Sibat 27, 2017 18:00 Asia/Tehran
  • Îran û Endonêzî, berfirekirina peywendîyên her du welatên mezin ên islamî bi nêrîna ber bi pêşerojê

Darmîn Nasotîyon, wezîrê hevdengkirina karên aborîya Endonêzîyê ligel taximeke aborîyê serdana Têhranê kirîye.

Mehmûd Waêzî wezîrê peywendî û têknolojîya lêzanînan a Îranê duh li hevdîtina ligel Darmîn Nasotyon wezîrê hevdengkirina karên aborîya Endonêzîyê li Têhranê bi gotina vîya ku tu sînorek jibo berfirekirina peywendîyên ligel Endonêzîyê tineye, dîyar kir, Îran amade ye rêketinamên gumrikî, ticarî û handana sermayedanîna dualî ligel Endonêzîyê wajo bike.

Îran û Endonêzîyê potansîyelên curbicur jibo hevkarîyê hene. Endonêzî bi geşedana aborîyê ya sedî 5`ê ev rêka bi lez daye ber xwe û Îran jî aborîya herî mezin a navçê û li dinyayê jî li rêza 18`an e. Ji hêla istiratêjîk va Endonêzî bi hegera pişkdarîya li sazîyên girîng ên aborîyê ji wan Yêketîya Welatên Başûra Rojhilata Asîyayê (ASAN) û koma G-20`ê xwedîyê girîngîyê ye. Endametîya Îran û Endonêzîyê li Sazîya Aborîyê ya heşt welatên li halê pêşketinê yên islamî D-8`ê jî zmîne û bingeheke baş a din jibo berfirekirina peywendîyên aborî û ticarîyê pêk anîye.

Li gorî amaran, li warê peywendîyên aborîyê, peywendîyên Îran û Endonêzîyê li warên curbicur ji wan li warên enerjî, berhemanîna ceryanê, pêşeyên nift û gaz û pêtroşîmîyê ne. Peymanên herî zêde yên hevkarîyê jî li van waran hatine wajokirinê. Ji wan meriv dikare amajeyî damezirandina palavgeheke niftê li parêzgeha Bantin a Endonêzîyê bi pişkdarîya şîrketa palavtin û belavkirina nifta Îranê, şîrketa niftê ya dewleta Endonêzîyê û şîrketa Pêtrofîld Rîfaynîng a Malêzîyê bike.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê li hevdîtina çend mehan berî niha ya ligel Coko Vîdodo serokomarê Endonêzîyê li Têhranê ku di meha Kanûna sala 2016`an da pêk hat, bal kişand ser potansîyelên berfire yên her du welatan û li ser zêdekirina danûistandin û hevkarîyên aborî, sîyasî û çandî di navbera her du welatan da sekinî û got: Komara Islamî ya Îranê, pêşketin û rûmeta Endonêzîyê wekî welatekî misilman û pirrnifûs sedema şanazî û rûmeta ometa islamî dizane.

Rêberê giranqedir ê inqilabê, asta nizim a danûistandinên ticarî û aborîyê di navbera Îran û Endonêzîyê da hêja û anegorî potansîyelên curbicur ên her du welatan nezanî û pêkutî kir: Divê bi kifşkirina xişteya demê, asta danûistandinên aborîyê heta wekî mînak 20 milyard dolarî jorda bibin.

Niha ku qonaxeke nû ji plankarîya jibo berfirekirina aborîya Îranê piştî cihanîna rêketinama navokî ya Îran û Koma 5+1`ê destpê bûye, sermayedanîna hevpar li warên aborî ji wan nift, gaz, pêtroşîmî û pêşeyên xwarekê ji wan derfetan in ku dikarin li jordabirina asta peywendîyên her du welatan bibandor bin. Endonêzîyê li veguhestina enerjîyê ji Kendava Farsê bo rojhilata Asîyayê wekî derwazeya ketina nav ASAN`ê roleke girîng heye. Îran jî rêya herî baş û lezgîn a veguhestina kelûpelan bo Asîyaya Navîn, Efganistan, Iraq, Tirkîye, Ewropa û devera Qefqazê ye. Endonêzîyê tecrubeyeke baş jî li warê derbasbûna ji qeyranên darayîyê yên sala 1997`ê heye û di çend dehsalîyên vê dawîyê da karîye ku bibe beşeke girîng a aborîya dinyayê. Endonêzî niha çaremîn aborîya li rojhilat, piştî Çîn, Japon û Koreya Başûr û li rêza 15 aborîyên mezin ên cehanê ye. Ev şîyan derfetek jibo herdu welatan jibo geştirkirina peywendîyên ticarî û aborî ne.

Li gorî rola istiratêjîk a Îran û Endonêzîyê li du deverên hestyar ên erdnigarîya herêmê û herwiha cehana islamê û rola bibandor a ku Têhran û Cakarta dikarin li muadileyên cehanî bilîzin, peywendîyên her du welatan ser bingeha berjewendî û mijarên hevpar ên çandî û dînî ne.