Sibat 26, 2017 18:24 Asia/Tehran
  • Berteka NY li hember kiryarên li dijî mirovahiyê yên Rejîma Siyonîstî

NY li raporekê ragihand ku Rejîma Siyonîstî li du hefteyên buhurî bi kavilkirina malên filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê, hejmarek din ji welatiyên filistînî aware kirine.

Eva li halekê ye ku 16 rêxistin û saziyên mafên mirovan li Filistîna dagirbûyî li daxûyaniya xwe ragihandin, kiryara Rejîma Siyonîstî  ya derheq girtina pêşiya  çûyîna  Umer Şakir nunerê çavdêrê mafên mirovan bo axa Filistînê û navçên dagirbûyî bi vê mehneyê ku  ev saziya piştgiriya filistîniyan dike, meriv dixe nav fukaran.

Pêştir  Rejîam Siyonîstî pêşiya grûpa nasiyar bi ` xebata tev Filistînê` ser bi parlemana Ewrûpayê jibo nirxandina  xisarên şerê 50 rojî yê Îsraîlê li sala 2014`an li dijî gelê mezlûm ê Gazayê,girtibû.

 Helwêsta saziyên çalak ên mafên  mirovan  li erdên dagirbûyî yên Filistînê li dijî  tund û tûjiyên  Rejîma Siyonîstî di rewşekê de ye ku  NY  heya niha  li hember kiryarên  Îsraîlê dergheq binpêkirina  mafên mirovan ji wan  hetikandin û hîqareta li nunerên  civakên navneteweyî bertekeke cidî nîşan nedaye.

 Reftarên  kirêt  ên Îsraîlê tev grûp û çalakên  mafên mirovan û komîtên  peydakirina  rastiyê ya NY nîşan dide ku  bingehên mafên mirovan tu cih û şûneke xwe li cem vê rejîma  li dijî mirovahiyê tine.

 Derûdorên  hiqûqî,  girtina  pêşiya  derbasbûna  raporterên  taybetî mafên mirovan ên NY bo erdên  filistînî ji aliyê Rejîma Siyonîstî mînaka  eşkere ya  pênase û zata  Îsraîlê ya li dijî qanûnan nirxandine.

Rejîma Siyonîstî li reftara xwe ya tev çalakên navneteweyî tu sînorekê ji xwe re qayîl nabe  û li vê çarçêvê ev rejîma  pêşînên curbicur li êrişa  ser gemiyên hilgirê şalakvanên  aşitiyê û gihandina alîkariyê bo filistîniyan li karnama  xwe de heye.

 Eskerên Rejîma Siyonîstî sala 2010`an  êriş kirin ser karwanê deryayî yê azadiya Gazayê ku pêk hatibû ji 6 gemiyên  hilgirê 663 çalakên aşitiyê ji 37 welatan li nav  avên azad ku li encama wê 9 çalakên aşitiyê hatin kuştin û 60 kes jî birîndar bûn.

 Rejîma Siyonîstî midehek berî niha bi dexesî ragihand ku  Îsraîlê hemî endamên  gemiyeke  bi navê ``qayiqê jinan bo Gazayê`` piştî ku nehişt ew derbasî nav  Gazayê bibin,  derxistine.

13 jin ji wan Mayrîd Magwayer (Mairead Maguire),  ji Îrlanda bakur ku xelata  Nobela aşitiyê bi dest xist, piştî ku  gemiya wan nêzîkî 35 maylên deryayî dûr ji peravên  Gazayê hat rawestandin, hatin girtin.

 Hejî gotinê ye ku  Rejîma Siyonîstî ji tirsa eşkerebûna  hîn bêtir a cinayetên wê, tim ser riya xebatên  şandiyên NY û civakên  navneteweyî li bara cinayetên  Îsraîlê pirsgirêk û berbendan çê dike û bi tometbarkirina  van komîtana  pêşiya derbasbûna  taximên kivşkirina rastiyê û raporterên  NY bo erdên  filsitîniyan digre.

Kiryarên  kavilkirane yên  Rejîam Siyonîstî, kok û mahiyeta ev rejîma dagirker ku zat û esasa  wê li gor  kavilkerî û kuştin û serkutkariyê ye, eşkere kiriye.

 Dewra teze ya kiryarên  kavilkarane yên Rejîma Siyonîstî li navçên  filistînî ku berfirehkirina  bajarokên  siyonîstnişîn  li navçên  filsitînî nîşana dewama  komployên  Rejîam  siyonîstî li dijî gelê Filistînê ye.

 Cinayetên  Rejîma siyonîstî ewqas eşkere ye ku  her keasyetî an sazî û komîteyeke navneteweyî  ku vê meselê hildikole bi kûrahiya cinaytên Rejîma Siyonîstî hesiyaye û kîn û nifreta xwe ji reftarên cinayetkarane  yên Îsraîlê nîşan dide.

Di her halî sersarî û sistiya  civakên  navneteweyî derheq hilkolandina cidî ya  refatrên  li dijî mirovahiyê yên Îsraîlê tev çalakên  mafên mirovan  lawaziyek e ku  roleke  bibandor li dewama  kiryarên bi vî rengî hebûye.