Adar 18, 2017 20:52 Asia/Tehran

Berdevkê artêşa Rêjîma Sîyonîst nûçeya êrişên balafirên cengê yên vê rêjîmê ser hin baregehan li Sûrîyê piştrast kir.

Eva li halekî ye ku Rêjîma Sîyonîst gellekî kêm li xwe mukur tê ku êrişî hin armancan li Sûrîyê kirîye. Rêjîma Sîyonîst idia kirîye ku balafirên cengê yên israîlî êrişî wan kamyonan kirine ku mûşekên pêşketî bar kiribûn û ber bi baregehên Hizbulahê li Sûrîyê diçûn. Ev idiaya Rêjîma Sîyonîst li dijî hêzên berxwedanê li herêma Rojhilata Navînê li halekî pêk tê ku Antonîyo Gotêrêş sêkrêtêrê giştî yê NY jî bi birêxistina haykûfan li dijî Hizbulaha Libnanê hevdengîya xwe ligel sîyonîstan li dijî berxwedana Libnanê nîşan daye.

Sêkrêtêrê giştî yê NY li rapora xwe bo Konseya Ewlehîyê ya NY bal kişand ser pêwîstîya jiçekirina Hizbulaha Libnanê û ji vê partîyê û hemî komên libnanî xwest ku her cure pişkdarîya li pevçûnên li Sûrîyê rawestînin. Sêkrêtêrê giştî yê NY dewsa şermezarkirina destdirêjî û şerûtîyên Rêjîma Sîyonîst li deverê ku li dijî Sûrîye û Libnanê û rola berxwedana dijîsîyonîstî li warê berxwedana li hemberî têrorîstên ji derve anîne deverê, dest bi gilî û rexneyan ji berxwedana dijîsîyonîstî kirîye.

Pêkutîya Rêjîma Sîyonîst ser binpêkirina serwerîyê û destdirêjîyên berdewam ser Sûrîye û libnanê li halekî ne ku yek ji isûlên bingehîn ên mafên navnetewî, esla boykotkirina şêrr û qedexekirina bikaranîna zorê ye. Di rastîyê da şerr û bikaranîna zorê û destdirêjî wekî kiryarên binpêkirina qewl û qirarên navnetewî tên naskirinê.

NY li gorî xala 4 a madeya 2 a menşûra NY li ser qedexebûna giştî ya her cure bikaranîna zorê disekine û endamên vê sazîyê sozdar dike ku li peywendîyên navnetewî, xwe ji bikaranîna gefê yan hêz û zordarîyê çi li dijî yekperçetîya axê yan serxwebûna sîyasî ya her welatekî û çi her cure kiryareke din ku berovajî armancên NY be, dûr ragirin.

NY ser vî esasî biryarname û daxûyanîyên curbicur li bara meseleya qedexeya bikaranîna zorê û boykotkirina şêrr û pêwîstîya binpênekirina serwerîya welatan dane.

Eva li halekî ye ku Rêjîma Sîyonîst bêyî berçavgirtina mafên navnetewî bi binpêkirina serwerîya Sûrîyê armancên curbicur dişopîne ku yek ji wan hewldana derbelêdana li Sûrîyê û lawazkirina vî welatî li hemberî serdestîxwazî û zêdexwazîyên xwe li vî welatî ye.

Rêjîma Sîyonîst herwiha lê digere ku bi dijwarkirina destdirêjîyên xwe ser deverên Sûrîyê ji wan êrişa ser hin deverên nêzîkî Şamê paytexta Sûrîyê imkanekê jibo dewama kiryarên têrorîstî li navendên istiratêjîk ên Sûrîyê pêk bîne ta ku zemîne jibo dewama jîyana têrorîstên işkestxwarî li Sûrîyê pêk bê.

Eva di rewşekê da ye ku sêkrêtêrê giştî yê NY di bin bandora Amerîkayê û sîyonîstan da helwestên hevdengê sîyonîstan dişopîne. Sîyasetên neberaqil ên sêkrêtêrê giştî yê NY yên hevrêtî û rewanîşandana destdirêjîya Rêjîma Sîyonîst ser Sûrîyê û birêxistina helahelayan li dijî berxwedana Libnanê bûne sedema rexneyên tund ên raya giştî.

Haykof û propagandên medyayî yên sêkrêtêrê giştî yê NY li dijî Hizbulaha Libnanê li halekî ne ku Hizbulah yek ji pişkên bingehîn ên civaka Libnanê û beşek ji berxwedanekê ye ku dagirkerên israîlî ji başûra Libnanê derxistîye û ji ruknên berevanîya Libnanê li warê sekinîna li hemberî têrorîsmê û opêrasyona pêşdestane li dijî wê tê hesêb.

Lewma gelê Libnanê û rayedarên vî welatî bilî rêzgirtina li rola pêşîlêgirtinê ya Hizbulahê li hemberî destdirêjkerîya Rêjîma têrorîst a Israîlê piştgirî dane opêrasyona Hizbulahê ya dijî têrorîstan di çarçova hevrêtîya ligel hêzên gelanî û dewleta Sûrîyê jibo sekinîna li hemberî têrorîstên tekfîrî.

Raya giştî ya Libnanê gotinên sêkrêtêrê giştî yê NY heta pêngavek derveyî erf û erkên sêkrêtêrê giştî yê NY li bara meseleyên navxweyî yên welatekî dinirxînin. Serederîya sêkrêtêrê giştî yê NY ev gumana pêk anîye ku ew di piratîkê da ji çarçova erkên xwe ser xêra Rêjîma Sîyonîst û dewletên rojavayî derketîye vê mijarê îmaja sêkrêtêrê giştî yê NY ku heyameke kurt e ev posta girtîye destê xwe, reş û sist kirîye.