bû ku bi hezaran kes li Îran û Iraqê bûn gorîyê sîlehên kîmyewî yên ku welatên rojavayî pêşkêşî Sedam kirin.

Hela jî cebilxanên Amerîkayê ji sîlehên kîmyewî, mîkrobî û tevkujîyê tijî ne ku dûr nîne dîsan li cinayetên dijî mirovantîyê bên bikaranînê. Di rastîyê da şerxwazên desthilatdar li Amerîkayê bi xeysetên xwe xwe ji çi nayetekê dûr nagirin. Eva ew xala ye ku rêberê giranqedir ê inqilabê dema nirxandina reftarên Amerîkayê bal kişande ser wê û bibîr xist: Amerîka ji wan welatan e ku dema şerê sepandî sîlehên hanê dan ber destê Sedam. Di vê cinayeta dijî mirovantîyê da dewletên durû û fêlbaz ên ewropî jî ku roja îro li meseleya Sûrîyê idia dikin sîlehên kîmyewî hatine bikaranînê, dema şerê sepandî yê rêjîma Sedam ser Îranê da, gellek sîlehên kîmyewî dan Sedam ta ku ew wan li êrişên ser bereyên berxwedana Îranê û deverên Serdeşt û Helebçê bikar bîne.

Bi berçavgirtina rabhorîyeke wiha, jibo nirxandina vê bûyerê divê bê gotin ku êrişa mûşekî ya Amerîkayê ser Sûrîyê tam di rewşekê da ye ku hewldanên NY jibo muzakireyên Jênêvê di qonaxên dawîyê da bûn. Li gorî vê xalê meriv dikare texmîn bike ev êrişa bi armanca sênarîyosazîya Amerîkayê jibo destwerdana zêdetir li Sûrîyê pêk hat.

Di rastîyê da li gorî nêrîna Amerîkayê tenê firk û herikînerên leşkerî yên çaverênekirî dikarin pêvajoya alûgurên Sûrîyê ji çarçov û rêka sereke derxin. Lewma êrişa mûşekî ya Amerîkayê, kiryarek li gorî planeke ji pêşvadarêştî ye ku dikare rêya muzakireyên sîyasî li Sûrîyê ber bi hereketên leşkerî va bibe. Ev kiryara li gorî teybîra rêberê giranqedir ê inqilabê şaşitîyeke istiratêjîk e ku yê Amerîkayê li qobîyekê asê bike ku derketina jê yê hêsan nebe.

Amerîkayê bi ketina nav vê macerahezî û şerûtîya bipirs û guman hemî qanûn û peymanên mafên navnetewî binpê kirin û eva bideteke bixeter jibo navçê û hemî cîhanê ye ku dûhatên wê nayên pêşbînîkirinê.