Adar 19, 2017 13:04 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna Almanyayê li bara fitnekarîyên vê dawîyê yên Tirkîyê

Tomas Dêmêzîrê Wezîrê karên hundur ê Almanyayê fitnekarîyên vê dawîyê yên Tirkîyê biarmanc zanîn û bal kişand ser gêreyên di navbera Enqere û Berlînê da û got ku Tirkîye li dijî Almanyayê û hin welatên ewropî fitnekarîyê dike ku ev yeka nayê qebûlkirinê.

Gêreya di navbera rayedarên Enqere û Berlînê da, piştî wê derket ku Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê, Almanya û hin welatên ewropî ji ber ku rê nedan mîtîngên propagandeyî yên rayedarên Tirkîyê têkildarî giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a vî welatî li welatên hanê bên lidarxistinê, dan ber rexneyên tund.

Berî vê gêreyê, peywendîyên di navbera Tirkîyê û YE`yê da piştî derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê li Tirkîyê aloz bûn û rayedarên Tirkîyê rexneyên giran ji rayedarên Ewropayê girtin û gotin ku ewropîyan helwêsteke zelal li hemberî vê derbê nîşan nedan.

YE`yê jî li hemberî vê rexnegirtina rayedarên Tirkîyê bicaran ji şêwaza serederîya dewleta Tirkîyê li hemberî sebebkar û hogirên derbê rexne gir û ew binpêkirina wan sozan zanî ku dewleta Enqerê ji destpêka pêvajoya endametîya Tirkîyê li YE`yê girtibûn ber xwe.

Lê dewleta Tirkîyê û şexsê Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî netenê li hemberî rexneyên ewropîyan teslîm nebûn, belkî Erdogan li ser guhertina sîyaseta derve ya Tirkîyê ber bi rojhilat û kutakirina hewldana jibo endametîya li YE`yê sekinî.

Bi vî awayî peywendîyên di navbera Enqere û Brûksêlê da netenê çêtir nebûn belkî meseleyên nû bûn sedema gêreyeke bêmînak di navbera endamên YE`yê û Tirkîyê da. Ji wan meseleya qedexekirina lidarxistina mîtîngên propaganda jibo giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a Tirkîyê li welatên ewropî bûye sedema berteka tund a Enqerê.

Nêzî du milyon û nîv kes ji welatîyên Tirkîyê ku niştecihê welatên ewropî ne dikarin li giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a Tirkîyê dengê xwe bidin. Ev deng jibo dewleta Tirkîyê û Erdogîn gellekî girîng in. Di vê çarçovê da dewleta Erdogan dewleta Almanyayê bi hegera ibtalkirina mîtînên propagandeyî têkildarî giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a Tirkîyê, tawanbar kir ku karên faşîstî dike.

Bi dû Almanyayê, dewleta Holandayê jî rê neda ku wezîrên karên derve û malbatê yên Tirkîyê li balafirgeha Roterdamê dakevin û li mîtîngên welatîyên Tirkîyê têkildarî guhertinên destûra bingehîn a vî welatî biaxivin. Ev yeka bû sedem ku Enqere sefîrê Holendê derxe û ji vî welatî li NY dozê veke.

Gêre ewqasî giran bûye ku heta Erdogan behsa şerên selîbî yên ewropîyan li dijî islamê kirîye û bi pêkutîya ser vê yekê ku tirkên niştecihê Ewropayê `` pêşeroja Ewropayê`` ne, ji wan xwest ku zêde zarokan bînin.

Di eynî halî da Tirkîye meseleya penaxwazan wekî darê destan li dijî Ewropayê bikar tîne û bi aşkirayî gef kirîye ku yê rêkeitnama ligel YE`yê ya têkildarî sitirandina penaberan a ku her du alîyan di Adara 2016`an da wajo kirin ibtal bike. Lê ev helwest û kiryarên Tirkîyê tenê bûne sedema zêdetir hêrsbûna rayedarên ewropî û wan jî hişyarî dane ku kiryarên bi vî rengî yê Enqerê zêdetir ji Ewropayê dûr bixin û ihtimala endametîya Tirkîyê li vê sazîya ewropî kêm bikin.

Muzakireyên endametîya Tirkîyê li YE`yê ji sala 2005`ê va destpê bûn. YE û Tirkîyê li rêketinama Adara 2016`an lihev kirin ku pêvajoya endametîyê û muzakireyên rakirina vîzeyê jibo welatîyên Tirkîyê bilezînin û li hemberî wê Tirkîye jî pêngavên girtina pêşîya koçberên ku bera xwe didin Ewropayê zêde bike.

Lê bi dû kiryarên dewleta Tirkîyê li warê serkutkirina neyaran bi dû derbeya 15`ê Tîrmehê YE soza xwe ya rakirina vîzeyê jibo welatîyên Tirkîyê cih neanî. Ev yeka bû sedema nerazîbûna tund a Enqerê ji Brûksêlê.

Herwiha YE li dijî guhertina destûra bingehîn a Tirkîyê ye û vê yekê pêngavek ber bi paşve û çûyîna ber bi dîktatorîyê va dizane. Di rastîyê da meriv dikare kiryarên vê dawîyê yên welatên ewropî wekî pêngavên girtina pêşîya guhertina pergala sîyasî ya Tirkîyê ji parlimanîyê bo serokatîyê bizane.