Adar 18, 2017 18:24 Asia/Tehran
  • Civîna wezîrên darayîyê yên G-20`ê li Almanyayê

Wezîrên darayîyê û serokên Bankên Navendî yên welatên endamê G-20`ê îro rewşa ticareta cehanî li gorî sîyaseta piştgirîyê ya dewleta Donald Trump serokomarê Amerîkayê li bajarê Badênbadêna Almanyayê hilkolandin û jibo kifşkirina sîyaseteke tam di vî warî da rawêjkarî kirin.

Yek ji armancên rayedarên G-20`ê, handana Istîvên Minûçîn ( Stêven Mnuchin) wezîrê xizînedarîya Amerîkayê bo pêbendîya vî welatî li xwedûrgirtina ji sîyaseta piştgirane ye. Lê muzakirên di vî warî da tu encamek tinebûn û wer xûya nake li dawîya civîna G-20`ê jî lihevkirnek di vî warî da pêk bê. Li gorî şehedîyan newekhevîyeke mezin li helwestên welatên G-20`ê ligel Amerîkayê li bara sîyasetên aborîyê heye û 18 welatên vê komê û YE`yê li alîyekî û Amerîka jî li hemberî wan e. Trump bicaran pêkutî kiribû ku çêtirkirina rewşa aborîyê ya Amerîkayê ewlewîyeta wî ye. Ew dixwaze ku teirife û baca derkirrînê bi merema girtina pêşîya derkirrînê li Amerîkayê bê zêdekirinê û herwiha xeraca dewlemend û sermayedaran jî bê kêmkirinê. Armanca Trump handana sermayedaran bo sermayedanîna zêdetir li hundurê welêt û girtina pêşîya sermayedanîna şîrketên amerîkî li derveyî vî welatî û zêdebûna derfetên karkirinê jibo amerîkîyan e. Trump ji veguhestin pêşe û karxaneyên amerîkî bo derveyî welêt jibo kêmkirina xercên berhemanînê û nêzîkatîya bo bazarên mesrefê rexneyan digire û li ser sermayedanîna qata dewlemend a vî welatî li nav Amerîkayê û vegerandina derfetên xebatê disekine.

Trump xwazyarê muzakireya dubare li bara peymanên ticarî ligel welatên din e û ev helwesta wî bûye sedema dilgiranîya dijwar a wan welatên endamê G-20`ê ku aborîya wan ser bingeha derfirotinê ye yên wek Çîn, Almanya, Japon û Koreya Başûr. Bi jordabirina teirife û xeracan, bihaya kelûpelên ku ev welatana difiroşin Amerîkayê yê bi awayekî berbiçav jorda here û yê şîyana rikeberîyê ya wan li hemberî berhemên vî welatî dakeve. Lewma hinek ji van welatana xwestine ku sîyaseta ticarî ya dewleta nû ya Amerîkayê bê venihêrandinê û gef kirine ku heke sozên Trump di vî warî da serê xwe bigirin, yê li Sazîya Cehanî ya Ticaretê dozê vekin. Wekî mînak, Trump dixwaze ku xeraceke sedî 35`ê ji wan maşînan bistînin ku şîrketa BMW a Almanîyayê li Mêkzîkê çê dike. Lê Almanya pêkutîyê dike baca herî zêde ku dewleta Amerîkayê divê ji ber derkirrîna van maşînan bistîne, ji sedî 2.5 be. Armanca Trump li babeta danîna berbendan ser rêya derkirrînê, kêmkirina derkirrînê ya amerîkîyan û handana şîrketên amerîkî jibo sermayedanîn û avakirna teisîsên navxweyî bi armanca zêdekirina derfetên xebatê jibo amerîkîyan e. Lê heke Amerîka sîyaseta piştgirîyê bi awayekî cidî bidomîne yê pêrgî bertekên neyênî yên welatên din ên endamê G-20`ê û sîyaseta himbersekinînê ya wan bibe. 

Di rewşeke wiha da divê mirov çavlirê be ka gelo Waşîngton yê hazir be xercên giran ên jordabirina bihaya derfirotina kelûpelan û berhemên amerîkî bide ser milê xwe ya ku yê neçar be daxwaza endamên din ên G-20`ê jibo rawestandina sîyaseta piştgirîya ji pêşeyên navxweyî qebûl bike.