Adar 23, 2017 19:07 Asia/Tehran
  • Giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a Tirkîyê: Ne xelk belkî partîyên siyasî li qada ne

Xebatên partîyên siyasî bo giştpirsîya 16`ê Nîsanê dewam dikin. Li kuçe û kolanan bajarên kurdnişîn ên Tirkîyê kelecan û germahî referandomê nayê dîtîn. Ji ber rewşa awarte û girtinan endam û hevserokên xwe Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) zêde nikare derkeve qadan. Partîyên din ê kurd weke PAK û hwd jî aşkere kirin ew dê neçin ser sindoqan û giştpirsîyê boykot bikin.

Herwiha pispor jî destnîşan dikin ku dê dengê kurdan tesîrê li encamên rgiştpirsîyê bike. 

Li alîyê din jî nebûna eleqe û germahîya kurdan bo giştpirsîyê dikeve ber nîqaşan.

Serokê  Partîya Komarî ya Gel (CHP)  Kemal Kılıçdaroğlu, Serokwezîr û Serokê Partîya Dad û Geşedanê (AKP) Binali Yıldırım, Serokê Partîya Hereketa Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli derketine qadan û bangeşeya partîyên xwe bi raya giştî ya Tirkîyê re parve dikin. Digel serokên partîyan û parlementerên wan Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan jî zêdetir ji du hefteyan e derdikeve qadên bajaran û mîtîngan saz dike. Tê çaverêkirin Serokkomar û Serokwezîrê Tirkîyê jî di serê meha Nîsanê de bên Amedê û li Amedê mitingekê saz bikin.

CHP – HDP aşkere dikin ew dê bêjin Na û pêşnimaya destûrê ya  AKP`ê û MHP`ê amadekirine, dê istiqrara sîyasî ya Tirkîyê têk bide. Herwiha li beramber MHP – AKP jî balê dikşînîn ser wê çendê û aşkere dikin bi guherîna destûrê û bi sîstema nû ya hikûmetê yê istiqrara sîyasî pêk bê û misoger bibe.

Nûnerê şîrketa ankêtan A&G Adil Gür aşkere dike ku dê ji sedî 54`ê xelkê bêjin “erê” û dê ji sedî 46`ê xelkê jî bêjin “na”. Lê Navenda Lêkolînan Rayagiştî ya Avrasyayê jî radigihîne ku dê ji sedî 57`ê xelkê bêjin, “na” û dê ji sedî 42`ê xelkê jî bêjin “ere”.

Parlementerê HDP`ê yê Amedê İmam Taşçier li ser guherîna xalên destûrê dibêje;’’ Heger di van guhertinan de ji bo dayîna mafê kurdan gavek hatiba avêtin ji bo demokrasî  li Tirkiyê binecîh bibûya hewlek hebûya dê me jî bigota; “erê”.

Parlementerê CHP`ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu jî dibêje ‘’ Destûr di rewşên demokratîk û aştiyê de tê amadekirin, di rewşên awarte de maf û azadiyên bingehîn tên binpêkirin û nabe ew destûr pêk were.’’  Ew destûra ne li gor pêdiviyên Tirkiyê belkî li gor roveja partiyên siyasî hatiye rojevê ji ber wê ev yek dê civakê ji azadî ,wekhevî û dadê herwiha dê dûrî rêveberiyek zelal be û dê pêdiviyên Tirkiyê dabîn neke û Tirkiyê ji demokrasiyê dûr bixe.

Tanrıkulu balê dikşîne ser vê yekê û dibêje; “Ti gotinek Partiya Dad û Geşedanê û Erdoğan  ji bo kurdan der heqê giştpirsîyê de tuneye. Polîtîkaya wan ya piştî 7`ê Hezîranê li ser esasê tunehesibandina kurdan e û çareserîyê jî di nava xwe de nahewîne. Ji ber wê bi Partiya Neteweperest  re bi stratejiyekê li ser tunehesibandina kurdan kar dike.”

Parlementerê Partiya Dad û Geşedanê yê berê Cuma İçten jî aşkere dike hikûmet bi pêşnimaya guhertinên destûrê hewl dide millet biparêze lewma destûreke nû tê amadekirin. İçten balê dikişîne ser hewla derbeyê ya 15`ê Tîrmehê û wiha berdewam dike: “Piştî  hewla derbeya 15`ê Tîrmehê li hemû Tirkiyê rewşa awarte hat ilankirin û cidahiya rewşa awarte ya niha heye, helwêstek wiha heye ku millet li hember dewletê tê parastin,berê berovajî wê bû, millet ji dewletê dihat parastin. Li gor min; di nav 18 maddeyan de xala herî girîng mahkemeyên leşkerî dê bi giştî bên rakirin û li ewê bibe dezgehek yekgirtî, mahkemeyên sîvîl jî dê bên çêkirin. Herwiha dê leşker jî ji aliyê dadgehên sîvîl va bên mehkemekirin.”

Parlementerê HDP`ê yê Amedê, İmam Taşçıer jî têkildarî xebatên giştpirsiyê axivî û diyar kir ku destûra niha di 12 Îlonê de ji aliyê Kenan Evren ve hatiye amadekirin û destûreke serdema dîktatoriyê ye  û dibêje, ji bo ev destûra bê guhertin jî çend caran guhertin pêk hatîye. Di 18 xalên ku hikûmet dixwaze biguherîne de mukumkirina hiqûq û demokrasîyê tuneye,di yek xalê jî de ji bo mafê kurdan û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, gav nehatîyê avêtin û bingeha vê yekê tuneye.

Taşçıer herwiha dibêje; heger di vê giştpirsiyê de erê derkeve ew kesên ku dibêjin erê di heman wextê de ji destûra 12 îlonê re jî dibêjin erê  û wiha diaxive: “Di nav van xalan de guhertineke pozîtîf tuneye zêdetir ew statoya ku heyî dê berdewam bike. CHP`e jî biryara xwe li ser vê statoyê ava kiriye.  Em ne statukoya 93 salan dixwazin ne jî ya 12 îlonê.”

Parlementerê HDPê yê Amedê balê dikşîne ser sîstema serokatiyê û dibêje; di nav van 18 xalan de behsa sîstema serokatiyê jî tê kirin lê behskirina serokatiyê ne wekî normên Ewropa,dinyayê,hiqûqa navneteweyî ye. Serokatiya ku tê xwestin wek serokatiyeke Rojhilata Navîn e. Parlemento,hikûmet,hiqûq têde tune ye. Di vir de hemû tiştî dê serok îdare bike kê bixwaze dê wî bike,wezîr,cîhgir û rêvebir. Heger di van guhertinan de ji bo mafê kurdan gavek hebûya ji bo demokrasî were Tirkiyê tiştek hebûya pêşiya demokrasîyê vekirina, çima em nebêjin erê? Lê di vir de em yek ji van tiştan jî nabînin. Ew kesên ku dê bibêjin erê yek jî jê nizanin çi di destûrê de hatiye guhertin. Guhertinek e esasî di vir de heye,guhertinek wiha heye ku hikmê kesekî li ser temamê kurdan û tirka saz dibe. Ev şaredar û parlementer û hevserokên bêsûç û bêsebeb hatine girtin dizî nekirine, malê ti kesî nebirine, bêhiqûqî nekirine. Heger mirov ji guherîna destûrê re bibêje erê,ev tê vê maneyê ku mirov ji vana re jî dibêje erê. Armanca girtina hevserok,hevşaredar,parlementer û endamên partiya me ev e ku dizanin kurd dê bibêjin na.”

Taşçier li ser xebatan dibêje: “Kêmasiyên me hene, lê gel li xebatan xwedî derdikevin û her kes ji aliyê xwe va xebatan didomîne. Belkî weke berê nepir bi deng e ew jî ji ber rewşa awarte ye. Em nikarin li her kolanekê daxuyaniyekê bidin,dema em bi gel re xebatan dikin gel jî aciz dikin,dema rewş wiha be her kes diçin malên xwe û li wir xebatan didomînin, ji ber wê dibe ku wek 7`ê Hezîranê ne bideng be lê xebatek zêde heye. Ez ser vê bawerê me ku li gund û bajarên kurdnişîn çawa gel di 7`ê Hezîranê û 1`ê Mijdarê deng dan HDPê, ew ê ji wê çaxê zêdetir deng hebe ne kêmtir.”