Adar 21, 2017 16:53 Asia/Tehran
  • Manovra welatên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê bi hevkarî û çavdêrîya Amerîkayê jibo armancên veşartî

Meşqa hevpar a leşkerî ya Kuweyt, Erebistan, Qeter, Imarat, Behrêyn û Uman wekî şeş welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê li Kuweytê destpê bû.

Ev tetbîqata leşkerî li halekî bi mazûvanîya Kuweytê tê lidarxistin ku endamên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê çendekê berî niha manovra deryayî bi mazûvanîya Behrêynê lidar xistin. Li civîna destpêkê ya plankarîya têkildarî vê tetbîqatê nunerên welatên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê, Amerîka û hêzên Mertala Gravê pişkdar bûn.

Mihemed Xizir serokerkanê artêşa Kuweytê ragihand ku armanca lidarxistina manovra `` vîyana teyrên 2017`ê``, amadebûna jibo sekinîna li hemberî gefên têrorîstan li herêmê ye.

Jibo rewanîşandna van cure manovrana meseleyên wek parastina amadebûna leşkerî yan bihêzkirina amadebûna jibo sekinîna li hemberî gefan ji wan gefên leşkerî û têrorîstî hatin hilêxistin. Herçend ku têrorîsm gefeke nayê inkarkirinê nemaze li devera rojavaya Asyayê ye lê, ev pînekirin û rewanîşandayîn li halekî dikevin rojevê ku endamên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê bilî Umanê li pêkanîn û zêdekirina gefan li rojavaya Asyayê rola sereke dilîzin.

Erebistana Siûdî ku li hemî manovrên endamên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê bi awayekî aktîf pişkdar bûye, rola herî berbiçav li pêvajoya berfirebûna bêewlehîtîyê li rojavaya Asyayê lîstîye ku êrişa ser Yemenê, piştgirîya ji têrorîstan li Sûrîyê û handana jibo birêketina nakokîyên qewmî û firqeyî li Iraqê mînakên berbiçav û aşkira yên vê rolê ne.

Eva li halekî ye ku hêzên Mertala Gravê ku wekî sazîya leşkerî ya Konseya Hevkarîya Kendava Farsê tê hesêb pirranîya endamên wê serbazên siûdî ne û fermandarê wan jî xelkê Erebistanê ye di piratîkê da bûne hêza serkutkera miletên endamên vê konseyê. Di vê çarçovê da hêzên Mertala Gravê di sala 2011`ê da derbasî Behrêynê bûn ta ku nerazîbûna berfire ya gelanî li Behrêynê serkut bikin.

Lidarxistina manovran yek ji istiratêjîyên leşkerî yên welatan jibo ceribandina asta amadebûna berevanîyê ye lê, tetbîqatên berdewam ên welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê bi hevrêtîya Amerîkayê ku piranî bi şiklê êrişê ne, netenê peyama aştîyê li herêmê tinebûne belkî armancên şerxwazane, handan û biguman ên wan welatan nîşan didin ku tetbîqatên hanê lidar dixin.

Bê şik rewşeke wiha dewsa meşandina welatên herêmê ber bi hevkarîyê, zemîneyê jibo dijminatî û kînê di asta navçê û navnetewî da pêk tîne ku bê guman bîyanî û rêjîmên serdestîxwaz ji vê yekê xêrê dibînin ku hewldana jibo firotina rext û sîlehên zêdetir bo van welatana di vê çarçovê da dikare bê nirxandinê. Xala balkêş ew e ku sîlehên ku tên kirrînê pirranî ji alîyê artêşên hikimdarên ereb ên derdora Kendava Farsê va nayên bikaranînê lewma çavdêr û misteşarên amerîkî jibo bikaranîna sîlehên hanê li manovrên hanê amade dibin.

Ji hêla din ve, Amerîka bi handana welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê jibo lidarxistina manovrên leşkerî di bin çavdêrî û rêvebirîya Waşîngtonê lê digere hebûna leşkerên xwe li herêmê ku li baregehên curbicur bicih bûne pîne bike û rew nîşan bide û bi awayekî xwe palpişta leşkerî û dabînkerê qaşo ewlehîyê jibo van welatan nîşan bide.

Lê ev sîyasetên Amerîkayê û peyrevîya dewletên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê ji Amerîkayê di piratîkê da bûne sedema dijwarbûna bêewlehîtîyê li herêmê.

Bi gotineke din armancên lidarxistina manovrên berdewam ji alîyê endamên Konseya hevkarîya Kendava Farsê nemaze Erebistanê va, dizvire dilgiranî û fukara sereke ya hikimdarên ereb ên navçê ango pirsgirêka mayîna ser desthilatê û propaganda mêdyayî jibo rewanîşandana xercên giran ên leşkerî yên van welatana.

Hikimdarên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê bi gefên têrorîstî yên xweçêkirî va rûbirû ne lê, gefa sereke ya li dijî van hikimdarana, navxweyî û ji ber meşrûîyeta kêm û girêdayîbûna wan li bîyanîyan e û lidarxistina manovrên bi vî rengî bi propagandên nerast tu alîkarîyekê nade nehîştina van pirsgirêkan û cîgeha sist a hikimdarên ereb.