Dijberiya li hember daxwaza Emerîkayê jibo zêdekirina bûdceya eskerî ya NATO`yê
Martîn Şoltz berbijarê serokwezîriya Amanyayê ji partiya sosyal demokrat, diyar kir: daxwaza Emerîkayê jibo zêdekirina bûdceya eskerî ya endamên NATO`yê bi sedî 2 yê ya berhemanîna naxalisiya navxweyî maqûl û pratîkî nîne û ew red kir. wî daxawaza xebitandina sermayê ya berfireh li warê lêkolîn û binavahiyan kir da ku Almanya cardinê vegere cih û şûna hevrikiya aboriyê.
Helwêsta Şoltz wek rêberê partiya sosyal demokrat a Almanyayê û hevrikê cidî yê Engêla Merkêl seroka partiay demokrta xiristianî jibo bidestxistina pots a serokwezîriyê, durust berûvajiya helwestekê ye ku Merkêl û dewleta wê li hember daxwaza Donald Trump serokkomarê Emerîkayê jibo zêdekirina xercên eskerî yên endamên NATO`
yê ji wan Almanyyaê girtine ber xwe.
Ji xwe dewleta niha ya Almanyayê her çend di destpêkê de li hember daxwaza dewleta nû ya Emerîkayê ber xwe da lê li helwestên vê dawiyê yên rayedarên vî welatî ji wan Merkela serokwezîr û Orsela Fon Drlayn wezîrê berevaniyê yê Almanyayê, hinek nermatî jibo zêdekirina bûdceya eskerî ya Almanyyaê hatiye dîtin. Almanya ji dema bidesthialbûna Doanld Trump serokkomarê Emerîkayê li Çilla 2017an li barazêdekirina bûdceya eskerî ya xwe bi qasî ku NATOyê kivş kiriye pir ketiye ber zext û zorê . Vêca Merkêl jî neçar ma ragihîne Berlîn divê berpirsiyariya xwe li bara zêdekirina bûdceya berevaniyê yanê terxandana sedî 2 ya berhemanîna navxweyî bo xercên eskerî, cih bîne.
Almanya niha sedî 1.2 berhemanîna nexalisiya xwe ya navxweyî xerca karûbarên eskerî dike lê dîsa jî helwesta çepgiran bitaybet partiya sosyal demokrat tam berûvajiya helwesta rastgiran bitaybet partiya demokrat a xiristiyanî ye . Zîgmar Gabriyel wezîrê karên derve yê Almanyayê ji partiya sosyal demokrat jî li hevdîtina xwe ya vê dawiyê tev hevtayên xwe li civîna NATOyê, ev mijara tam nerastbînane nirxand ku Almanya bûdceya xwe ua eskerî li gorî daxwaza Emerîkayê du beramber bike. Li gorî nihêrîna Şoltz jî Almanya divê dewsa xercên eskerî bûdceya civakî û aborîiyê ya xwe zêde bike .
Wezîrê karên derve yê Almanyayê li bara daxwaza Trump jibo terxankirina sedî 2 a berhemanîna nexalisiya navxweyî bo beşa eskerî ya welatên endamê NATOyê tekez kir ku daxwazekek wisa ne maqûl e ji babet aborî ve jî serê xwe nagre .