Adar 20, 2017 17:53 Asia/Tehran
  • Seredana serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê di bin sîya dilgiranî û çaverîtêyan da

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh danê êvarê di çarçova serdaneke fermî da çû bajarê Waşîngton paytexta Amerîkayê.

Seredana serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê di rewşekê da pêk hatîye ku Iraq bi awayekî berfire û giran li hemberî komên têrorîst nemaze DAIŞ`ê sekinîye.

Pêkhatina DAIŞ`ê li Iraqê di rastîyê da hasila dagirkerîya hêzên amerîkî di navbera salên 2003 û 2011`ê li Iraqê da ye ku hasilek bilî dijwarbûna bêewlehîtîyê û berfirebûna dîyardeya têrorîsmê li deverê tinebûye.

Rûbirûbûna berfire ya Iraqê ligel têrorîstên tekfîrî di salên dawîyê da mîrasek e ku Amerîkayê bi kiryarên xwe yên dagirkerane li herêmê jibo gelê navçê pêk anîye.

Di bîra raya giştî da ye ku dagirkirina Efganistanê çawan bû sedema pêkhatina Al-Qaidê û dagirkirina Iraqê bi destê hêzên amerîkî bû sedema pêkhatina DAIŞ`ê.

Herîkêm alûgurên 15 salên vê dawîyê li herêmê isbat dikin, li her dera ku Amerîkayê bi awayekî rasterast destwerdana leşkerî kirîye, her tişt ji nav çûye û komên wêranker ji deverên bin dagirkerîya Amerîkayê pêk hatine. Eva mijarek e ku serokwezîrê Iraqê jî bal kişandîye ser wê û xwestîye ku lêkolînên berfire li bara komployên Amerîkayê li Iraqê nemaze dema dagirkirina vî welatî pêk bên ta ku dûhatên giran ên dagirkerî û destwerdaxwazîyên Amerîkayê li Iraqê zêdetir ji berê jibo raya giştî aşkira bibin.

Komên curbicur ên têrorîst roja îro heman rola bicihbûna rasterast a Amerîkayê li herêmê dilîzin û Qesra Sipî bi helwesta şerên biwekalet û bikaranîna komên têrorîst, xetera bêewlehîtîyê zêdetir ji berê li deverê û cehan giran kirîye. Xala balkêş eva ye ku rayedarên amerîkî bona gihîştina bi armancên xwe yên xwetêkilker li Iraqê, her derfetekê bi kar tînin. Kiryarên wiha bi aşkeratî li çarçoveya çalakiyên xweser ên qaşo hevalbendiya navneteweyî ya dijî terorîsmê ya bi serokatiya Amerîkayê tên dîtin. Kiryarên Amerîkayê yên li Iraqê bêyî hevahengiya dewleta navendî û artêşa Iraqê, di piratîkê de bûne sedem ku liv û tevgerên vê hevalbendiyê bibin berbendek bona sekinîna cidî û giştalî ya li hember terorîsmê. Karên xweser û xwetêkilker ên Amerîkayê li Iraqê cureyeke yekgirtînebûna sekinîna li hember terorîstan û yekcarîbûna karê wan bi dû xwe va aniye. Eva di rewşekê da ye ku gellek şehedî li ser piştgiriya Amerîkayê ji terorîsmê bi armanca lawazkirina mêhwera berxwedanê li navçeya rojavaya Asyayê û zextanîna ser dewleta navendî ya Iraqê hene. Li gorî dûhatên nerênî yên bi dû destwerdanên Amerîkayê li navçê û bi taybet li Iraqê, serokwezîrê Iraqê, midehekî beriya niha hevgavê xwesteka xelkê Iraqê, xwest ku li ser destdirêjiya sala 2003`an a Amerîkayê ser welatî wî, lêkolîn were kirin. Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku destwerdana leşkerî bûye sedema nearamî û bê serûberiyê li Iraqê û hêvîdariya xwe diyar kir ku Bexda bona hemî karên şaş ên Amerîkayê xerametê werbigire. Di rewşeka wiha da raya giştî ya Iraqê çavlirê ye ku ev mijara li sefera Heyder Ebadî ya bo Amerîkayê were şopandin.

Eva di rewşekê da ye ku hin gotinên bi şik û guman û nezelal ji aliyê rayedarên amerîkî ve di van mehên dawiyê de tên hilêxistinê ku nîşan didin pîlanên Amerîkayê dijî Iraqê bi dawî nayên û Amerîka di çarçoveya pîlanên li ser navê Iraqa piştî DAIŞ`ê hewl dide hebûna xwe ya li Iraqê bi boneya sekinîna li hember liv û tevgerên muhtemel ên tê yên terorîsmê û şopandina planên perçeker ên Amerîkayê li navçê û bi taybet li Iraqêbiparêze û xurttir bike kui ev mijara berûlayên bixeter ên armancên Amerîkayê li vî welatî nîşan dide. Di rewşeka wiha da nabe mirov hêvîdar be ku şêwirînên rayedarên iraqî bi rayedarên amerîkî bi serbuhuriyeka wiha, destkevteka erênî jibo gelê Iraqê bona alîkariya jibo dabînkirina aramî û ewlehiya li vî welatî hebe. Ev rewşa zêdetir ji berê rayedarên iraqî li peywendiya bi Amerîkayê re hişyar dike.