Seredana desteya parlimanî ya ûris-ewropî bo Sûrîyê
Endamên desteyeke parlimanî ya hevpar a ûris-ewropî duh giheştin Şam paytexta Sûrîyê. Vê desteyê bi serokatîya Viladimîr Vasîlîf cîgirê serokê Meclisa Doma ya Ûrsêtê ligel Bişar Esed serokomarê Sûrîyê hevdîtin û gotûbêj pêk anî. Her du alîyan alûgurên herî dawîyê yên sîyasî û ewlehîyê yên Sûrîyê hilkolandin.
Ev serdana, yekem serdana desteyeke hevpar a parlimanî ya ûris-ewropî bo Sûrîyê mideha qeyrana 7 salî ya vî welatî tê hesêb. Ev heyeta ji nunerên her çar fraksyonên parlimana Ûrsêtê û 10 kes ji endamên civatên parlimanî yên Ewropayê pêk hatîye. Di salên buhurî da desteyên parlimanî yên ûris jibo hilkolandina rewşa Sûrîyê û muzakireya ligel rayedarên vî welatî çûbûn Sûrîyê û heta carina nunerên parlimana Ewropayê û parlimanên welatên ewropî jî bi awayê kesane û ne ji hêla YE`yê seredana Sûrîyê kiribûn lê, pêkhatina desteyeke parlimanîya hevpar a ûris-ewropî û serdana wê bo Sûrîyê bûyereke bêmînak e. Nemaze li gorî helwesta nerênî ya welatên rojavayî li hemberî pergala Sûrîyê ku bi hewldana aşkira ya Amerîka, Ingilîs û Fransayê jibo sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Sûrîyê bi rêka hevpeymanîya ligel hin welatên ereb yên wek Erebistan û Qeterê ligel Tirkîyê bi rêka piştgirîya ji komên têrorîst ên li Sûrîyê pêk hatîye, niha serdana desteya parlimanî ya ewropî bo Sûrîyê cureke guherîna aşkîra ya sîyaseta YE`yê li hemberî Sûrîyê tê hesêb.
Meriv dikare hegerên curbicur jibo vê guherîna helwestê rêz bike. Yek ji hegerên herî girîng, bêhêvîbûna welatên rojavayî ji wan welatên ewropî ji kêrhatîbûna sîayseta rûxandina dewleta qanûnî ya Sûrîyê bûye. Di rastîyê da ewropî dibînin ku tevî piştgirîyên berfire yên darayî, dayîna rext û sîlehan bo komên çekdar ji wan komên têrorîst, bi hêvîya sernixûnkirina hikûmeta Sûrîyê, niha hevsengî nemaze piştî azadkirina helebê ji lepên têrorîstên tekfîrî tam ser xêra dewleta Sûrîyê guherîye û niha mijara rûxandina dewleta Sûrîyê xeyaleke pûç e.
Niha eva komên têrorîst in ku ketin serbejêrîya têkçûnê. Lewma ewropîyan fem kirine ku çareyek bilî destpêkirina dubare ya danûistandinên sîyasî ligel dewleta Sûrîyê tinene. Di rastîyê da serdana desteya parlimanî ya hevpar a ûris-ewropî bi wateya mukurhatina ewropîyan têkildarî qanûnîbûna dewleta Sûrîyê û bi curekê fermîkirina wê ye, li halekî ku wan berê di esasê da qet nedixwestin têkilîya sîyasî bi pergala Sûrîyê ra hebin.
Lê yek ji hegerên din ên guherîna helwesta Ewropayê li hemberî pergala Sûrîyê, zêdebûna gefên têrorîstî ji hêla komên têrorîst nemaze DAIŞ`ê ye ku berî bi awayekî rasterast ji piştgirîyên ewropîyan sûd werdigirtin.
Niha dûhatên kiryarên tekfîrîyan li welatên ewropî bi du şiklên cida derketine holê. Yekem dûhata van kiryarana, koçberbûna bi milyonan merivî ye ku di encama hovîtîya têrorîstan da ji welatên wek Sûrîye, Iraq û herwiha Efganistanê ye ku wekî penaxwaz û penaber bi pêlên berfire bera xwe dane Ewropayê û li gorî gotina Angela Merkel serokwezîra Almanyayê ew koçber niha bûne pirsgirêka herî mezin li pêşberî YE`yê. Lê hasila din kiryarên din ên ewropîyan, bi şiklê êrişên têrorîstî li welatên ewropî yên notilî Fransa, Almanya û Bêljîkê derketîye ber çavan. Di rastîyê da ewropîyan tu wexta fikir nedikirin dûhatên alîkarîyên giştalî yên wan li warê pêkanîn û berfirekirina komên têrorîst li Sûrîyê rojekê pêsîra wan xwe bigire. Bi gotinek din dewletên ewropî roja îro hasila tovê têrorîsma ku li Rojhilata Navînê çandibûn, didirûn ango berhev dikin.