Adar 21, 2017 14:18 Asia/Tehran
  • Şiroveyek li ser peyama rêberê qedirgiran ê inqilabê li bara Newrozê

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê li peyamekê bi boneya destpêbûna sala 1396`ê, salroja jidêbûna hezreta Fatimeya Zehrayê(S) û cejna Newrozê li hemî îranîyan nemaze li malbatên giranqedir ên şehîd, canbaz û fidakaran pîroz kir û hêvîya saleke tijî xêr û bereket, ewlehî û rehetîyê jibo gelê Îranê û misilmanên cehanê kir û sala nû sala `` aborîya ser bingeha berxwedanê, berhemanîn û karkirinê`` binav kir.

Gelê Îranê mideha nêzîkî 40 salên ku ji serketina inqilaba islamî derbas dibin da gellek pirsgirêk û gef derbas kirine. Pirranîya pirsgirêkên hanê encama sîyasetên Amerîkayê û dewletên rojavayî jibo ku derbê li gelê Îranê bidin, bûne. Niha jî netenê gefên hanê kuta nebûne belkî bi saya birêxistina bêewlehîtîya aborîyê hela jî tên nûkirinê.

Amerîkayê mideha zêde ji 30 salî da boykotên curbicur dijî Îranê sepandin lê encama wan, qahîmtirbûn û micidtirbûna gelê Îranê bûye. Peyama rêberê qedirgan a sala nû pêkutîyeke dubare li ser vê babeta girîng e. Encama vê hereketa pirrcoş û bêrawestan, wisan ku rêberê qedirgiran ê inqilabê amajeyî wê kir, bilindbûna rûmeta Îranê û berbiçavtirbûna pênaseya gelê Îranê ye ku li hemî meseleyên sala 1395`ê li ber çavan bû û dijminan li her dera dinyayê li ser iqtidar û mezinatîya miletê Îranê îtraf kirin. Gelê Îranê sala nû li halekî destpê dike ku li rex vê hewldana ligel serkevtinê, ji istiandardên berbiçav di warên ewlehî û istiqrarê da sûdê werdigire û tevî ku cînarên Îranê û welatên herêmê tûşî bêewlehîtîyê bûne, ewlehîya Îranê di atmosfera aloz a navçê û asta navnetewî berbiçav bûye û gelê Îranê di seranserê salê da di nava ewlehîya mayinde û misoger da bû.

Serketinên Îranê di bin sîya istiqrar û ewlehîyê da tevî zext û astengîderxistina dijminan nîşan da ku hereketa ber bi pêş a gelê Îranê nayê rawestandinê. Ev pîvan û istiandard bingeha geşbûn û pêşketinê tên hesêb. Lewma rêberê qedirgiran ê inqilabê bi naskirina tam a şerê dijmin ê aborîyê û armancên wan ji dijwarkiina zext û boykotên li dijî Îranê, hertim li ser girîngîya bihêzkirina jêrxanbên aborîyê û pêwîstîya balkişandina ser vê mijarê û pêngavrakirin û karkirinê di vî warî da sekinîye.

Rêberê giranqedir ê inqilabê di vî warî da rêbaz û istiratêjîyên navîndem û demdirêj ser navê binavkirina salan wek mînak sala `` guhertina mînaka mesrefkirinê``, `` hewldana zêde û karkirina zêde``, `` cihada aborîyê``, `` aborî û çand ligel vîyana netewî û rêvebirina cehadî`` hilêxistin ku rêya pêkhatina mînaka aborîya qahîm û berxwedêr ligel pêşketinê kifş kirîye.

Hezretê ayetulah Xaminêyî ser vî esasî sala 1395`ê sala `` aborîya ser bingeha berxwedanê, pêngavrakirin û karkirinê`` binav kir û îsal jî careka din ev babaeta girîng bibîr xist û ser bingeha vê pêwîstîyê, sala 1396`ê sala `` aborîya ser bingeha berxwedanê, berhemanîn-karkirin`` binav kir. Bê şik yek ji rêyên bidestxistina ewlehîya aborîya mayinde dewama rêya aborîya ser bingeha berxwedanê ye. Hezretê ayetulah Xaminêyî di vê peyamê da bi raberkirina dîmeneke zelal ser bingeha rastfemkirina têgeha ewlehîya aborîyê, girîngî û pêwîstîya berçavgirtina vê babeta girîng bibîr xist û tevî berçavgirtina karên ku di vî warî da hatine kirinê, bibîr xist ku divê hewldan bi awayekî kêrhatîtir û berbiçavtir di gik waran da bidomin. Bê guman her cure sistîya li xurtkirina aborîyê, yê imkana derbexwarina li hemberî zext û zoran ku her sal zêdetir û lihevalîyayîtir dibin, zêdetir bike.

Wisa ku rêberê qedirgiran ê inqilabê li peyama xwe ya Newrozê amaje kir, pişkdarîya pirrcoş û li gorî xîretê ya gelê Îranê li meşa 22`yê Behmenê wekî bersiva li hemberî bêrêzîya serokomarê Amerîkayê li hemberî Komara Islamî û herwiha kombûna berfire ya gel di roja Qudsê da, pênase û armancên bilind ên gelê Îranê nîşan didin û ev pênase û armanc pêkutîyek li ser vîyana gelê Îranê jibo bidestxistina armancên mezin ên pêşerojê ne.